Hatim ber van şêmûgên deriyên te bê silav û kilav. Qey tu dibêjî zîyaret e, ocaxa kesera ye bimbarek. Em tên êgir didin ser êgir.
Derdê te ji serê te zêdetir e, bi vêya zanim, kesên peyaman dişînin ji te re derdê te zêde dikin bi wê jî zanim. Lê ya nizanim heyat e. Carinan dibêjim, law xwezî dugmeyek vê mîratê heba me pêlê bikira û bisekiniya ji bo bîstekê, ji bo famkirinekê ji bo hîskirinekê. Hela me çi kir, em çi dikin, dê çi bikin?
Heyat e dibêjim, me leqayî her cûre însanî dike. Felek ee dibêjim me leqayî her dergehî dike. Ma qey feleka yeman e me leqayî her derdî dike? Hawar dikim lo, qey heyat û feleka yeman leqayî hev hatine rê li ber me girtine.
Dixwînim van rojan, ji her rojî bêtir. Her ku dixwînim divarqilim ev emrê me yê ji kinê kintir qîmê xwendinê nake. Diqehirim, diqerqilim radibim dîsa dixwînim.
Carinan dibêjim, gelo divê rêzek an sîstemek hebe ji bo xwendinê, dawiyê dev jê berdidim, çîrokan dixwînim, ecêb xelet dikim ez, dibêjim vedikevim şi'ran dixwînim, divê meriv gorî teşeyekê here yaho dibêjim rûdinim pexşanan dixwînim. Asoxîn dixwînim lê her ku nêzî kelamê dibim dûrê qelemê diçim.
Destê min naçiyê, lawaz im dibêjim, ka ma ezê reben behsa çiyê xwe bikim? Ha ji te re çîrok lê ka ew zimanê qewîyê zexm ji ku bînim, û ziman te peyde kir, tê çi, çawa bêjî?
Werhasil carinan dibêjim ezê negihêm miradê xwe û nikaribim binivîsim lê xwe bi hewla bûyîna xwendekarek jîr û zîrek ve teselî dikim. Ezê bibim xwendekarek zafî xurt. Lê bextê te me tuyê bêyî xwendekariyê ji wan kar û emelê minê din mekî behs. Ew ji vê miradê minê beravêtî xerabtir in.
Madem me qala xwendinê kir emê ji vir pê de herin. Mîna te min jî ji festîvala filman ya Zagrosê filma ser wergera Kawa Nemir, ku ev demek dirêj e min niyet kiribû lê qismet nebûbû sêr bikim sêr kir.
Jixwe Kawa her tim bala min kişandiye. Rast e ez jî mîna gelek xwendekarên Kurdî zêde tênagihêm zimanê wî lê ez zanim durrek û altûnek vaye li vir e û ji bo girtina kêf û zewqê xebatê dixwaze.
Min dest bi xwendina nivîs û şi'ra wî kir. Van rojan ekserî Kawa dixwînim. Di dest min de pirtûka wî, ferhengek her tim divê amade be û ji bo qeydkirina her peyva pê nizanim defterek min heye. Min ev jî ji ber wî girt. Ew jî wilo dixebite.
Ez zanim ezê rojekê Ulyssesa ezamet ku wergerandiye bi Kurdiya ham û tam û fesih jî bi famkirin bixwînim lê xwezî wê rojê kes li dû min nebêje "Lo kaptano, wey dilê mino"
Axirê ezê jî birijînim car caran tiştên pêşa xwe, dibihîsim çîrokên te û derdora te, gohê min tim li ser te ye. Gelek caran ez jî wan derdan digirim û ji bîra min naçe.
Ka ezê çawa giriyê Emînayê ji bîr bikim? Xwedê dengê te û qelema Kawa ji me kêm neke, û heyat e qey emê gêr bibin û biçin.
Guhdar Ş.
*Fotografa li qapaxê ji belgefîlma Aylin Kuryel û Firat Yücel ya ser wergerandına Ulyssesê hatiye girtin.
***
***