Listen

Description


Helbet ez înkar nakim ku peyv bo cureyên wekî çîrok, roman û şanoyê jî gelekî ne giring in. Lê belê wisa texmîn dikim ku ger muellifên van cureyan bi nişmîtiya şa’iran nêzî peyvan bûbûna dê gelek berhemên mezin nîvçe bimana. Lew di van metnan de ya muhîm gelek caran ji hilbijartina peyvan zêdetir, pêdivî bi rêzkirina peyvan bi çîroksaziyeka tekmîl, bedew û hevgirtî heye. Meseleyeka navdar e ku dibêjin şa’irê tirk Yahya Kemal Beyatlı bo temamkirina helbesta xwe ya bi navê Rindlerin Ölümü (Mirina Rindan), 25 salan li hêviya peyvekê maye û ew peyv jî peyva “serin” (hênik) bûye.