Yek ji wan rewşenbîrên Kurd e, ku jiyana wan bi temamî di nav têkoşîna de derbasbûye. Çi aliyê fikr û raman ve, çi ji aliyê siyasetê û têkoşînê ve... Di jiyana xwe ya têr, tije û dirêj de ji bo gelê xwe têkoşiya, emrê wî bi têkoşînê derbas bû.
Behsa Osman Sebrî dikim, ango Apê Osman Sebrî... Vê podcastê de hinek behsa jiyana Apê Osman Sebrî dikim û şûn de jî ji berhemek wî ya bi navê “Derdên Me” beşek, ku bi navê “Kolegiriya Ramanê” ye, bi we re parve bikim.
"Gelê ku nikaribe xwe ji ramanên biyanî biparêze û rêya xwe bi xwe vede, dê her û her mehkûmê bindestiyê be. Bindestî ne tenê ew e, ku biyanî welatê mirov bikin kolî! Bindestî, roja ku mirov li ser ramanên biyaniyan bimeşe û xwe ji ramaneke serxwe bêpar bihêle destpê dike. Ev bindestiye ku wê bindestiyê tîne û dergehê welêt li pêş zorkeran vekirî dihêle..." Osman Sebrî - Derdên Me
#OsmanSebri
#ZimaneKurdi