Listen

Description

Vê hefteyê jî min li ser Apê Osman Sebrî podcastêk çêkir. Wekî tê zanîn Osman Sebrî 11ê Cotmeha an jî Kewçêra 1993an çûbû ser dilovaniya xwe. Bi vê minasebetê ez dixwazim Apê Osman dîsa bibîrbînim.

Hefteya borî min hinek agahî derheqê jiyana wî de bi we re parve kiribû û ji berhema wî ya bi navê 'Derdên me' beşek ji we re xwendibû. Vê heyteyê jî ez ê dîsa ji heman berhemê beşek din bi we re parve bikim. Mijara vê berhemê 'Welatparêzî' ye. Ev nîvis, wek rûpelek ji dîrokê mirov dikare binirxîne. Lewra, di vir de Osman Sebrî têkoşîna gelê Kurd a ku ji sedsala bîstan vir de berdewam dike, behsa vî têkoşînê dike. Aliyek ve him bal dikişîne ser têkoşînê, him jî kêmasiyên têkoşîna gelê Kurd rûdixe ber çavan. Bi taybetî jî ji ser seroktiyê û pêşengtiyê gelek tiştên balkêş dibeje, ku mirov dikare bibêje, ev mesele hîn jî ji bo gelê Kurd mijarek girîng e.

“Ceng qedî, her wekî dibû împaratoriya Osmanî mir û ew welat serekî bê xwedî ma. Hemî gelên bindest û azadîxwaz ku xwe ji bo wê rojê pêk anîbûn Tirk ji welatê xwe qewitandin. Tenê Kurdên xwenenas bi zorkerên xwe re yar man!” Osman Sebrî - 'Derdên Me'

#OsmanSebri

#Kurd

#Kurds

#Kurdistan