podcast
details
.com
Print
Share
Look for any podcast host, guest or anyone
Search
Showing episodes and shows of
Abducelil Kaya
Shows
COSMO Kurdî
Salvegera koça dawî ya Eyşe Şan
18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî rexne kirin û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvan e. Von Abducelil Kaya.
2024-12-27
29 min
COSMO Kurdî
Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in
Qanûna nû ya dij-terorê ya Swêd’ê ket meriyetê û darizandina pêşîn a ji ber vê qanûnê jî dest pê kir. Lê belê qanûnê him li cem raya giştî ya Swêd’ê him jî li cem Kurdên Swêd’ê dengveda û rastî nerazîbûn û rexneyan hat. Di derbarê wan rexne û fikaran de em jî ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd’ê bi rojnameger Beşîr Kavak re bipeyivin, ku ev demeke dirêj e, van mijaran ji nêz ve dişopîne. Von Abducelil Kaya.
2023-06-16
30 min
COSMO Kurdî
HDP'ê çima deng wenda kirin?
© WDR 2023 Von Abducelil Kaya.
2023-06-02
35 min
COSMO Kurdî
Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û dengdanên li derveyî welêt di dawiya meha Nîsan’ê dest pê kir. Di nav wan kesan de, ku dengê xwe da keça Hozan Canê Dilan Örs jî hebû. Em jî pê re li ser wê yekê dipeyivin, ka wê çima deng da, ka bendewariyên wê çi ne. Hevdem, halê hazir li Tirkiye’yê 64 hevwelatiyên Alman di girtîgehê de ne û zêdeyî 60 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê asê mane, ji ber ku derbarê wan de qedexeya derketina ji welêt heye. Von Abducelil Kaya.
2023-05-12
25 min
COSMO Kurdî
14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û di van hilbijartinan de ewê him serokkomarekî nû û him jî parlamentoyeke nû were hilbijartin. Em jî di vî warî de ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huquqnas Vahap Coşkun re dipeyivin. Hevdem di 14’ê Gulan’ê de li Bremen’ê jî hilbijartin hene.Cindî Tuncel jî ji sala 201‘an ve endamê parlemtoyê ye û vê carê jî ji partiya Çep namzet e. Em jî bi vî siyasetmedarê Kurd ê Ezîdî di derbarê hilbijartinan de dipeyivin. Von Abducelil Kaya.
2023-05-05
35 min
COSMO Kurdî
Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir
Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan. Von Abducelil Kaya.
2023-01-20
44 min
COSMO Kurdî
Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî
Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Endamê Parlamentoya Eyaletê ya Berlîn’ê birêz Jian Omar re dipeyivin. Von Abducelil Kaya.
2022-09-20
38 min
COSMO Kurdî
Anatomiya skandalekê: Amed Ahmad çima mir?
Xortê Kurd Amed Ahmad di encama zincireke skandalan de jiyana xwe ji dest da. Vê heftê komîsyona lêpirsînê ya parlamentoya eyaletê ya NRW jî guhdariya şahidê dawî kir û ew jî gihaştin wê encamê ku polîs û karmendên dadweriyê nabe ku werin darizandin. Anku hêviyên edaletê ya dê û bavê Amed careke din şikestin. Von Abducelil Kaya.
2022-02-11
30 min
COSMO Kurdî
Corona: Bilançoya du salan
Enstituya Aborîya Almanya'yê IW di vî warî de raporek belav kir û ragihand, ku Almanya di du salên buhurî de dora 350 Milyar Euro zirar kirine û bi tenê di çareka pêşîn a îsal de zirara ku Corona daye aboriyê dora 50 mîlyar Euro ne. Von Abducelil Kaya.
2022-01-28
29 min
COSMO Kurdî
25 sal li dû Hunermenda Nemir Eyşe Şan
18'ê Kanûnê 25'emîn salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî yên wekî 'hewî' rexne kir û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtî derket, got 'Zimanê Kurdî', 'Pêşmerge'. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvanê COSMO Kurdî ye. Von Abducelil Kaya.
2022-01-14
27 min
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî – 12.12.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (1/3)
© WDR 2021 Von Abducelil Kaya.
2021-12-12
56 min