Çîroksaziya romanê ya ku fokûsa wê di ser du şaxên serekî re berdewam dibe (kesên li aliyê Nûhê Teyarî / Nûho û yên li aliyê Awzer Axa), bi guherîna dem, kes û bûyeran adeten xwendevanên xwe li nav labîrentekê digerîne ku li rêya derketinê digere. Ne romaneke polîsiye ye Term, lê şopajotina kuştinekê (kuştinan) ya hêdî hêdî, heta dawiyê fikra berhemeke polîsî bi mirovî re çêdike: “Gelo paşê dê çi be?” Ji vê jî eyan e ku roman bêtir li ser bûyeran ava bûye, lê ev ihtimama bi çîroksaziyê ewçend bi zimanê edebî û xweser ê berhemê û kûrahiya fikrî û derûnî ya karakteran nehatiye dayîn. Herçendî di diyalogan de em bi ser zimanekî xweser ê karakteran ve dibin jî ku gelekî li bejna wan dike, esasen ev zimanekî yekgirtî yê cîhana nivîskar e: zimanekî hurmetkar, bi alayî salayî, bi edeb û rê û rêzan. Û herçendî car caran em bi ser rihê karakteran ve daqûl dibin, em wan ne bi hest û pêhisînên wan, lê zêdetir bi tevgerên wan nas dikin. Ma ev problemeke mezin e? Nexêr.