Listen

Description


Nostaljî, wek têgehekê, tim berê me dide zemanên berê. Em dikarin nostaljîyê bi kurtasî, wek bêrîkirina salên berê, bêrîkirina jiyana berê pênase bikin. Her gava ku em ji jiyana xwe ya îro aciz dibin, em xwe dispêrin nostaljiyê. Ji bo em xwe di nav de bisitirînin, em ji bîranînên xwe konek vedigrin û nostaljiyê jî dikin stûna wê konê. Em wateya nostaljiyê hinek bikolin, û em  bibînin ka nostaljî bi rastî jî çi îfade dike.