Listen

Description


Di kurmancî de nimûneyên wê yên ewil şa’irê me yê mezin Berken Bereh da. Wî di sala 2011an de di dîwana xwe Dilê Min Palgehe ji Işqê re ku hemû helbestên wî yên ta wê demê hatibûn weşandin dihewandin û cih da dosyeya xwe ya haîkûyan ku cara pêşî dihatin weşandin. Ev dosya paşê wekî pirtûkeka cûda bi navê Haîkû jî çap bû [1]. Piştî wî Selîm Temo di dîwana xwe ya ewil ya kurmancî Sê Dengê de cih da deh haîkûyan. Kawa Nemir bi Bayê Labûtê Morana Gerdûnê ve [2], Ulku Bîngol bi Dengê Pepûkê, Sidîq Gorîcan bi Gumbilê û herî dawî Ergîn Sertem bi Sihrên Mizewran [3]ve di vê cureyê de berhem dan. Ji van dîwanan her yek xwedî şêwaz û rengekî taybet in, ji vê hêlê qedrê wan zêde ye li ba min, welew ku min hêj newêriye berê xwe bidim nivîsîna haîkûyan.