Çarenûsa ziman û edebîyatê bi hev ve girêdayî ne. Eger em bi rastî jî dixwazin zimanê xwe rizgar bikin divê em pêşî berê xwe bidin edebîyata xwe ya heyî, pê ra hogirî bikin, bibin çavnasê rengûrûyê wê, xweşîyên wê biçêjin, pê ra hemhal bibin û wê di hebûna xwe da biguvirînin.