Di vê podcastê de ez ê beşek ji pirtûka Şerefxanê Bedlîsî Şerefnameyê bi we re parve dikim. Şerefxan, di destpêka Şerefnameyê de behsa “Eslê Kurdan û Rewşa Jiyana Wan” dike û beşên şûn de jî behsa dîroka desthilatdarên Kurdan dike. Di beşa destpêkê de gelek agahî û çavderiyên girîng hene, ji eslê Kurdan bigirin heya sînorên Kurdistanê û her wiha rewşa civaka Kurd bi gelek aliyan ve hatiye nişandan. Bi taybetî jî agahiyên di destpêka Şerefnameyê de ji sedsalan vir de bûye mijara nîqaşan û îro jî wisa ye. Gorî hinek netewperwerên Kurd, ji ber ku taybetmendiyên xwe yên derheqê Kurdistanê û mileta Kurd Şerefname pirtûka ewil e ku fikr û ramanên netewperwerîyê dihewîne. Helbet ev nêzikatiyek hewcedariya nîqaşê ye, lê ligel vê girîngiya Şerefnameyê bê nîqaş e.
Piştî van gotina ez ê bi we re niha beşa destpêka Şerefnameyê parve bikim.
#kurd
#kurdistan
#kurdish
#kurdi
#şerefname
#sherefname