Listen

Description


Heke mesele nirx û edebiyat be nexwe têkiliya teknolojiyê
û însanan û ji nû ve hewceyî nirxandinê ye ku îro roj bûye serhevdeya serê
xwezayê û bûye sedema qirêjiya ax, av, hewa û fezayê. Loma jî çi di warê
pêkanîna sazkirina nirxan de û çi di avakirina çanda hevpar a dinyayê de rola
edebiyatê îro ji her demê girintir e. Çi erênî û çi jî neyînî bandora
teknolojiyê ya li ser xwezayê ne tenê ji hêla sazkirina hestiyariya estetîkî lê
ji hêla wijdan, dilrastî û fêldirûstiyê ve jî bivênevê ye. Di vê derbarê de
heke bersivek ji pirsa me re (pêwendiyeke çito heye di navbera edebiyat û
medyaya civakî de) hewce bike wê bersiv tiştekî nêzî vê be: edebiyat ruh û
maneyê dide medyaya civakî. Lewre çi ji hêla mijarên ku dide ber xwe û çi ji
hêla hest û nirxên ku derdixe pêş, edebiyat her di wê hewldanê de ye ku her
tiştî û hemû hokerên ku jiyanê pêk tînin, bikişîne deraxeke însanî û exlaqî.