Celadet Elî Bedirxan, di Sibata 1942an de, di kovara Hawarê de bi navê Herekol Ezîzan nivîsek bi sernav "Zilamek û Zimanek" nivîsandibû. Zilam, Elyezer bin Yehûda yê Cihû bû û ziman jî, zimanê Cihûya yê kevnare Îbranî bû.
Gorî Celadet E. Bedirxan, hikayeta Elyezer bin Yehûda "derseke mezin" e û "herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin." Loma Bedirxan jî bi gotina "Kurdino" bang li Kurdan dike.
Lê banga Celadet E. Bedirxan, mirov dikare ji du aliyan ve nirxîne.
Yek, zimanê Kurdî wek zimanê Îbranî ne zimanek mirî ye û jixwe, bi gotinên Bedirxan, "em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me jî vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin." Ev tespîtên Bedirxan ên salên 1940î nin û bi taybetî dixwazim bala we bikişînim ser. Mixabin mirov îro bi dilek rehat nikare heman tiştê bibêje, lewra rewşa Kurdî gorî salên berê hîn xirabtir e. Piştî van tespîtan Bedirxan, ji Kurdan daxwaz dike ku, "bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin." Loma hikayeta Elyezer bin Yehûda bo Bedirxan wek îbretek e, ango dersek mezin e.
Lê ne tenê ev, adresa banga Bedirxan a duyemîn jî hebû.
Gorî Bedirxan, wî dema vê nivîsê nivisîbû, "piraniya kurdan bi tenê bi zimanê awe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyvin. Lê nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hikdikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berê ewilî hînî bibin û piştre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyezer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin."
Dema mirov binêre, mirov dikare bibêje ku banga Celadet Elî Bedirxan a ku ji hikayeta Elyezer bin Yehûda sûd girtiye, esasî bo van kesan in, ango bo "hindikahiyê" ye. Lewra Kurd piranî jixwe Kurdî dizanin, diaxifin û gelek ji wan jî bilî Kurdî tu zimanê nizanin; lê heman tişt mirov nikare bo hindikahiya li derveyê welat bibêje, wan hem zimanê xwe, Kurdî, ji bîr kirine, hem jî hewldanek wan tune ku zimanê Kurdî hîn bibin û bidin jiyîn.
Loma Bedirxan gelek bi gotinên tûj dibêje ku, “Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ey jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anine û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.”
Piştî van gotinan Celadet Elî Bedirxan, rê jî nîşanê van kesên tevlî hindikahiya derveyê welat ango li xerîbiyê ne dide, wiha dinivisîne:
“Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.”
Gorî nêrîna min, ev nivîsa Celadet Elî Bedirxan, ne tenê bo hesassiyeta xwedîderketina ziman girîng û balkêş e; herwiha di rewşa îro de mirov dikare bi awayek cuda binirxîne, ku ev jî ji bo heman armancê pêwîst e. Behsa zimankujî dikim. Di vî çarçoveyê de gorî min, nivîsa Bedirxan, hem gelek daneyên demî yên girîng dihewîne, hem jî mirov dikare di şert û mercên îro de herdu bangên Bedirxan, ên ku cudahî di navbera wan de hene, bike yek deng û li ser yek navnîşanek ji nû ve bilind bike.
Kurdîno li zimanê xwe xwedî derbikevin!
#CejnaZimanêKurdî
#CejnaZimaneKurdi
#Kurdi #Kurdî
#Kurdish
#CeladetAliBedirhan #CeladetEliBedirxan #CeladetBedirxan