Listen

Description

Min di temenê xwe 7-8 salî de kilaman digot…

Dema ez zarok bûm, yekî kor hebû, min yekemîn car kilaman ji wî seh kir.

Tevayî kilamên min bi Kurdî ne

Min bilî Kurdî bi tu zimanên din kilam negotiye.

Tu carî min bi pereyan kilam negotiye, dengbêjtî ne bo pera ye…

Dengbêjtî ne tişteki hîsan û sivik e, her kes nikare bibêje…

Ev gotinên Karapêtê Xaço ne...

Dengbêjê mezin, hêja, emir dirêj û xwedî keder û êş… Karapêtê Xaço bi xwe Ermenî ye, dema zarokatiya xwe de komkujiya Ermeniyan dît, bi xwe jî jiya, ku derdora milyon û nîv Ermenî bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin, herwiha ewqas jî bi dara zorê hatin koçkirin, ango tehcîrkirin. Gelek kêm Ermenî li ser axa dê û bavê xwe mabûn, ku wan jî di bin zor û zehmetîyê de jiyana xwe didomandin.

Ermeniyên li paş mane, ango bi awayek ji ber wehşet û komkujiyê xilas bûne, yek ji wan jî Karapêtê Xaço bû. Dê û bavê wî û herwiha gelek xizmên wî dema komkujiyê de kuştin, ew hîn zarok bû û bi awayek xilas bibû. Di bin hîmayeya ango parastina Kurdek de karibû bijî. Heya xortaniya xwe jî li Kurdistanê li gel Kurdan ma û bo wan xebitî. Bê guman jiyan ne hêsan bû, aliyek ve xizanî û feqîrî, ji aliyek ve zilma dewleta Tirk û ji aliyek ve de jî şert û mercên jiyanê… Karapêtê Xaço, xortaniya xwe de derbasî binxetê bû, ango Rojavayê Kurdistanê… Wê demê Fransa li wir bû û Karapêtê Xaço bo debera jiyana xwe bû leşkerê Fransa yên bi pere. Piştî şerê duyemîn ê Cîhanê Fransa ji Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê vekişiya û Karapêt jî heman demê çû Ermenîstanê, nav qewlê xwe. Dehan salan li Ermenîstanê ba Radyoya Erîvanê di beşa Kurdî de xebitî û dengbêjtî kir.

Bi kurt û kurtasî Karapêtê Xaço derdora sed salan jiya û di 2005an de li Erîvanê çû ser dilovaniya xwe. Cihê wî cinnet be.

Karapêtê Xaço, dengbêjek gelek navdar û mezin e di nav milletê Kurd de. Bi xwe Ermenî bû, lê tim û tim bi Kurdî kilaman strandiye.

Du sal berîya mirina wî, 2003an de, me bi rêya Polat Can, bi Karapêtê Xaço re hevpeyvînek çêkiribû û di kovara Vestayê de weşandibû. Di vê weşanê de ez ê gotinên hêja yên Karapêtê Xaço bo we neql bikim.

#FilîtêQuto

#EvdalêZeynikê

#LawikêMetînî

#Sarê

#LoloMîro

#Dengbêj

#KarapêtêXaço

#Kurdî

#Kurdish