08.02.2025, Paşîn
Min bi The Mountains ya Rebwar Mahmoudpour dest bi sêrkirina fîlmên Zagros Film Festivalê kir.
Va festîvala onlayn îsal di sala xwe ya duduyan de ye.
Fokûsa festîvalê par ser Kurdên Sûrîyê bû, îsal jî li dora Kurdên Îranê çerx dibe.
Bi gotina kordînatorê festîvalê Simon Suleymani, par Rojava, îsal Rojhilat.
Vegerim fîlmê: The Mountains ya ku ez bi xêra vê festîvalê pê hisiyam, belgefîlmeka kin e ser kolberan.
Kolber ji wan kesan re tê gotin, ewên ekserî li mabêna Îraq û Îranê li cîhên asê, li derên pir bi talûke baran bar dikin.
Bar li ser pişta kolberan, berfa sipî ya di The Mountainsê de tesbîteka Soner Sert anî bîra min.
Wî di kitaba xwe ya ser sînemaya Kurdan de digot berf di vê sînemayê de metaforeka pir muhîm e.
Nola ku di rêka Yılmaz Güney re Bahman Ghobadi bi hespên serxweş derbaz bû û berf jî bû mîrate û metafor ji sînemaya Kurdan re.
Rebwar Mahmoudpour jî di wê rêkê re derbaz dibe, bi berfa sipî li çiyayên asê, bi kolberan, bi tirs, bi talûke, bi anîn û birin, qey qedera li sînorên dewletan e, elbet bi mirin.
Omer Faruk Baran