Listen

Description


Zilamê mezin agir li hev dixist, got, ‘‘Tu lawê kê yî?’’ Min got, ‘‘Ez lawê Fato me.’’ Got, ‘‘Kurê min, mirov bi bav û kalên xwe tê naskirin, wextê yekî got, ‘Tu lawê kî yî’ tu yê navê bavê xwe bibê.’’ Min got, ‘‘Navê bavê min Seydo ye.’’ Got, ‘‘Seydoyê kê?’’ Min nizanîbû ez ê çi bibêm. Got, ‘‘Navê kalkê te çi ye?’’ Min got, ‘‘Navê kalkê min Xelo ye.’’ Got, ‘‘Xeloyê kê?’’ Min nizanîbû. Got, ‘‘Gerek mirov navê heft bavê xwe zanibe.’’ Ji min hebekî bi wê de tasa li ber dilopa tije av bûbû. Got, ‘‘Wê tasê bibe vala ke û bîne li ciyê wê dayne.’’ Min tas bir derve vala kir û anî li ciyê wê danî.’’ Got, ‘‘Tu hatibû çi?’’ Min got, ‘‘Zilamên mezin zanin wê kengî baran bibare, ez jî dixwazim zanibim.’’ Got, ‘‘Pezê we heye?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘Rezê we heye?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘Erdê we heye?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘Xaniyê we dilopa dike?’’ Min got, ‘‘Na.’’ Got, ‘‘De hadê siktir!’’