Şair, nivîskar, senarîst, grafîker, resam, rojnamevan Vladimir Mayakovsky gorey otobîyografîya xwe havîna 1894an de li gundê Bexdadî yê bajarê Kutays yê Gurcistanê hat dinê.
Mayakovsky piştî zarokîyeka nehs, xwendekarîyeka berbad, li dû mirina bavê xwe bo ji heyeta xwe ya xizan bifilite, sala 1906an bi dê û xwişkên xwe re berê xwe da Moskowê.
Wî li pansîyona dewletê ya ku heqê wê mehê 10 ruble bûn lê dîsa jî li gor wî pir biha bû, feqîrên nola wî û sosyalîst nas kirin. Sala 1908an çû partîyê Mayakovsky, tevî sosyal demokratan bû, Bolşevîkan. Li partîyê navê wî kirin ‘’Heval Konstantin’’
Heval Konstantin hem lîse dixwend, hem di ber re diçû cem karker û kedkaran, ji wan re dûr û dirêj behsa sosyalîzme dikir û ji wan dixwest ku tevî refên partîyê bibin.
Pir neçû, Mayakovsky jiber belakirina îlanên destan û kitabên yasax û yardimên bo girtîyan ket hepsê.
Mayakovsky di hepsê de kitabên nivîskarên mîna Shakespeare û Tolstoy xwendin û tesîra wan li ser wî çêbû. Dema ew ji hepsê derket, xwest karên xwe yên mîlîtanîyê kêm bike û berê xwe êdî bêtir bide xwendin, nivîsîn û çêkirina resman, lê îş tunebû, kar tunebû û pere tunebû.
Sala 1911an li mekteba sanatê David Burliuk nas kir Mayakovsky. Ew şairê ecêb û enteresan di demeke kin de bû dost, oste û mamosteyê Mayakovsky û jiber ku ji halan fehm dikir tim çend quriş deyn didan Mayakovsky û ji wî dixwest ku timûtim binivîse, hinekî din binivîse û hinekî din binivîse.
Mayakovsky dibêje ‘’Ez û ostayê min Burliuk şevekê li Meydana Sretenski ne, min jê re ji şiîreka xwe yek du parçe xwendin û min got ‘Şiîra hevalekî ye..’ Gorey gotina Mayakovsky, Burliuk wê şevê piştî şiîrê ziq li hevalê xwe nihêrîye û bang kiriye û gotiye ‘’Te nivîsîye va, şiîreka şahane, te nivîsîye, tu şairekî pir î mezin î muhteşem î’’
Piştî çed rojan ji wê dostanîyê manîfesto û kovarek derket. Burliuk, Mayakovski û çend hevalên wan ji xwe re gotin ‘’kubo-futurîst’’ û li dora kovara ‘’Sîleyek li Ecibandina Gel’’ top bûn.
‘’Sanata Futurîst’’ sala 1909an bi manîfestoya şairê Îtalyan, Filippo Tomasso Marinetti destpê kiribû, bes ti eleqeya futurîstên Îtalyan û yên Rûs bi hevdu re tunebû. Futurîstên Îtalyan metha makîne û mîtralyozan didan û yên Rûs jî dixwestin sembolîstan ji îqtidara şiîrê gêr bikin û şiîreka gelperest û bi guregur û qebe çêkin. Wan digot gerek ew Puşkin, Dostoyevski û Tolstoy ji gemîya modern ya şiîrê biavêjin behrê bo fetisînê û bi ser de digotin ‘’yê ku eşqa xwe ya pêşî bîr neke, nikane eşqa xwe ya nû bibîne’’
Di serî de derdorên edebî guh nedane wan futurîstên Rûs, gotin ‘’Çend çeqel-çuqil in, paçan dicûn, îşên zarokan dikin.’’, lê dûra ku di ser re hinekî zeman derbaz bû ji Aleksandr Blok heta Maksim Gorki gelek giregirên edebîyatê bi awayekî cidî li wan nihêrîn. Ji nêv wan futurîstan navê Mayavkosky bi şiîrên mîna bejna wî dirêj bela bû û deng veda.
Sala 1915an, Mayakovsky, Lili nas kir; çito çav li wê jinikê ket, dilê wî kete wê. Lili eta Elsa bûye ku şairê Fransî Lois Aragon paşê dikira ser wê ‘’Çavên Elsa’’ binivîsanda û bigota ‘’Evîna bextewer tune ye.’’ Dîsa ew Lili, xanima Ossip Brik bûye ku di civatên kultur, sanat û edebîyatê de rind dihat naskirin.
Mayakovsky di rîya şoreşê de çû çayxaneyan, dikanan, fabrîkayan, erdan, îstasyonan, li her derê behsa sosyalîzmê kir û çû kî derê ji wê derê ji Lili re mektûbên bi eşqê dagirtî şandin. Mêrê Lili, Ossip Brik bi wê eşqê hisiya, lê danûstandina wan, geh sipî geh reş di rîya şoreşê de dewam dikir.
....
Omer Faruk Baran
Fotografa li qapaxê: Mayakovsky
Perxudres Podcastê va xeleka ser Mayakovsky Nîsana 2022yan hazir kiriye û Nîsana sala 2025an bi guherînên biçûk renge û dengekî teze daye wê. Bîblîyografyaya vê xelekê wenda ye, lê tê bîra Omer Faruk Baran ku wî îlhama xwe ya pir ji Nataşa’nın Dansı - Rûsya’nın Kültürel Tarihi ya Orlando Figes sitandiye.
#kurdishpodcast #kürtçepodcast