Kundera, di romanên xwe de her tim trajediya mirovên asayî vegêra. Edebiyata wî ne panorama serdemekî ye, ne parastina îdeolojîyekê ye ne jî ravekirina civakekê ye. Wî ew tişt nivîsîn, yên ku bi tenê romanê dikarî behs bikin. “Roman ne xizmetkarê dîroknasan e. Sedema ku dîrok bala romannivîsekî dikêşe ev e; dema ku pêlên mezin ên dîrokê rawestiyan ji mirovan çi dimîne, kîjan qadên veşartî derdikevin holê, kîjan îmkan mimkun dibin? Projektora romanê van babetan ronî dike.” [3] Gorî wî tişta ku di romanê de fikir û hizirînê pêwîst dike, jiyana karakteran e. Wî her tim xwe ji pakêtên ramanan yên ji berê de hatî hazirkirin dûr girt. Di hemû romanên xwe de tenê pirs zêde dikirin, xwînerên xwe pir dikenand, matmayî dihişt û henekên xwe bi rewşên ehmeqane yên mirovan û yên polîtîk dikir.