Listen

Description

Hevî dikim ku, sala nû ji herkesî re xweşî, aramî, tenduristî bîne...

Belê me salek din li paş xwe hişt û sala nû bi hemû çi xweşî çi pirsgirêkên sala borî destpê kir. Lê belê dema mirov ji bo Kurdan sala borî bîne ber çavan, rastî, mirov nikare zêde tiştên baş bibêje. Lewra tiştên hatin serê Kurdan, bi taybetî jî Kurdên dibin mêtingeriya Tirkiyeyê de dijîn, tenê ne di sala 2021an de qewimî bûn, em dikarin behsa tiştên dehsalan, heta sedsalan bikin. 

Loma min di vî Podcastê de bi wesîleya sala borî û sala nû behsa şe'ir û elimê mezin û nemir ê Kurdan Ehmedê Xanî kir. Ka Ehmedê Xanî, nezî 400 salan berê çi gotibû ji bo rewşa Kurdan û îro rewş çi ye? Xanî çi gotibû di berhema xwe ya hêja Mem û Zînê de? Gorî Xanî meseleyên Kurdan ên esasî çi nin û dê çawa çareser bibin? Wekî din min berfirehî di vî Podcastê de behsa girîngiye Xanî bo netewperstên, niştimanên Kurdan jî kiriye. Xanî çawa wek "Bavê fikrên niştimanî yên Kurdan" hatiye qebûlkirin? Xanî piştî çend sedsalan çawa bûye ronî bo têkoşîna gelên Kurd û têkoşêrên wê? 

Belê hîn zêdetir tişt hûn dikarin di vî Podcastê de guhdar bikin... Fermo...

Ehmedê Xanî, di Mem û Zînê de pirsên wisa dike, ez jî bo sala nû van pirsan dubare bikim: 

Îdbara me wê gîha kemale

Aya bûye qabilê zewalê?

Ya her wuhe dê li îstîwa bit

Heta we ku dewrê munteha bit?

Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb

Tali’ bibitin ji bo me kewkeb?

Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xwabi hişyar?

#EhmedêXanî

#EhmedeXani

#AhmedeHani

#Kurd

#Kurds

#Kurdistan

#ZimanêKurdî

#ZimaneKurdi