Listen

Description


Axirî soxirî, min Bextiyar Elî piştî bi salan nas kir, xwend, dubare, sêbare xwend, bi saya serê Besam Mistefa û Weşanxaneya Avestayê. Bextiyar Elî, di sala 2017an de bi xelata Nelly Sachsê hatibû perûkirin, çima dibêjim, ji ber ku heman xelat dabûn Milan Kunderayî jî, Margaret Atwood û Javier Marías jî. Kundera, bêyî ku li ser kurdan, têkoşîna wan û kambaxa dewletan gotinekê bike (ma gotinek çi ye?), çû ser heqîya Xwedê. Min di nivîseke din de qala Edward Saidî jî kiribû, hingê kabira yeqîn nedikir ku Sedam tiştên wehakîno bi xelkê xwe(!) bike. Ne yekî gazindok im, lê nezanî bextewarî ye… ku ne bextewarî be jî tiştekî nêzî wê ye.