Listen

Description


Tabloya Guernicayê, genosîda Cihûyan û gelek qetlîamên din bi rêya hunerê hewar û qêrîna xwe bilind kirin û gihandin dinyayê. Gelo em ê karibin hunerekê ava bikin ku pê hewar û qêrîna xwe bilind bikin? Gelo em ê karibin wek Guernicayê, xerabkirina gund û bajarên xwe nedin jibîrkirin? Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Licê wê di kîjan tabloyê de cih bigrin? Ji bo zilm û zora li gund û bajarên me hatine kirin, divê em çend rengan li nav hev bixin?