Listen

Description

Kongreya Federal ya Almanayayê Dr. Özlem Türeci wekî delege hilbijart. Dr. Özlem Türeci ku bi mêrê xwe Prof. Dr. Uğur Şahin re derziya koronayê dîtibû, bi vî awayî êdî dikare serokomarê Almanyayê hilbijêre. Parlemento û Kongreya Federal dê 13ê Sibatê serokomarê Almanyayê hilbijêrin.

***

Google dê xebatkarên xwe yên derzînebûyî ji kar derxe. Rêvebirê Googleê Sundar Pichai temmûza borî bang li xebatkarên xwe kiribû ku ji bo ewlehîya karî û berdewamiya xizmetê ew derziyên koronayê li xwe bidin. Google heta 3yê Berfanbarê wext daye xebatkaran ku ew belgeyên xwe yên derzîbûnê amade bikin. Eger ev daxwaza Googleê heta 17ê Çileyê neyê pêkanîn, dê xebatkar bo 30 rojan ji kar bên dûrxistin û paşê bi temamî bên avêtin.

***

Qîmeta sterlînekê bû 20 lîreyê Tirkî. Lîreyê Tirkî li hember dolar, euro û sterlînê bi awayekî tarîxî daketiye. Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) şeva borî biryar da ku faîzê neguherîne. Îro danên sibehê, lîreyê Tirkî li hember dovîzê nêzî ji sedî 3yan daket û nirxê dovîzê gehişte asteke dîrokî. Dolareke Amerîkî ji 15, euroyek ji 17 û sterlînek jî ji 20 lîreyên tirkî borî. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan li şûna du alîkarên wezîrê Darayî jî du alîkarên nû tayîn kirin.

***

Seroka Konseya Ewrûpayê Ursula Van Der Leyen ser belavbûna cureya vîrûsa koronay ya bi navê omicron hişyariyek da. Van der Leyen diyar kir ku dê Omicron serê salê li temamê ewrûpayê belav bibe. Berî Leyenê Serokê Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî jî ser Omicronê hişyariyek kiribû û gotibû eger tedbîr neyên girtin ew ê sîstemên nexweşxaneyan têk biçin.

***

Nivîskar û çalakvana navdar Bell Hooks di şêst û neh salîya xwe de mir. Malbata wê ragihand ku Books ew demeke nexweş bûye û roja çarşemê li mala xwe ya Kentucky wefat kiriye. Bell Hooks di tevgera femînîzmê de wekî pêşengekê dihate nasîn. Wê nivîskarê ji ber ku enedixwest navê wÊ bikve pêşiya xebatên wê, navê xwe her tim bi herfên piçûk dinivîsî. Hooks, piraniya wan ser femînîzmê, nêzîkî 40 kitêb nivîsîne.