Listen

Description


Dicle, di romana xwe de dîrokê û fikra xwe bi xêra wê topika berfê bêyî ku bikeve avzêma kronoljiyeke sar digihîne xwendekarê xwe. Bi wê topika berfê, hêrseke jidil jî xwe mezin dike lê bi sloganan xwe nagindirîne. Bi wê berfê re şer heye lê pornografiya hestê tuneye. Bi wê şepê re xof heye lê kemiyet bi wesfdariyê re nikare serî derîne. Jîrbûn û zerafeteke tabi’î heye di hevokên wî de. Jixwe gava we Berfa Sor girt destên xwe, ya ku dê bala we bikêşîne ez bawerim dê ew bilêvkirina wêrek be. Ev e serkeftina edebî.