Di payîza 1977an de du keşten fezayî bi navê Voyager bo peywîrên gelek girîng hatin şandin. Voyager 1 û Voyager 2…
Peywîra wan her du keştiyên fezayî, bi kurtasî, him lêkolînkirina pergala ango sîstema rojê, hem jî lêkolînkirina sînorên sîstema roja bû.
Voyager 1 niha di derdora 23 milyar û nîv, Voyager 2 jî 19 milyar û nîv kilometre ji me dûr ketine.
Her du Voyager di rêwitiya xwe ya deh salan de gelek agahiyên balkêş bo dinyayê şandin. Wek mînak, cara yekem fotograf û agahiyên derheqê planetên Jupiter, Saturn, Neptûn uwd de ji van keştan hatin hilgirtin.
Tê gotin ku, tu armancek an jî hedefek Voyageran tune ye, hema serî hildane û diçin, heya dikarin ew ên agahiyan bişînin, ku gelek kêm û zehmet bibe jî hîn jî dişînin. Li aliyê din, wê di demek kurt de mîsyona wan xilas bibe û êdî gorî derfetan dê agahî ji wan neyê girtin. Ew jî dê biçin, heya li ku rastê çi hatin.
Kesên wan keştan şandin, bo dawiya rêwîtiya herdû keştan hinek hezirtî kiribûn. Gorî wan, dibe ku rojek ji rojan Voyager di rêwîtiya xwe ya belengaz de li cihek gerdûnê rastî hinekan were.
Kî ne ew hinek? Nizanim, kesên wan keştan şandine jî nizanin. Lê dibêjin, belkî rojek ji rojan şaristanek li cihek cuda yê gerdûnê rastî Voyagerê were. Bo vê, kesên Voyagerê şandin, hinek agahiyan jî pê re şandin.
Belê plakên zêrîn ên bi keşta Voyagerê ve hatine daliqandin, ango montekirin, meşhûr in, bi nav û deng in.
Belê çi qeydkirin li ser van plakan?
Ji dar û beran heya anatomiya mirovan 115 Wêne li ser plakên zêrîn hatin qeydkirin. Wekî din, dengê bayê, dengê pêlên behran, dengê gurijandina ewran, dengên ajalan-heywanan jî qeydkirin. Her wiha ji hinek zimanan muzîk jî hatin qeydkirin. Mesajên nivîskî yên serokê demê yê Amerîkayê Jimmy Carter û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kurt Waldheim jî li ser plakan cih digirin.
Lê tişta herî girîng gorî min, şandina mesajên bi 55 zimanan e. Belê bi 55 zimanan xwestek û silav jî li ser plakên zêrîn hatin qeydkirin û ji bo kes an jî şaristaniyên fezayî re hatin şandin.
Di nav van zimanan de Sumerî, Akadî, Latinî û Yewneniya kewn jî cih digirin, ku ev zimanan niha mirî ne, tune ne. Li aliyê din ligel Îngilizî, Elmanî, Erebî, Farisî, Çînî, Îspanî û herwekî din, hinek zimanên Afrikî, Asyayî jî, ku zimanên folklorik û hêremî têne hesibandin, di nav van 55 zimanan de cih digirin. Gorî heseban ev 55 ziman, teqabûlê nifûsa sedî 65 li ser dine dike. Bi awayek din bibêjim, heke rojek ji rojan kesek fezayî an jî şaristanek fezayî vê plaka zêrîn bidest bixe û deşifre bike, wê 55 zimanên dinyayê guhdar bike, ku ev jî teqabûlê sedî 65 nifûsa dinyayê dike, ango ew ê derheqê ewqas nifûsan de agahdir bibin. Belkî rojek bi dinyayê re ketin nav têkiliyan, ew ê derheqê nifûsên din jî agahdar bibin.
Ka em rewşa Kurdî binêrin…
Gorî îstatîstîkan, wek mînak îstatîstîkên Wikipediayê, Kurdî li ser dinyayê zimanê mezin ê 29emîn e, ku ev îstatîstîk gorî kesên bi çi zimanê diaxifin hatiye dîyarkirin. Ango gorî nifûsa bi Kurdî diaxife, Kurdî zimanê mezin ê 29emîn e di dinyayê de.
Lê ligel vê rastiyê Kurdî li ser plakên zêrîn ên Voyagerê de cih negirt. Bi Kurdî tu mesaj neşandin, tu muzîk tune, wêneyek derheqê çand û şaristaniya Kurdan jî neşandin.
Lê bi zimanên mirî mesajan şandin, her wiha bi hinek zimanên ji Kurdî kêmtir têne axaftin jî mesajan şandin û bi sê zimanên serdest û dagirkerên Kurdistanê jî mesaj hatin şandin. Ango bi Tirkî, Erebî û Farisî…
Çima cih nedan Kurdî?
#kurdistan
#kurdî
#voyager
#kurdish
#kosmos