Listen

Description

Ji muzîka Sarı Odalar ya Sezen Aksu hez dikim: Hîn ez î zar bûm dema ew muzîk cara siftih li guhê min ketibû, tesîr li dilê min kiribû, tesîreka tam.

Ez pir pêda ketim û min stran ji Tirkî bi stîla xwe çerxe Kurmancî kir: Di vê stranê de Sezen Aksu bi hêrs û herb dibêje ''Ez ji heyata te çûm oxlim, de di şûna min ke yekê eger kanî..''

Bes ne gotinên stranê, lê navê stranê meraq çêkirin ji min ra. Jibo ''Sarı Odalar''ê ez dibêjim, ''Odeyên Zer'', tercûmanekî din jî, wergêrek elbet, kane rabe bêje, ne Odeyên Zer lê Jûrên Zer.

Min stran Agustosa 2022yan tercûme kiribû û tevî muzîkê li ser Perxudres Podcastê weşandibû.

Temûza 2025an di restorekirina xelekên berê yên Perxudres Podcastê da jibo meseleyên telîfê muzîkê ji vê xelekê radikim.

Mesele ne rakirina muzîkê ye, na, mesele tercûme ye û ez hîn jî jibo Sarı Odalarê nabêjim Jûrên Zer lê dibêjim Odeyên Zer.

De ku çi yee, nola ku bêjim ez ji wê odeya zer derketim çûm oxlim, zêrê zer bî jî venagerim, navegerim.

Omer Faruk Baran

Fotografa li qapaxê: Sezen Aksu - Spotify.

Va xeleka Agustosa 2022yan, Temûza 2025an jinve hatiye hazirkirin.

***

Perxudres Podcast weşaneka serbixwe ye û ji ti cîhî ti pere û piştgirîyê nastîne. Destekçîyên Perxudres Podcsostê guhdarên nola te hêja ne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bidî vê podcastê ku weşana wê nesekine, dewam bike.

***