Listen

Description

Celadet Elî Bedirxan, di Sibata 1942an de, di kovara Hawarê de bi navê Herekol Ezîzan nivîsek bi sernav “Zilamek û Zimanek” nivîsandibû.(1) Zilam, Elyezer bin Yehûda yê Cihî bû û ziman jî, zimanê Cihîya yê kevnare Îbranî bû.

Gorî Bedirxan, hikayeta Yehûda “derseke mezin” e û “herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin.” Lewre piştî ked û xebata Yehûda, ku 1922an de mir, wê demê zimanê Îbranî yê ku berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bibû zimanê miletekî.

Loma Bedirxan jî bang li Kurdan dike. Banga Bedirxan, ji bo du beşên Kurdan e. Yek; Kurdên li welat in û jixwe Kurdî baş dizanin, piraniya wan bilî Kurdî tu zimanê jî nizanin. Divê hêla xwendin û nivîsandinê de Yehûda bo van Kurdan bibe mînakeke.

Beşa din jî ev e: “Nav Kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berê ewilî hînî bibin û piştre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyezer bi tenê bi kurdî xeber bidin.”

Mirov dikare bibêje, banga Bedirxan a ji hikayeta Yehûda sûd girtiye, esasî bo vê “hindikahiyê” ye. Lewre piranî jixwe Kurdî dizanin, divê bes ew xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Lê hindikahiya hîn wezîfeyêk xwe ya girîng heye. Bedirxan wiha dibêje:

“Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anine û bi kêrî miletê xwe ne hatine.”

“Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.”

Gorî nêrîna min, nivîsa Bedirxan, ne tenê bo hesassiyeta xwedîderketina ziman girîng û balkêş e; herwiha di rewşa îro de mirov dikare bi awayek cuda jî binirxîne, ku ev jî ji bo heman armancê pêwîst e.

Loma divê her ferdek Kurd îro hîn zêdetir guh bide banga Bedirxan, a ku esasî bo hindikahiya Kurdan bû. Ango hemû Kurd îro, bi zimanê kûçê (ango Tirkî) bi taybetî di nav malê de neaxivin û zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.

Duh, îro û sibê, tim û tim:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”

#ZimanêKurdî #ZimaneKurdi

#Kurdî #Kurdi #Kurdish

#Hawar #KovaraHawarê

#CeladetAliBedirhan #CeladetBedirhan #CeladetAliBedirxan

#Serhedo