Listen

Description


Ji bo desthilatdaran ferq nake ku yê din kî ye, bi rastî çi cûdahî û taybetmendiyên wan hene. Serdest tenê dijî dijminên ku di mejiyê xwe de îcad kirine şer dikin, heta ku tevirên bindestan li serê wan dikeve. Baldwin wek tevirekî tûj li serê wan kesên nijadperest ket. Romanên wî hîna jî li dijî nijadperestiyê wek manîfestoyekê ne.