Listen

Description


Em bîroke ne an dîrok bîroke ye? T. S. Eliot dibêje: “Eger şairek bixwaze bibe xwedî tradîsyonek, hewce ye gelekî bixebite. Ji bo vê jî şertê ewil ew e ku şair xwedî şiûra dîrokê be. Şairê ku xwedî şiûra dîrokî ye, bi tenê behsa şiûra zemanê xwe nake. Ji Homeros bigire heta temamîya edebîyatê (û di nav wê da jî edebîyata wî ya neteweyî) di heman wextî da hene û hemû berhemên edebî bitûnekî organîk pêk tînin. Tişta ku divê di şiûra şair da hebe ev e: xêza bingehîn a hunerê.” [2] Edebîyat hunereka kumulatîv e, anku bi lêzedekirinan pêş dikeve. Tişta nû, yên kevin navêje sergoyê, bi yên kevin ra ahengekê pêk tîne. Ji bo zayîna pênûs û hilmeka nû ya şiîrê xwendina şiîr û şairên navdar tiştekî zarûrî ye. Ji kengê ve? Di dîroka şiîra kurdî da ji Ehmedê Xanî ve… Şiûra dîrokê di şiîra kurdî da bi Ehmedê Xanî dest pê dike. Şiûra dîrokê rê li ber zanîna tradîsyona şiîrê jî fireh dike. Lewma hay jê heye û dibêje Xanî: “Bînave ruhê Melê Cizîrî / Pê hey bikira Elî Herîrî / Keyfek we bida Feqê Teyran Heta bê ebed bima heyran.