Hesen Zîrek Kurdek Rojhilat e, 1921an li Bokanê hatiye dinê, bi gelek derd û kulan mezin bûye, bi xizanî, tunebûn û zilmê. Loma jî bo demek, berê xwe daye Bexdayê û li wir dest bi xebatê kiriye û te gotin dengê wî jî li wir hate ferqkirin.
Lê bêguman hîn di zarokatiya xwe de dest bi stranbêjî kiriye û di nav derdora xwe de jî bi dengê xwe hatiye nasîn û hezkirin. Lê piştî Bexdayê dengê wî hîn zêdetir hatiye nasîn, ku gorî hinek çavkaniyan jî şûn de, piştî komara Kurdistanê ya Mahabadê, di sala 1954an de care yekem dengê Hesen Zîrek li ser Radyoya Bexdayê hatiye guhdarkirin û ev deng wiha di nav gelê Kurd de belav bûye û heya îro jî ev deng tê hezkirin…
Belê piştî cara yekem çûbû Bexdayê û li wir kar kiribû û wiha xwestibû debaraya xwe ya dinyayê bi cih bîne… Pişt re dîsa berê xwe daye Rojhilat. Beriya Komara Kurdistanê li Mehabadê hatiye avakirin çûye wir û şûn de dema Komara Kurdistanê 1946an de hatiye avakirin Hesen Zîrek jî li wir bûye.
Hesen Zîrek li Mehebadê gelek berhemên hêja bi hêstên netewî afirandiye. Wek mînak Niştiman… Bi vê merşê Zîrek hêstên xwe yên netewperwer tîne ziman û loma hîn jî him Zîrek him jî ev merşa wî ya bi navê Niştiman nav miletê Kurd de gelek watedar û binavdar e.
Piştî têkçûyina Komara Mehabadê Hesen Zîrek derbasî Tehranê bûye û demek li radyoya Tehranê jî xebitiye. Pişt re bi giranî bi derd û kêşmekêşiya jiyana rojane re mijûl bûye. 26ê Hezîrana 1972an de ji ber kanserê, ango pençeşêra reş çûye ser dilovaniya xwe, yani miriye.
Dixwazim çend agahiyan wek têbinî jî bi we re parve bikim…
Hesen Zîrek, qasî tê gotin xwendin û nivîsandinê nizanibûye, bo vê xwedî derfetan nebûye. Lê dîsa jî sala 1966an de pirtûkek bi navê Çirikiyên Kurdistanê nivisiye, ku min bi xwe ev pirtûk neditiye, lê tê gotin di pirtûkê de helbest û stranên wî û bîranînên wî, her wiha agahiyên derheqî jiyana wî cih digirin…
Gorî hinek çavkaniyan Hesen Zîrek cara yekem 1954an li Radyoya Bexdayê deng qeydkiriye, berhema wî ya yekem li vî radyoyê hatiye belavkirin jî Dewreşê Germê ye… Her wiha çar salan li radyoya Bexdayê xebitiye, gelek berhem tomar kiriye û belav kiriye…
Dîsa gorî hinek agahiyan Zîrek bi rê û alîkariya Celal Talabanî li radyoya bexdayê xebitiye, ango têkiliyên Talabanî jê re bûne alîkar…
1958an Zîrek dîsa vedigere Rojhilat û ÎRanê… Heman salê li Îranê jî radyoya Tehranê deng bi weşanê Kurdî kiriye û li ser daxwaza berpirsiyarên vê radyoyê Zîrek êja li vir dest bi kar kiriye û dîsa bi vê xebata xwe gelek stranan tomar kiriye…
1962an de derbasî Kirmaşanê bûye û li radyoya vir dest bi xebatê kiriye, ku ev radyo jî aîdê rejîma şah a îranê bûye…
1966an dev ji radyoyên İranê berdide û dîsa berê xwe dide Bexdayê. Lê tê girtin û ji aliyê polisên rejîma Baasê ve tê êşkencekirin û salek zêdetir di zindanê de dimîne…
Piştî azadbûnê dizivire Rojhilat û êja jî ji aliyê polisên dewleta İranê ve tê girtin. Piştî van bûyeran Zîrek tenê bo debara jiyana rojane tevdigere, ku ji xwe nexweşiya wî jî êdî lê bondor kiriye…
Hesen Zîrek hinek helbestên balkêş jî kiriye stran. Wek mînak helbestên Pîremêrd, Hêmîn, Wefayî, Goran… Kû Newroza Hesen Zîrek distrîne û bo gelek Kurdan jî wek merşa Newrozê tê qebûlkirin, esasî helbesta Pîremêrd e…
Tê gotin, Hesen Zîrek ji hezarê zêdetir berhem li paş xwe hiştiye. Divê gelê Kurd qedr û qîmeta kesên wisa hîn zêdetir bizanibe…
Rihê wî şad bê, cihê wî cinnet be…
#HesenZîrek
#HesenZirek
#Kurdî
#Kurdish
#Kurdishsong
#Kurdistan