• Dema ku hûn mijarên hesas bipirsin, lê hişyar bin ku pirsên we zarokan neêşînin.
• Dema ku hûn li ser îstîsmar, pirsgirêkên xwarinî ango xidayî û zordestiyê diaxivin, derbarê çawaniya hevdîtinê û kêmkirina derdê zarokan de serî li pisporan bidin.
• Li gorî rewşa ku hatiye serê wan, carinan dê û bav an jî xizm an jî dersdêrên wan li cem bin, wê ev pêbaweriyê bide zarokan. Li vê yekê hişyar bin.
• Bila haya we jê hebe ka ji çi nerehet dibin û mijarên hesas zêde tev nedin.
• Heke xemgîn bibin, amade bin ku hevdîtinê xilas bikin an derbasî mijareke din bibin.
• Hevdîtinê li cihê ku trawma lê çêbûye, pêk neynin.
• Heke hewce bike nasname û dîmenên zarokî\ê werin veşartin, jê re bibêjin ku dê navê wan neyê bikaraînîn. Bila bawer bike ku hûn ê dîmenên wan bi kar neynin. Heke hewce bike fotograf ûdîmenên we kişandine, nîşanî wan bidin. Dilê wan rihet bikin ku rûyê wan xuya nake.
• Zarokên ku rastî trawmayê hatine, dema ku yên biyanî pê re eleqedar dibin, dibe ku bikevin nav bendewariyên cuda. Li gorî vê yekê tev bigerin.
• Tu carî bertîlê nedin zarokan û wan nexapînin.
• Hûn çi qas bixwazin sempatî û bîrbiriyê nîşan bidin jî, sozên derew nedinê.
• Piştî ku medya eleqeya xwe xilas dike jî zarok di nav rewşa krîzê de dimînin. Ji ber vê yekê jî sozên ku neyên bicihanîn, dibe ku bibin sedem ku zarok baweriya xwe ya bi mezinan winda bikin.
• Heke hûn dixwazin jê re bibin alîkar, vê yekê bi rêya saziyeke pêbawer bikin.
• Bêyî qebûlkirina wan, aşkerakirina agahiyên şexsî yên zarokan ji aliyên derve re, teklîfên bi vî awayî bi rêveberên saziya xwe û parêzeran bişêwirin.