Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.