Ka heke mirov xwe bispêre helbesta Jaro Duhokî ku dibêje “Hizir dikirin / Eger hizar ser jê kirin / Hizar hizar berze kirin / Kurd dimirin / Lê ji bîr kirin / Kurd ji mirinê mezintir in / Ji sêdara bilindtir in / Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in” û wekî kurdekî bipirse çend kulm dikarin heyfa “hizar serjêkirinan” vegerinin, “hizar berzekirinan” peyda bikin û çend dadgehên mirovahîyê. Nexwe mirov bibêje ku dadwerîya hiqûqî û kulm du hevalên hev ên jihevneçêtir in wê ne şaş be.