Listen

Description

16.02.2025, Bazar

Îro min ji Zagros Film Festivalê, Yavru Karınca sêr kir, Kurmorî yanî, yanî Baby Ant.

Fîlma bi dîrektorîya Derya Uygurlar behsa dê û keçekê dike, bavkê malê di hepsê de.

Di fîlmê de performansa keçka biçûk ya nav Deniz bala min kişand; ew keçka nav Almina Kahraman ku di çend fîlmên din de jî lîstiye.

Derya Uygurlar bi fîlma sahne û sekansên wê ji hindur malê dernakevin kiriye ku kesên fîlmê sêr dikin hepsê his bikin.

Dîsa qawanoza ku kurmorî têde çerx dibe hinekî wekî heyat û hikayeta hepsîyan e.

Tercîha Derya Uygurlar e qey, qey jiber şertên li Tirkîyê ne, fîlm ne req û rût û kut, lê soft û sivik sivik  dixwaze çend tiştên sîyasî bêje.

Gava mesele zarok bin û sewt û stranên li dora wan sîyasî bin, însan nikane her tiştî rasterast bêje gerçî.

Ji salên 1990î ta salên 2010î sê birayên min sîyasî ketin hepsê derketin. Birazîyên xwe yên biçûk î hûrik re tim ez diçûm hepsê dihatim. 

Ew birazîyên min ku fehm nedikrin bavên wan seba çi ji pişt cam û caxan bi wan re şorê dikin.

Cam û cax.. Dilê min dike çizînî hîn jî gava tê bîra min û dibêjim, birazîyên min bûn, digotin, li cam û caxan dinêrin, digotin, ‘’Apo Farûqqq, baba di televîzyonê de ye.’’

Omer Faruk Baran