Piştî min roman xwend, qedand di sohbeteka edebî de li min û li nivîskar Înan Eroglu ferz bû ku em herin bi Hisên Kemal re roportajeka dirêj bikin. Çinku hem Înan Eroglu bi heyranîyeka mezin behsa Termê dikir, hem min meraq dikir ku Hisên Kemal jibo zimanê romanê di mabêna devok û standartê de çi qebûl û çi red kiriye.