Nivîskarên kurd, mijara welatparêzîyê tu caran bi mebesta neteweya xwe, ji bo ku di ser netewên din ra bigirin, nexistine qada nivîsê. Derdê hemûyan ew e ku kurd jî mîna neteweyên rûyê dinyayê, serfiraz bijîn. Feylesofê navdar Immanuel Wallerstaine, îdia dike ku Neteweperestî durû ye: Protestoya mazlûman li hember zaliman e lê di heman demê da amûrek e di destê zaliman da ku li hember mazlûman tê bikaranîn. Di destpêka sedsala 21an da em dê binêrin ka nifşên nû mijara neteweyê, di nav nakokîya bêdewletbûnê û mentiqa globalîzasyanê da bi çi şêwazê dê di romanên xwe da binirxînin?