Lê belê tê jibîrkirin ku ciwanî bi xwe xwedî rezerveka muezzem ya afrîneriyê ye. Û her ew xeşîmî ye ku dikare bi çav û dilekî vekirîtir li afirandinê bixebite. Ciwanî dînamîk e û troykaya vê afrîneriyê her ji wê xeşîmiyê tê ku guhnedêr, bimeraq û bêtirs e di warê ceribînên nû, derketina çiyayên qedexe de.[1] Ev wêrekî di helbesta şa’irên ciwan de sedema lîrîzma zêde jî rave dike bi min. Hestên dilînî, coş û melankoliya evîne û acizî tev bi kêrî lîrîzmê tên. Anku lîrîzm ji van hemûyan pêk tê. Bêhntengiya ku di bin van mijaran tevan de dixuyê jî bi min bi xeşîmiyê re eleqedar e. Yê xeşîm bêsebeb agresîf e carna. Hin deman ev agresîfî wekî îtirazeka poetîk li miqabil helbestên heyî xwe nîşan dide. Di helbestan de aşkera dibe ev yek, dengê gurr û lezgîniya ku di helbestê de em hest pê dikin, bi wê re eleqedar e.