Listen

Description

‘Her tişt li ser dile mîrov e, heke tiştek binuqute dilê însan ne mimkun e ku ew tişt bisernekeve ‘ wiha dest bi xeberdana xwe dike Nazîme Curga.

Curga, jineke 39 salî ye û bi qasî 18 salan e li Wanê temîra amurên elektronik dike. Curga , dayika 5 zarokan e û him ji mala xwe ra eleqedar e him jî kargeha xwe dinêre. Serê sibê wexta kar û barê xwe yê malê temam dike, tê derîyê kargeha xwe vedike û piraniya zemanê xwe li wê derê derbas dike.

Tişteke wê xemgîn dike heye; berteka mêran…. Nêzîktarîya mêran wê gellek aciz dike . Lê baş e ku hevserê wê ji wê ra buye darpiştek. Curga, ne ji karê xwe ne ji sekna xwe yek gav paş da neavêtî ye , her dewam kirîye. Hetta dibêje ku êdi li hember wê pejirandinek heye.

Pêşnîyareke Curga ji jinan ra heye û dibêje divê jin jixwebawer bin û qet xwe biçuk nebinin…..