podcast
details
.com
Print
Share
Look for any podcast host, guest or anyone
Search
Showing episodes and shows of
Bara Kurdi
Shows
Podcast Kurdî
LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE
Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin. Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên çanda kurdî piştgiriyê bidin wî
2024-07-26
20 min
Podcast Kurdî
Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin
Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin. Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî @AzizKalo
2024-07-15
20 min
Podcast Kurdî
Îro Çi Bû? - 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn (4.12.2023
📍Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê yê rê li ber karkirina bijîşkên kurd digire 📍Rojhilat- 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn 📍Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin 📍Li Girêspiyê du grûpên çekdar bi hev ketin 📍Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 16 hezar kesan bûye Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
2023-12-04
13 min
Podcast Kurdî
🎙️Îro Çi Bû? Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! (09.11.2023)
📌Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! 📌Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava dike 📌Kolberek hat kuştin, 13 kolberên din jî birîndar bûn 📌Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îran ve di êrîşên Amerîkayê de hatin kuştin 📌Hêro Mistefa wek balyoza nû ya Amerîkayê li Misrê dest bi kar dike
2023-11-09
18 min
Podcast Kurdî
🎙️Îro Çi Bû? 📌Du mamostayên zimanê Kurdî 20 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin (27.10.2023)
🎙️Îro Çi Bû? 📌Wezareta Parastinê ya Amerîkayê: Li dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Hewlêra hat "şikestin" 📌Du mamostayên zimanê Kurdî 20 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin 📌Jineke ji Rojavayê Kurdistanê li Kilîsê hat girtin 📌Li Efrînê 3 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa yekî ji wan ne diyar e
2023-10-27
15 min
Podcast Kurdî
Îro Çi Bû? - Li Kerkûkê Artêşa Îraqê gelek cotkarên Kurd desteser kirin (25.10.2023)
📌Li Kerkûkê Artêşa Îraqê gelek cotkarên Kurd desteser kirin 📌62 meh cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî Mujgan Kawusiyê hat birîn 📌Li Wanê minîbusê teqle da: 7 kes birîndar bûn 📌Serêkaniyê- Çekdar cihên şûnwarî dikolin
2023-10-25
13 min
Podcast Kurdî
🎙️Îro Çi Bû? 📌Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Wezaretê daxuyanî da (22.10.2023)
🎙️Îro Çi Bû? 📌Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Wezaretê daxuyanî da 📌Girtiya siyasî ya Kurd Xedîce Mehdîpûr ji girtîgeha Îlamê hat berdan 📌Hevserokê HEDEPê: Pirsa Kurdî bi veşartî nayê çareserkirin 📌Asayişê Rojava 6 endamên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê desteserkirine 🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
2023-10-22
14 min
Podcast Kurdî
Destroyed Lives - Adiyaman (Turkey Earthquake)
In this series of Podcast Kurdi, Rozerin Tadik and Mert Yirmibeş explore the socio-psychological effects of the earthquakes that occurred on February 6th in Turkey, which severely affected seven provinces with magnitudes of 7.8 and 7.5. The first episode of "Destroyed Lives" focuses on Adıyaman.
2023-07-05
10 min
Podcast Kurdî
Şahidî û serboriya siyasetmedarekî li medreseyên kurdî
Ehmed Kaya di salên 90î de behsa Medreseyên Kurdistanê dike.Di vê xelekê nû de Xezal û mêvanê xwe Şarederê HDPê yê Erxeniyê Ehmed Kaya li ser Medreseyên Kurdistanê û tesîra salên 9’î ya li ser medreseyan dipeyivin.
2023-06-11
18 min
Podcast Kurdî
Manşet û Sermanşet - 23
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye.Di rojeva vê Manşet û Sermanşetê de cejna zimanê kurdî û hilbijartinên giştî yên Tirkiyê heye.
2023-05-17
13 min
Podcast Kurdî
Dr. Ahmet Kılıç ziwan û weşîye ser o qalî keno
Dr. Ahmet Kılıç mêmanê Podcast Kurdî yo. Ahmet Kiliç meseleya ziwan û weşîye ser o qisê keno û vano; “Ganî nêweş bi ziwanê xo xizmetê weşîye bigîro.”
2023-03-24
18 min
Podcast Kurdî
Gurcistan- Radyoya Ronkayî 40 sal e bûye dengê welat
Ji sala 1978an û heta niha li Radyoya Dewletê ya Gurcistanê weşanên bi kurdî tê kirin. Ev beşa kurdî 40 sal zêdetir e ku bi kurdî dengê xwe digîhîne kurdên Gurcistanê û yên li cîhanê. Bella Sturkî Xanima kurd ji destpêka beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê û heta niha dixebite dibêje, ev weşanên kurdî yê radyoyê zehf girîng e. Ji ber ku piştê hilweşandina Yekîtiya Sovyetê sazî û xebatên kurdan neman û tekane xebatê kurdî maye ku ev jî beşa kurdî ya vê radyoyê ye.
2023-02-04
23 min
Podcast Kurdî
Ciwanên kurd yên nifşa Z ‘heviya me edelet e’
Li Tirkiyeyê nîqaşên hilbijartinên serokomariyê dewam dikin, yek ji kesên ku di vê hilbijartinê de herî zêde dengê xwe dide nifşê ciwanan e ku jê re dibêjin nifşa Zyê ye. Weke Podcast Kurdî me li Diyarbekire hêviyên ciwanan ji van hilbijartinan pirsî.
2023-01-31
11 min
Podcast Kurdî
Civateke kurdî ligel zarokan
Dema hilbijartina dersên kurdî dest pê kiriye. Gonul Morkoç bi destûrên malbatên wan civatek geş û şên bi zarokên bi navê Delal, Mîtan, Armanc û Nûjen re kiriye. Kerem bikin guh bidin vê podcastê.
2023-01-29
14 min
Podcast Kurdî
Pall Weşan: Palpişteka nû di weşangeriya kurdî de
Pall Weşanê @pallwesan li Diyarbekirê merasîmek pêk anî û ragihandiye ku wê dest bi karê xwe kiriye. Di vê podcastê hûn dê guh bidin projeyên paşerojê yên Pall Weşanê. @rozerendipity amade kiriye.
2023-01-23
25 min
Podcast Kurdî
Muzîka kurdî 2022: Gelek vîdyoklîbên nû derketin
Di sala 2022an de gelek albûm û vîdyoklîpên nû hatin tomarkirin. Hunermendên weke Ciwan Haco û Cahit Yatek, Kasım Taşdoğan, Siya Şevê, Yûnis Das bi xebatên xwe derketin pêş.
2023-01-12
07 min
Podcast Kurdî
Semedê yadkerdişê Mehmûd Nêşiteyî
Xebatkar û kedkarê ziwanê ma, nuştox û cigêrayox Mehmûd Nêşite emser mîyanê ma ra şi û dinayaya xo bedilna. Mehmûd Nêşiteyî bi seran semedê ziwanê ma xebata ercaye kerde. Wefatê ey mîyanê Kurdan de bîyo sebebê xemgînîyêka pîle. Ma na Podcasta xo de semedê yadkerdişê ey qalê cuyayîşê ey kenê û yew hîkayeya ey a bi nameyê “Kurdî nêkewenê mezelê Tirkan” wanenê.
2023-01-09
18 min
Podcast Kurdî
Nerîteka hezarsalî: Şeva Yeldayê
Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.
2022-12-21
21 min
Podcast Kurdî
Nerîteka hezarsal î: Şeva Yeldayê
Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.
2022-12-16
21 min
Podcast Kurdî
Zaza Cebelî qalê xebata xo ya arêdayîşê estanikan keno
Nê rojan de 2 kitabê Zaza Cebelî *Dayika Şer (Helbest) û *Meseleyê Verênî û Estonekê hetê weşanxaneyê J&J ra çap bîyê. Zaza Cebelî derheqê na xebata xo de Podcast Kurdî rê behsê xebata xo ya “Meseleyê Verênî û Estonekê” keno. No veng, vengê ziwanê şima yo…
2022-12-02
17 min
Podcast Kurdî
Alî Riza Aslan: Ji bo goreke kurê min hebe min li ber xwe da (Gulistan Korban)
Ali Riza Aslane ku hestiyê kurê wî yê 27 salî di nava kutiyeke de radestî wî kirin ji Podcast Kurdî re axivî. Aslan dibêje; "Ger dozger li wir buna min ê jê re bigota "Ger zarokên te bi vî awayî bidana te yê qebul bikira ez ê jî qebul bikim.
2022-09-06
07 min
Podcast Kurdî
Xalid Sadînî behsa pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan dike
Nivîskar û weşangere Çolemêrgî Xalid Sadînî 20’an zêdetir pirtûk çapkirî ye. Niha jî pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan derxiste holê. Sadînî, bu mehvane Podcast Kurdî behsa Hekkarîyê, Mîrên Hekariyan û pirtûka Mîrnameya Hekariyan kir.
2022-07-29
25 min
Podcast Kurdî
Yeşilyaprak: Ez dixwazim di navbera rîtmên muzika latînî û kurdî de pirekê ava bikim
Perkusyonist @dilanium behsa serboriya xwe û înstrmenta xwe perkusyonê dike. Yeşîlyaprak dibêje ew dixwaze di navbera muzîka kurdî û latînî de pirekê ava bikim.
2022-07-23
31 min
Podcast Kurdî
Hunermendê Newrozê Hesen Zîrek
Îro 50 sal bi ser koça dawî ya Hesen Zîrek re derbas dibin. Zîrek bi sedan stran li gencîneya muzîka kurdî tomar kirine. Podcastera me Xangul Ozbey ji ser Bokanê ji ser aramgeha Hesen Zîrek podcast tomar kiriye.
2022-06-26
10 min
Podcast Kurdî
Hûnermend Mikaîl Aslan bîyo meymanê Podcast Kurdî
Ma na Podcesta xo de deyîrbazo Dêrsimij Mikaîl Aslanî kenî meymanê xo. Ma na Podcasta xo de Dîyarbekir de Mikaîl Aslanî reyde ameyî têlewe û xebata ey, xebata albumê ey a neweyî ser o qisey kerd.
2022-06-20
31 min
Podcast Kurdî
Hunermendê defê Seyîd Tajedîn Huseynî: Def ji bo min heval e
Muzîsyenê kurd Seyid Tajedîn Huseynî di emreke gelekî piçûk de dest bi lêdana defê kiriye û ew bi sala ne defê dijene. Di vê podcastê de Huseynî behsa dîroka defê, cihê wê di muzîka kurdî kiriye.
2022-06-17
38 min
Podcast Kurdî
Dîyarbekir de şayîya Roşanê Ziwanê Kurdî
15ê Gulane Roja Roşanê Ziwanê Kurdî Dîyarbekir de bi çalakîyanê cîya bi cîyayan ame pîrozkerdiş. Hetê Platformê Ziwanê Kurdkî (PZK) û Tora Ziwanî û Kulturê Kurdkî ra bi minasebetê 15ê Gu
2022-05-15
10 min
Podcast Kurdî
Xweparastin ji Tundiyê- 4
Nebûna xizmetguzariya bi zimanê kurdî li saziyên fermî dibê rêgir jinên kurd tûndiya beramberî xwe bînin ziman. Parêzer Semra Balyan û civaknas Berivan Öztürk behsa rêgiriyên li pêş zimanî û tûndiya li ser jinan kirine.
2022-04-26
30 min
Podcast Kurdî
Azad Altun: Rojnamegeriya kurdî gihiştiye asta navneteweyî
Rojnameger Azad Altun Azad Altun zêdetir ji 2 mehan li meydana şerê Ukrayna û Rûsyayê ye. Altun tecrûbeyên xwe yên li meydana şerî û rewşa rojnamegeriya kurdî şîrove dike. M. Salih Bedirxan amade kiriye
2022-04-22
42 min
Podcast Kurdî
Qetlên Reşetariyê! (Gulistan Korban)
Rojnamegeriya Kurdî îro 124 saliya xwe pîroz dike. Di Rewitiya 124 salan de karwanê vê rêwîtiyê gelek bedelên giran dane. Di rêza podcasta Qetlên Reşetariyê de me behsa çîroka kuştiba belavkarê Azadiya Welat Qedir Bagdu kiriye.
2022-04-22
12 min
Podcast Kurdî
Aplikasyona Qurana Kurdî
Grubeke dildarên kurdî ji bo Quran bi zimanê kurdî bê xwendin û fêrkirin, aplikasyonek çêkirine. Yên dixwazin bi kurdî Quranê fêr bibe û bi xwine dikarin vê aplîkasyonê daxilî telefonên xwe bikin. Quranakurdî Ronî Bedirxan “Ev xebata me ji bo zimanê kurdî ye."
2022-04-03
14 min
Podcast Kurdî
Çîroka jineke li du kelepora kurdî: Zeynep Yaş
“Stranên ku jinên kurd sitraye zêdetir di hişê civaka kurdî de weke klasîkên muzîka kurdî mane. Jinan reseniya civata kurdî bi giştî berhevkirine û strane.” Nûjîn Onen amade kiriye.
2022-03-11
32 min
Podcast Kurdî
Xutbeya kurdî li meleyan qedexe ye!
Mele Enwer Emir Kulu ku ji ber xutbeya kurdî doz lê hatiye vekirin dibêje; Televizyona kurdî vekirine lê ji ber me ji cemaata xwe ya kurd re bi kurdî xutbe û waaz daye doz li me vekirin edaleta wan jî ev e.
2022-02-25
19 min
Podcast Kurdî
Zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike (Gönül Morkoç)
Malbatên zarokên xwe bi şîwezarên kurmancî û zazakî mezin kirine dibêjin, zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike û zarokên di akademî û perwerdeyê ne gelekî serkeftîne. Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye.
2022-02-21
09 min
Podcast Kurdî
Hewlêr- Jiyanek li du berhevkariya keleporê
Kerîm Şêxanî ji zaroktiyê ve kelûpelên kurdî berhev dike û niha li bin Keleha Hewlêrê ji wan keleûpelan mûzexaneyeke niştimanî ava kiriye. Şiyar Şerîf Berazî amade kiriye.
2022-02-19
08 min
Podcast Kurdî
Seferberî ji bo kurdî ye
Kampanya aktivîst û dildarên kurdî ya ‘’kurdî hilbijêrin’’ ji aliyê xelkê bi germî hat pêşwazîkirin û bi hezaran kesî navên zarokên xwe ji bo dersên bijartî yên kurmancî û zazakî tomarkirine. Rojnameger Gönül Morkoç ê amade kiriye.
2022-01-20
07 min
Podcast Kurdî
Perwerdeya Kurdî heq e!
Ça ku heya dibistan ava nebin, dê mamosta jî tayîn nebin, eynî reng bo mamostayên kurdî tayîn bibin, divê dersên kurdî bên hilbijartin. Dr. Kenan Subaşı dibêje; tenê dersa kurdî ya hilbijartî ne bes e, lê ew 2 saet ders jî wê gelek deriyên nû li ber kurdî veke.
2022-01-10
18 min
Breaking Free
My father's story- Khaled Kurdi
This episode of Breaking Free is a special one, recorded from my home in Amman-Jordan with my Dad as my guest. My father dreamt of becoming a pilot when he grew up, it seemed like an impossible dream as the fifth child in a big family with very little income or education.I love how he didn't let this stop him from believing and eventually manifesting his dream. He taught himself English from magazines and dictionaries, studied flight manuals and saved up money working as an electronic technician in the Gulf till he managed to reach a...
2021-07-27
36 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ? 07.06.2021
🎙️Di navbera Kifrî û Xaneqînê goreke bi kom hat dîtin 🎙️Li Diyarbekirê mitînga zimanê Kurdî hat astengkirin 🎙️Ji bo girtina HDPê careke din doz hat vekirin
2021-06-07
05 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ? (02.06.2021)
Li Xurmatûyê 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin Li Bedlîsê şer di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de derket Tora Ziman û Çanda Kurdî wê mitîngan li dar bixe Li Minbicê 4 kes hatin kuştin
2021-06-02
05 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ? (31.05.2021)
Artêşa Tirkiye daristanên Herêma Kurdistanê dibire Çekdaran li Efrînê 2 kesên din bi îşkenceyê kuştin 5 dibistanên kurdî li Kerkûkê hatin girtin
2021-05-31
04 min
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR - Rewşa weşangeriyê li bakur: 117 kitêb hatine qedexekirin
Weşangerên kurd rastî çi astengî û zehmetiyan tên? Wezareta Çandê li hemberî weşanxaneyên kurd, xwedî helwêsteke çawa ye? Weşangerên kurd berhemên xwe çawa belav dikin? Rewşa Awarte û pandemiyê bandoreke çawa li weşangeran kir? Binpêkirinên di vî warî de pêk tên çi ne? Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi lêkolîner Reha Ruhavîoglu, di çarçoveya ‘Rapora Şopandina Rewşa Weşangeriya Çandî ya Kurdî: Du gavan bi pêş ve, gavekê bi paş ve’ li ser rewşa weşangeriyê û binpêkirina mafan axiviye. Ru...
2021-05-08
33 min
Podcast Kurdî
Underground Sînema- FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ-
🎙️Fatoş Yildiz behsa sînemaya undergroundê û qala derhêner Andy Warhol kir. 📽️ Andy Warhol yek ji wan derhêneran e ku li hemberî Hollywoodê karên xwe kirine.
2021-05-04
08 min
Breaking Free
Overcoming the Fear of Failure
Welcome to Breaking Free. I’m Rania Kurdi and I want you to imagine what you could do if you allowed your mind to freely explore unlimited abundance.I’m a Jordanian-British comedian, mother of two, and transformational life coach. I believe that once you stop questioning yourself, you can start to encourage yourself to take risks and to take a step towards things that you haven't dared to do before. I don’t believe that we should allow ourselves to be held back in our pursuits just because we’re scared of failing.Today...
2021-04-27
12 min
Podcast Kurdî
Kurdish Global Film Festivalê kelecaneke bi sînemahezan re çêkir - FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ
12emîn festîvala Kurdî ya Londonê di 16 nîsanê de di bin navê Kurdistana Min destpê kir. Festîvala Londonê îsal cîyawazîyek kir û bi deh festîvalên kurdî re ket reyekê û festîvalek global li dar xist. @fatossterk bi lijneya festivalê derhener Berî Shalmashî û directora festivala Londonê Ferhan Sterk re di derbara festivale de axivî.
2021-04-24
36 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ? (21.04.2021)
Li Qamişlo şerê hêzên kurdî û milîsên rejimê berdewam dike Ji şer li Rihayê şer 3 kes mirin Li Kirmaşanê rêjeya berketina zarokan bi Koronayê zêde bûye Parlamentoya Kurdistanê 22ê Nîsanê weke roja rojnamegeriya kurdî nas kir
2021-04-21
04 min
Podcast Kurdî
Sebahattîn Şen: Di proseya şerî de sînemaya kurdî lawaz dibe - DENGE ROJNAMEGERAN
Edîtorê Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto ligel Sebahattîn Şen çend mijarên taybet ên sînemaya kurdî weke dîrok, polîtîkbûn, paşxane, pênase, dîaspora û pêşeroja sînemaya kurdî di 2 xelekan gotûbêjkirine. Ev xeleka yekem e.
2021-04-18
23 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ? (08.04.2021)
Malbatên Roboskiyê car din serî li Dadgeha Destûrê didin Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên siyasî civiya Qeyûmê Farqînê tabeleya bi kurdî rakir û li cihê wê ya tirkî danî Urmiye- 2 girtî bo cîbicîkirina cezaya îdamê ji bo odeya yek kesî hatine veguhastin
2021-04-08
05 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ? (06.04.2021)
Karvedanên li ser axavtina dijî Kurdî ya mamosteya Tirk berdewam in Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê mirine Li Kampa Holê 6 endamên din ên DAIŞê hatin girtin Heta niha zêdetir ji 3 mîlyon kes bi Koronayê mirine
2021-04-06
05 min
Podcast Kurdî
ÎRO ÇI BÛ?(31.03.21)
Dadgeha Destûrê îdianameya girtina HDPê paşve vegerand Nêçîrvan Barzanî: Serederiya Iraqê ligel Kurdistanê ne federalî ye, Rêjeya berketîyên Koronayê li Bakurê zêde dibe Pênc partî û rêxistinên kurdî daxwaza azadkirina Hişyar Ozalp kirin
2021-03-31
05 min
Podcast Kurdî
Awirek li sînemayê û kovara Temaşe(Dengê Rojnamegeran-Armanc Dayan)
Xwendekarê sînemayê Armanc Dayan derbarê sînemaya kurdî li Bakurê Kurdistanê ligel edîtorê Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto û lêkolîner Benazîr Ozmen qise kiriye û podcastek amade kiriye.
2021-03-27
26 min
Podcast Kurdî
Helebce di 3 fîlmên kurdî de (DENGÊ ROJNAMEGERAN - Ehmed Berojî)
Ehmed Berojî karvedena jenosîda Helebceyê di fîlmên ''Textê Reş'', ''Kilamek ji Bo Beko'' û ''Jiyan'' de vê podcastê şîrove dike.
2021-03-15
16 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ- Kêşeyên derhêneran
Derhêner @selimolawo Selîm Yildiz bûye mêvanê vê xeleka @fatoshSterk ê. Selîm dibêje ji bo bi dawîbûna belgefîlma wî ya bi navê Monolgê pêwîstiya wî bi alîkiriya temaşevanên wî heye.
2021-03-12
18 min
Podcast Kurdî
Keybanûya Hollywodê Lois Weber - FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ
Fatoş Yıldız di beşa nû ya Kadraja Kurdî de behsa derhener û senarîsta navdar Lois Weber kir. Lois Weber jî ji yek wan jinên ku ji hela dîrokê vê hatîye windakirin. Seroka Universial Studio çawa hat ji bîr kirin ?
2021-02-14
10 min
Podcast Kurdî
DENGÊ ROJNAMEGERAN- RUKEN SARILI- Şerefxan Cizîrî: Xwedîderketina li kurdî, erk û peywira hemû kurdan e
Rojnameger Rûken Sarili ligel Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî û nivîskar Şerefxan Cizîrî, li ser xebatên platformê, erk û peywirên civakî û pêşeroja zimanê kurdî podcastek amade kiriye.
2021-01-25
19 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ : Erdal Kaya: Dixwazim hemû sikakên me bibin sahne
Guhdarên ezîz, mevanê vê xeleka Kadraja Kurdî şanoger û listîkvan Erdal Kaya ye. @fatossterk û @erdal_kaya_ behsa rêzefîlma Îşev rewşa şanıgeriyê kirine û podcastek amade kirine.
2021-01-17
22 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ : Yekem derhenera jin Alice Guy Blache
Fatoş Yıldız di beşa nû ya Kadraja Kurdî de behsa yekem derhenera jin Alice Guy Blache kir. Yekem fîlma bi çîrok jî ji hela Alice ve hat çekirin lê çima di dinyayê de wilo kêm tê naskirin.
2021-01-15
07 min
Podcast Kurdî
DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Nerîta sersalê li nava kurdan
Guhdarên hêja!📣Rojnameger Perîxan Kaya, derbarê şahiyên sersala kurdî û nerîta sersalê li nava kurdan bi dîroknas @KadirKaragz qise kiriye û podcastek amade kiriye kerem bikin lê guhdar bikin. 🎙️🎧
2021-01-12
11 min
Podcast Kurdî
DENGÊ ROJNAMEGERAN- RUKEN SARILI-Tesîra siyasetê li ser hunera kurdî
Rojnameger Rûken Sarili ligel şanogerê kurd Osman Xunav qise kiriye û derbarê rewşa şanoya kurdî li Bakurê Kurdistanê tesîra şanoyê li siyasetê podcastek amade kiriye.
2020-12-31
14 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ - Festîvalên fîlmên kurdî yên Dîasporayê
Silav guhdarên ezîz! Mevanê vê xeleka Kadraja Kurdî directorê festîvala kurdî yê Londonê Ferhan Stêrk e. @fatossterk û Ferhan Stêrk di derbara festîvalên kurdî taybet li ser festîvala Londonê bernameyek amade kirine.
2020-12-29
37 min
Podcast Kurdî
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ -Abdullah Keskîn: Tevgereke ciddi ya xwendina kurdî heye
Guhdarên hêja, xwediyê @Avestayayin ê Abdullah Keskîn bûye mêvanê bernameya Rabêjê û ligel M.Salih Bedirxan behsa serpêhatî û 25 saliya weşanxaneya Avestayê kiriye. Keskîn dibêje tevgereke ciddî ya xwendina kurdî heye
2020-12-15
35 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: "Bûn an nebûna" karakterên jinan di sînemaya kurdî de
Mêvanê vê xeleka Kadraja Kurdî ya lîstikvan û podcaster @Fatossterk birêve dibe lîstikvan û şanoger @BerryJannim e. Shemdin û Stêrk behsa rola jinan awayê "hebûn û nebûna" jinan û karekterên sînemaya kurdî dikin.
2020-12-06
37 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Li ser sînemaya Kurdî û ya cîhanê
Guhdarên hêja @fatossterk û @alikemal di 8 e mijdarê de bûn mevana @weqfamezopotamyayê debarê sînemaya cîhanê û sînemaya kurdî de li ser mijarên cur bi cur şitexilîn
2020-12-05
1h 20
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ - DERKENAR: Dilbahar: Helbestên min hatin desteserkirin û li ber çavê min hatin şewitandin
Hemîd Dilbahar dibêje nivîskarên girtî rastî pêkutî, zext û êrîşên fizîkî tên, “Pirtûkên ku nivîskaran bi xwe nivîsînê dema ji derve ji wan re tên şandin, ji wan re nayên dawîn… Ez bi xwe jî gelek caran rastî pêkanînên bi vî rengî hatime. Di dîlgirtina min a yekem de gelek helbestên min hatin desteserkirin û di bin çavan de, li ber çavê min hatin şewitandin.” Dilbahar, “Em dikarin bi serbilindahî û serfiraziyeke mezin bibêjin ku zîndan ji bo kurdan û ji bo kurdî di heman demê de dibistan, r...
2020-11-29
28 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Dî Sînemaya Almanyayê de Rêbaza Ekspresyonîzîmê
Guhdaran ezîz @fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Robert Wiene û li ser rêbaza ekspresyonîzîmê ku di salên 1900î de li Almanyayê xwe nîşan dide podcastek amade kiriye
2020-11-13
09 min
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîyê li Rojhilat
Li rojhilat kîjan weşanxane û navendên rewşenbîrî hene? Taybetmendiyên sereke yên edebiyata rojhilat çi ne? Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîya kurdî li Rojhilat çawa ye? Bersivan van pirsan û agahiyên zêdetir di podcasta me de ne. Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi nivîskar, wergêr û mamosteya zimanê kurdî Sayîme Xakpûr re li ser edeb û nivîskarî û weşangeriya kurdî li rojhilat hevpeyvînek kir.
2020-11-12
11 min
Podcast Kurdî
Bikaranîna qada dîjîtal ji bo belavkirina kurdî
Rojnamevan Rûken Sarili derbarê belavkirina kurdî li ser platformên dîjîtal û nêzîkahiya nifşê nû ya beramber kurdî di qada online de bi civaknas, perwerdekar û nivîskarê kurd Adnan Firat Bayar re gotûbêjek kiriye û podcastek amade kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
2020-11-06
17 min
Podcast Kurdî
DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Fêrkirina kurdî li torên medyaya civakî
Mamoste Gulsuma Demîr li ser malpera xwe û hesabê xwe yê @Kurdishlesson2 ê tora medyaya civakî dersên online yê kurdî ji biyaniyan re vedibêje. Mamoste Gulsuma Demîr bû mêvana Podcast Kurdiyê û behsa projeyên xwe kir.
2020-09-17
19 min
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî: Beşa Şeşemîn - Hevpeyvîn li gel Tahir Baykuşak
Di vê beşê de, ez bi lêkolîner Tahir Baykuşak re li ser Kurdên Stenbolê yên di dewra Dewleta Osmanîyan de li Stenbolê jîyayîn axivîm. Hûn ê di vê beşê de şexsîyet, mekan û komeleyên wê demê nas bikin. Muzîk: Mehmet Atli - Bazdam Bazdam
2020-09-07
1h 27

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Ber bi hilbijatinên serokatiya Amerîkayê
Hlbijartinên serokatiya Amerîkayê, nêzîkatiya Joe Biden li kurdan, gotinên Joe Biden derbarê Tirkiyê mijarên vê podcastê ne. @BedirxanSalih û Berpirsê Navenda Enformasyana Kurdî li Amerîkayê @AKINinfo behsa hilbijartinên Amerîkayê kirine.
2020-09-03
18 min
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Kemaçe û kemaçevanîya Torê; ji duh heta îro
Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakir fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û li kemaçê dide. Mevlüt Oğuz bi Dr. Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê hevpeyvîneke berfireh kirîye.
2020-08-31
45 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Rêbaza Azad di Sînemaya Brîtanyayê de
Guhdarên ezîz @fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Lindsay Anderson û li ser rêbaza azad ku di salên 1950an de li Brîtanyayê xwe nîşan didê podcastek amade kiriye.
2020-08-27
07 min
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Mamosteyê ku bi KHKyê hatiye îxrackirin bi dersa kurdî debara xwe dike
Her diçe rêjeya mamosteyên kurdî zêde dibe û ligel kurdan biyanî jî eleqeyekê ji bo zimanê kurdî nîşan didin. Gelo kurdî dikare bibe derfetek ji bo debarê? Ji bilî kurdan kî fêrî kurdî dibe û profîla xwendekaran çawa ye? Mevlüt Oğuz li dor van pirsan sohbetek bi dilsoz û mamosteyê Kurdî Rifat Yildiz re kir.
2020-08-22
19 min
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî 5: Çinareke Sedsalî / Mûsa Anter
Di beşê da edîtorê Nusxeya Kurdî, Tofan Sunbul di derbarê Mûsa Anterî da axivî. Îsal, 2020, sedsalîya Apê Mûsa ye, bi vê minasebê me ev beş amade kir. Di vê beşê da hûn ê guhdarîya serpêhatîyên Anterî bikin, anektodan ji jîyana wî bibihîsîn, herweha hûn ê li gel kitêbên wî yên bi navê Birîna Reş, Qimil, Bîranînên Min û Çinara min; di derbarê Doza 49an, Wargeha Xwendekarên Dîcleyê da jî bibin xwedî agahî. Sedsalî û rojbûna Apê Mûsa Anter pîroz be! Muzîk: Metîn Kemal Kahraman - Apê Musa Koma Berxwedan
2020-07-20
1h 01
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî 5: Çinareke Sedsalî / Mûsa Anter
Di beşê da edîtorê Nusxeya Kurdî, Tofan Sunbul di derbarê Mûsa Anterî da axivî. Îsal, 2020, sedsalîya Apê Mûsa ye, bi vê minasebê me ev beş amade kir. Di vê beşê da hûn ê guhdarîya serpêhatîyên Anterî bikin, anektodan ji jîyana wî bibihîsîn, herweha hûn ê li gel kitêbên wî yên bi navê Birîna Reş, Qimil, Bîranînên Min û Çinara min; di derbarê Doza 49an, Wargeha Xwendekarên Dîcleyê da jî bibin xwedî agahî. Sedsalî û rojbûna Apê Mûsa Anter pîroz be! Muzîk: Metîn Kemal Kahraman - Apê Musa Koma Berxweda

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Dîrokçeya ferhengên kurdî û çend ferhengên bikêrhatî
Mevlut Oğuz, di beşa pêncemîn a Derkenarê de li ser ferhengên kurdî/kurmancî sekiniye û dîmenekî giştî yên ferhengên kurdî derxistiye. Ferhengên pêşî yên kurdî kîjan in? Heta niha di kîjan waran de û bi kîjan zimanan ferhengên kurdî hatine çapkirin? Di kîjan waran de hewcedarî bi ferhengên nû heye? Bersiva van pirsan û ahagiyên zêdetir li ser ferhengan di beşa nû ya Derkenarê de ye.
2020-06-26
16 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Realîzma nû û sînemaya Îtalyayê
Guhdarên ezîz @fatosyildiz di bernameya Kadraja Kurdî de li ser realîzma nû ya sînemaya Îtalyayê û tesîra Şerê Cîhanê yê duyem ê ku li sinemaya Îtalyayê bandor kirîye, podcastekê amade kir.
2020-06-04
09 min
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Çend kelam li ser kovara “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” û weşanên zarokan
Hevkarê me Mevlüt Oğuz di beşa çaremîn a ‘Derkenar’ de yekem kovara zarokan a Kurdî ya bi navê "Girr û Gallî Mindallanî Kurd" dide naskirin û çend pêşniyaran dike.
2020-05-29
17 min
Podcast Kurdî
ROZA SIERRA- TÛRIK: Dîdarek ligel “Bilbilê Welat” Seîd Gabarî
Yek ji stûnê 40 salên dawî yê muzîka kurdî Seîd Gabarî 4ê Gulanê ji nava me bar kir. @rozasierra yê beriya bi 3 mehan li Hewlêrê serdana hunermend Gabarî kiribû û sohbetek pê re çêkiribû. Guhdarên ezîz hûn dikarin beşekî ji wê sohbetê guhdar bikin.
2020-05-24
18 min
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî 4: Kovara Hawar û Cejna Zimanê Kurdî
Di beşa çaremîn a Podcasta Nusxeya Kurdî de edîtorê beşê Tofan Sunbul ji bo 15ê Gulanê li ser Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî axivî. Di navbera axaftinê de jî helbestên şa'irên kovarê yên bûyin stran hene. 88 salîya Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!
2020-05-16
34 min

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Sohbetek ligel Dotmîra Kurdan
15.Gulana 1932an roja derketina Kovara Hawarê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî li nava kurdan tê pîroz kirin. Îsal 88 saliya kovara Hawarê ye. M. Salih Bedirxan derbarê Hawarê û malbata Bedirxaniyan de podcastek bi Sînemxan Bedirxanê amade re kiriye.
2020-05-15
27 min
Podcast Kurdî
MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Name di edebiyata Kurdî de
Cih û girîngiya nameyan di wêjeya Kurdî de çi ne? Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di nameyên xwe de qala çi dikin? Kîjan nivîskarî ji bo debara xwe kemaçeya kurê xwe firotiye û kîjan nivîskaran di nameyên xwe de nîqaşên rêzimanî kirine?
2020-04-25
19 min
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî 3: Hevpeyvîn digel Ibrahim Keivo
Ev beşa sêyemîn a podcasta Nusxeya Kurdî - نوسخەی کوردی ye. Di vê beşê de, Tofan Sonbul bi Ibrahim Keivo ra li ser Komkujîya Ermenan, Fermana Êzidîyan, Çarşema Sor, bêrikirina wî ya welatî, çîroka malbatê û jiyana wî ya hunerê axivî. Nîsan hem meha komkujîya Ermenîyan e hem jî meha Çarşema Sor a Êzidîyan e. Hem Komkujîya Ermenan hem jî ola Êzdayetîyê tesîreke zêde li ser Keivo û hunera wî kirine. Hunermend Keivo stranên xwe bi pênc zimanan –Ermenkî, Kurdî, Sûryanî, Erebî û Aşûrî– distrîne û bi pênc enstrûmanan –bozuq, tembûr, ûd, cimbiş, kemençe– lê d...
2020-04-24
1h 46

HOZAN ADAR- ÇÎROKÊN ROJNAMEGERAN: Hatice Kamer
122 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz be. Rojnamegera xwedî gelek tecrûbe û bi salan li Bakurê Kurdistanê rojnemegeriyê dike Hatîce Kamer bû mêvana bernameya “Çîrokên Rojnmagerên Kurd” û behsa serpêhatiya xwe ya rojnamegeriyê, astengiyên li pêş rojnameger û rojnemevaniya kurdî kir.
2020-04-22
23 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Godard û Rêbaza Sînemaya Nûjen ya Fransayê
Qonaxên sînemaya Fransayê û sînemageriya dêrhenerê naskirî yê fransî Jean-Luc Godard û rêbaza wî ya nû di di sînemaya Fransayê de, tesîra wî li ser sînamegerên fransî, mijar naveroka fîlmên wî di vê podcastê de cîh digirin. Kerem bikin lê guhdar bikin.
2020-04-22
05 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Derhener Alî Kemal Çinar
Di kadraja Kurdî de heyvpeyvinek bi derhener Alî Kemal Çinar re. Em di vê bernameyê de çîroka sînemaya Alî Kemal û sînrmaya. Kurdî axîfîn.
2020-04-09
13 min
Podcast Kurdî
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Sînema, dîroka sînemayê û kurd
FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Sînema, dîroka sînemayê û kurd
2020-03-23
07 min
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî 2: Kurd, Kitêb, Komele, Kovar / 1844 - 1923
Ev beşa duyemîn a podcasta Nusxeya Kurdî - نوسخەی کوردی ye. Di destpêkê de edîtorê The Kurdish Editionê Sardar Saadî li ser rewşa corona virûsê çend agahî dan û newroza îsal pîroz kir. Edîtorê Nusxeya Kurdî, Tofan Sûnbûl di vê beşê de di derbarê kurd, kitêb, komele, kovar û çapxaneyên di dewra Osmanîyan (1844) heta komara Tirkiyeyê (1923) axivî, digel vê têkilîya çapxaneyê û nasnameya kurdî jî bû mijara vê beşê. Wêne: Kongreya Xoybûnê, 1927, Libnan. Muzîk: 1. Hozan Serhad - Wûn ken 2. Erdewan Zaxoyî - Evro ke Newroz hatewe 3. Ze Tîje - Mest 4. Meyrem Xan - Helîm 5. Ilana Eliya - Newroz
2020-03-22
1h 07

Mevlüt Oğuz - Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdiyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî
Mevlüt Oğuz - Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdiyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî
2020-03-21
22 min
The Kurdish Edition
Nusxeya Kurdî 1: Rewşa Ziman û Weşangerîya Kurdî li Bakur
Ev beşa yekemîn a podcasta Nusxeya Kurdî ye. Tofan Sûnbûl edîtorê nû yê beşa kurdî ya podcasta The Kurdish Edition - Nusxeya Kurdî - نوسخەی کوردی ye. Di vê beşê de em li ser rewşa zimanê kurdî û weşangerîya kurdî ya li bakurê Kurdistanê bi îstatîstîkan axivîn. Hûn dikarin me li ser Spotify, Apple Podcast, Twitter, Facebook, û Instagram bi navê The Kurdish Edition bişopînin. Wêne: Kamiran Bedirxan 1971an de li Swêdê zimanê kurdî hînî hemwelatîyên xwe dike. (Ji rûpela Twitterê ya Rohat Alakomî)
2020-02-08
1h 17