100 sal bi ser Peymana Lozanê re derbas bû. Bi Peymana Lozanê re Kurdistan hat dabeşkirin û çi mafên kurdan ne yê yasayî ne jî yê serweriyê li ser asta nawdewletî nehat parastin. Partî û rêxistinên kurdan di sedsaliya Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê li hev kombûne û daxwaza parastina serweriya Kurdistanê û nehiştina Peymana Lozanê dikin. Perîxan Kaya ji navenda wê kombûn û civîna partiyên siyasî û aktivîstên kurd ev podcast tomar kiriye.