Masîvan Veysî Bozyil ê li Amedê ev 30 sal in masîvanî dike, her sibe û êvarê ji Çemê Dîcleyê masiyan digre, tîne dikana xwe ya li Mêrgahmedê dipêje û xav jî difroşe. Bozyil dibêje ku di Çemê Dîcleyê de 17 cureyên masiyan hene. Bozyil destnîşan dike ku çêkirina bendavan û ocaxên qûmê, bandorek neyînî li masiyên Çemê Dîcleyê dike. Bozyil ê ku debara xwe bi masîvaniyê dike, ji karê xwe û masiyan pir hez dike. Bozyil di heman demê de helbestan jî dinvîse.