Listen

Description

Ezmanekî hêşin î hinek ewrên gewr û sipî lê, deyşta dipdirêj û kîpkesk û roya zer û sor li jor me dibişirî, bi çelengîyên xwe dikirin ku herkesê hatibû Newrozê bela û bêtara bi ser Kobanîyê de hatibû parîyekî bîr bike.

Çi bigir şêni li Sirûcê nemabû, zar zêç û kal û pîr, tevî miletê ji derve, herkes hatibû li ser vî girê ku Kobanî xweş didî kom bûbû.

Di wê qelebalixê de min ji nas û dostan xwe kes ne, lê tek bavê xwe yî li ser heftêyî xistiye û bi heyecana xortê çardeh salî hatiye Newrozê, dî.
Ew û hevalekî xwe rûniştibûn, texmînî qelebalix hesab dikirin. Paşê medyayê çi got nizanim lê texmîna bavê min û hevalê wî 170 hezar kes bû.

Ji meydana Newrozê wêde milet rabûbû ser xanîyan li wî arê gurr dinêrî, ewê li Kobanîyê dadabûn. Silav diçûn wê hêla hidûd û dihatin. Ez jî rabûm hilkişîyam ser xanîyekî. Min li deyştê nihêrî, li Kobanî û li Sirûcê.

Tavilê, ew şiîra Kawa Nemir, ewa sala 1997an li Sirûcê nivîsîye hat bîra min: ''Egaleke berî li rojava silava kitaneke berî li rojhilat vedigire''

Sal 2015, ''saet sê kêm deh deqîqe'' Newroz li Kobanî û Sirûcê sanîye bi sanîye pîroz dibû. 

Omer Faruk Baran

Foto: Sirûc, 2015

⁠⁠⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠⁠

⁠⁠⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠