Listen

Description

Mît û neteweperwerî

Angaştên Campbell ên derbarê kêşeya mîtan da ev in: 1) Civaka hevçerx di nav gêre û alozîyekê da ye; 2) sedema vê gêre û alozîyê ev e ku mirovên hevçerx jîyanê bêwate dibînin; 3) sedema bêwatebûna jîyanê jî ew e ku mirovên hevçerx ji mîtan bêpar mane; 4) sedema vê bêparîyê jî ev e ku zanistê, mît binpê kirîye; 5) ligel vê yekê wateya mîtê ne rasterast, bes sembolîk e; 6) wateya wê ya sembolîk jî di esasê xwe da psîkolojîk e; 7) wateya mîtê ya psîkolojîk jî Jungperwer e; 8) heke mirov bi şêweyeka sembolîk, psîkolojî û Jungperwerî bixwîne wê bê dîtin ku mît û zanistî li hev digirin û mirovên hevçerx dê vê yekê qebûl jî bikin; 9) heke bê qebûlkirin jî dê bê dîtin ku mît wateyê li jîyanê dike û aramdarîya civakî dê ji nû ve peyda bibe [3]. Kuştina hestan tê wateya serdestîya lojîkê, an jî vemirina mîtosê. Civaka bêhest (bêmîtos) civakeka berjewend, tehekumkar û îteatkar e. Bes sosyolojîya têgeha azadîyê jî destûrê nade civaka lojîk a rijî [4].