Listen

Description


“Tê herî çi!? Çi gû di wir de nîne! Ka çi ma ji Potawatomiyan? Hingê li wê deverê ew hebûn. Piştî hatina generalên Fransî, şerê ji bo axê derket û bi sedê salan dom kir, di dawiya salên 1700an de pirtikek çi ye, bes pirtikek jî di destê wan de nema wekî di porê xwe re bikin, qira wan anîn, te go erê? Zarokên wan ji nêza mirin. Di nava niştecihên pêşîn yên Chicagoyê de bazirganekî nîv Fransî-nîv Kanadayî yê kurkan hebû, navê wî Antoine Quilmette bû, bermaliya wî Archange Chevalier Quilmette, jineke ji êla Potawatomiyan bû, li gor Peymana Prairie du Chienê… ohh-ho, ez ji kê re dibêjim!? Guhê te ne li min e Mr. Robar!”