Di vî podcastê de ez ê ji we re berhemek hêja ji folklora Kurdî bixwînim. Him bo zarokan him bo mezinan... Û ka carek din binêrin ku edebiyata Kurdî ji hêla devokî de jî çi qasî xurt e... Bawer im, her kesek çîroka Şahê Maran bi awayek dizane an jî bihîstiye. Lewra li her herêmê şêweyek xwe heye. Min di vî podcastê de Şahê Maran a ji herêma Botan bi we re parve kiriye... Ev beşa yekem e; beşa duyem wê di podcastek din de bi we re be...
"Dema dinya dinya bû, bajarê Heskîfê ava bû, deşta Mûşê sitreya teyran bû, herçî Mêrdîn cihê mele û miftiyan bû, Sêrtê cihê seyranê bû, kul bikeve mirîşkên mala adî, ev ne yadî..."
Fermo, ka werin û guh bidin meseleya an jî çîroka Şahê Maran...
Berhevkar: Turabi Kişin
Çavkanî: İsa Gultekin
Herêm: Botan
#Kurd
#Kurdi
#Kürtfolkloru
#Folklor
#SaheMaran
#Şahmaran