Listen

Description

17.02.2025, Duşem

Şev şikestibû, berbang bû hema bêje, min ji Zagros Film Festivalê vekir Director ya Azad Jafarpour û Morad Haghparast sêr kir.

Di vê fîlma anîmasyon de Azad Jafarpour û Morad Haghparast bi senaryoyeka mehnedar mealen dibêjin gava dîrektor dest bi çêkirina fîlma xwe dikin, dibin karakterên fîlmê û dibin fîlma xwe bi xwe talîya talî.

Muzîkê pir nizanim, lê di edebîyatê de jî wisa ye. Şair dibe şiîra xwe mesela, Flaubert dibe Madame Bovarya xwe.

Azad Jafarpour û Morad Haghparast di vê anîmasyona şekil-şiîr de dîrektor bi tiştên di dil û aqilê wî de ji erdê birine ezmên, firandine.

Dîrektor firandine heta talîya fîlmê, heta fîlm jî firîyaye bi dilê dîrektor û bi aqilê Azad Jafarpour û Morad Haghparast. 

Omer Faruk Baran

https://zagrosfestival.com/