Listen

Description


Li ser kurdan gelek tişt hatin nivîsîn, û gelek hewldan çêbûn ku hebûna wana eşkere bikin. Hema bêje her serdemê Tirkîyeyê li ser hebûna kurdan, yan xwe ji nû ve ava kir yan jî cîyê xwe saxlem kir. Awaz, çand, xwarin, ziman, ol, huner, dîrok û gelek tiştên din ên kurdan, ji alîyê otorîteyan ve tên îstîsmarkirin, ew otorîteyên ku îdia dikin dibêjin ‘çakûç’ yanî kurd di destê me de ne, lê dîsa jî kurd daseinîya Tirkîye û Rojhilata Navîn in. Di vê çarçovêyê de, tişta ku xuya dibe, bêyî qebûlkirina hebûna kurdan Tirkîye wê nikaribe daseînekê bijî. Ne tenê Tirkîye, ji bo ku Rojhilata Navîn jî bikaribe daseînekê bijî, divê ku girîngîya kurdan were fêhmkirin. Ew dema ku weke Pêvajoya Aştîyê tê binavkirin, ekonomîya Tirkîyê baştir bû, ev jî mînakeke piçûk bû ji alîyê daseinbûna kurdan ve.