Listen

Description


Cahil(tî). Bêguman beriya her tiştî patenta vê peyvê li cem Kerem Gerdenzerî ye(Koma Wetan) ku di strana xwe ya şahane, Venagereyê de wiha dibêje “Cahiltî êdî ji me bar kir.” Piştre bi tevneke xemgîn, jidestdana cahiltiyê bi venegerîna zarokatiyê ve girêdide. Bi min Gerdenzerî bi saya vê hevok û stranê li hember kalbûnê li ber xwe dide. Wek îksîreke xortaniyê bi salan e ji xwe re û ji me re distire. Ger em vegerine ser vê peyva “cahiltî”yê, empatiyeke xwe ya xweş heye ku gelek caran wiha tê ziman: “Hê cahil e heyran, lê negire.”