Sî salan berê, 1992an de, di rojnameya Welat de (h.10) nûçeyek hebû û sernivîsa wê nûçeyê wiha bû: "Dewlet ji cinazan ditirse" Gorî vê nûçeyê hezên dewletê, li gelek cinazayên têkoşerên Kurd heqaret û îşkence kirine, bi hovane tevgeriyane.
Bêguman salên 90î de gelek nûçe hebûn ku derheqê van bûyeran de bûn. Lê ev mesele ne tenê di salên 90î de hatin ditîn, her wiha mirov bi hêsanî dikare bibêje ku ji avakirina dewletê heya niha ev tişt berdewam e, loma polîtîkayek dewletê ya sîstematik heye û di vî çarçoveyê de tim û tim li cinazayên gelê Kurd heqaret û îşkence tê kirin.
Fotografên ku hovîtiya dewletê nîşan didin, di salên 90î de jî, di dema serhildana Şex Seîd de jî, dema serhildana Agirî û Dersimê de jî û her wiha îro jî gelek caran derketin holê û hatin ditîn. Mînakên her dawî ji zindanên dewleta Tirk derketin pêş. Di salên dawî de gelek kes di zindanan de dimirin an jî têne kuştin, dema malbatên wan kesan dixwazîn cinazayan hilgirin û defin bikin, rastî her cure heqaret û îşkenceyan tên. Ambûlans nayê dayîn, cinaze nayên şûştin, nahêlin wecîbeyên dinî bi cih bên, nahêlin mela cinazeyan bişon û hwd.
Lê çima wisa dibe? Armanca dewletê çi ye, dewlet bi heqareta cinazayan dixwaze çi bi dest bixe? Li aliyê din cinazayên van têkoşeran bo gelê Kurd tê çi wateyê?
Di vî Podcastê de derheqê van mijaran de axifîm, fermo guhdar bikin û bibin abone...