Terîfa Ulyssesê aha dikin; romana herî zêde tê qalkirinê, lê herî kêm tê xwendinê. Berîya Ulyssesa kurmancî min çapa tirkî ya Nevzat Erkmen û çend kitêbên din yên James Joyce xwendibûn. Lê gava min wergera Kawa Nemir girte destê xwe û rûpela ewil xwend, min dizanî xwendineka zihmet pêşîya min e. Backrounda (paşxaneya) min ya alîyê James Joyce hinekî pêşîya min ve jibartibe jî zimanê metna kurmancî/zimanê Kawa Nemir bû mijar û serêşîya min a sereke. Tiştê xwendevan gazincê jê dike ji xwe ev tişt e: Zihmetîya Ulyssesê ser da jî zihmetîya kurmancîya wergêr. Min jî hinekî bala xwe da wergernasîyê. Wergereka çewa kirîye Kawa Nemir. Wergera metneke mûmkîn e yan nîne pirseka mezin e, pirsa min wergera kurmancî çiqasî wergereka maqûl e ji bo xwendevanên edebîyata kurdî? Helbet tunebûna metnên alternatîf, derfeta qiyaseka maqûl jî ji holê radike, em roja îro neçar in yegane wergera kurmancî ya Ulyssesê bixwînin û nîqaşa jî li ser vê metnê bikin.