podcast
details
.com
Print
Share
Look for any podcast host, guest or anyone
Search
Showing episodes and shows of
Celil Kaya
Shows
COSMO Kurdî
PKK'ê dest bi danîna çekan kir
Pêvajoya 9 mehî ya çareseriyê gihaşt qonaxeke dîrokî û çendîn endamên PKK’ê bi merasîmekê çekên xwe danîn û îmha kirin. Ev gav ji aliyê Tirkiye’yê ve bi awayekî kêfxweşî pêşwazî kirin. Lê hêjayî gotinê ye, aliyê Kurdî niha li benda wan gavên sîyasî û huqûqî ye, ku aliyê Tirkiye’yê soz dabû. Em jî ji Zanîngeha Dîcleyê bi Vahap Coşkun re li ser vê pêvajoyê û gavên di dorê de dipeyivin. Von Celil Kaya.
2025-07-11
37 min
COSMO Kurdî
Şerê 12 rojî ya Îran û Îsraîl'ê
Şerê Îsraîl û Îran'ê 12 rojan ajot û heta Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê jî rojekê rasterast tesîsên atomî yên Îran’ê bombebaran kirin. Taliyê di 25’ê mehê bi navbeykariya Amerîka’yê agirbestek hat ragihandin. Lê ji hingî ve herdu alî berdewam gef li hevdu dixwin. Em jî ji Zanîngeha Carleton a Kanada’yê bi profesorê alîkar bi Dr. Sardar Saadî re li ser vî şerî, helwesta Kurdên Rojhilat û pêşbîniyên sibê rojê dipeyivin. Von Celil Kaya.
2025-06-27
37 min
COSMO Kurdî
Pêvajoya Aştiyê û Qedexeya PKK'ê
Partiya Karkekê Kurdistan’ê PKK, ku ji 1993’an ve li Almanya’yê qedexe ye, di sala 2022’an der serî li wezareta navxweyî dabû, ku qedexe were rakirin. Herçend wezaretê ev daxwaz red jî kir, rêxistinê serî li dadgeha îdarî ya Berlîn’ê da. Rêxistin niha biryarên çekdanîn û xwefesxkirinê jî li serlêdana xwe zêde dike. Ji MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Engül şîrove dike. Von Celil Kaya.
2025-06-13
32 min
COSMO Kurdî
2026: Zanîngeha Kurdî-Almanî tê vekirin
Di sala 2026’an de yekemîn zanîngeha navnetewî ya Kurdî-Almanî dest bi perwedehiyê dike û amadehî gihaştine qonaxa dawîn. Zanîngeh ewê ne tenê dersên ziman û wêja Kurdî bi zimanê Kurdî bide lê herweha beşên din ên wekî zanistên civakî û beşên teknolojiyê jî. Em jî ji lijneya damezinêr bi Lezgîn Botan re li ser amadehiyên zanîngehê û zehmetê û derfetên wê dipeyivin. Von Celil Kaya.
2025-05-30
33 min
COSMO Kurdî
Dawiya PKK'ê û têkoşîna çekdarî
Partiya Karkerên Kurdistan’ê PKK’ê li ser banga Abdullah Öcalan dawî têkoşîna xwe ya çekdarî anî û xwe fesix kir. Ev yek nayê wê wateyê ku wan dev ji doza xwe berdaye lê belê ewê ji niha û pê ve têkoşîna xwe bi rê û rêbazên aştiyane bimeşînin, wekî siyaset û rêxistinkirina civakî. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çîçek paşxaneya xwe fesixkirina PKK’ê û encamên wê yên ser pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.
2025-05-16
49 min
COSMO Kurdî
Rojava: Konferansa Yekrêziya Kurdî
Roja 26’ê li Qamişlo’yê Konferenasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat li dar xistin û di encamê de biryar derket, ku Kurd ewê bi şandeyeke hevpar herin Şam’ê, da ku doza mafên netewî yên Kurdan lê herweha yên pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Vê yekê li cem ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistan’ê lê tevahiya Kurdistan’ê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Rojnameger Roj Mûsa him encamên konferansê him jî li dengvedan û karîgeriyên wê şîrove dike. Von Celil Kaya.
2025-04-30
37 min
COSMO Kurdî
Aştî heta dawiya Hezîranê?
Bi hevdîtina şandeya DEM Partî ya digel serokkomar Erdoğan pêvajoya çareseriyê ket qonaxeke nû lê belê aliyê Tirk hîna jî gavên hewce ne avêtin. Ji aliyê din de tê pêşbînî kirin, ku pêvajo heta dawiya meha Hezîranê bi awayekî serkeftî biçe serî. Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan’ê KNK’ê Nilüfer Koç şîrove dike. Von Celil Kaya.
2025-04-18
41 min
COSMO Kurdî
Pêvajoya çareseriyê û qeyyûm
(c) WDR 2025 Von Celil Kaya.
2025-04-04
36 min
COSMO Kurdî
Dersînorkirina Koçber û Penaberan
Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike. Von Celil Kaya.
2025-03-28
26 min
COSMO Kurdî
Rêkeftina Mazlum Abdî û Colanî
Di 10’ê mehê de fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê çiqas be? Von Celil Kaya.
2025-03-14
33 min
COSMO Kurdî
Ji Öcalan banga çekberdanê
Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali’yê de ye, di 27’ê mehê bang li PKK’ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji deewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK’ê bi Zubeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin. Von Celil Kaya.
2025-03-07
37 min
COSMO Kurdî
Pirrzimanî di nav malbat û perwerdehiyê de
21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî em ji Yek-Mal Akademî bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn’ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive. Von Celil Kaya.
2025-02-21
35 min
COSMO Kurdî
Hilbijartin 2025: Vedat Akter ji Köln'ê namzet e
di 23’ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Helbet di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Emê jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan bipeyivin. Von Celil Kaya.
2025-02-07
41 min
COSMO Kurdî
Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm
Serok Mesûd Barzanî di 16’ê mehê de li Hewlêr’ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye’yê yên ser bendava Tişrîn’ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani’yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî degvedanên vê hevdîtina li Hewlêrê gotûbêj dikin. Von Celil Kaya.
2025-01-24
43 min
COSMO Kurdî
Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî
Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de li Tehran’ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Di Sibata 2024’an de Dadgeha Inqilaba Îslamî cezayê îdamê da Pexşan Ezîzî. Herweha cezayê 4 sal cezayê zindanê ji ber endametiya PJAK’ê. Dadgeha bilind jî di 8’ê mehê de wî cezayê pesend kir. Von Celil Kaya.
2025-01-17
30 min
Bu Köşe Kitap Köşesi
Tetes Kitap'ın kurucusu ve yazar Kaya Tanış'la söyleşi
2024 yılının kelimeleri, Celil Oker'in yeni kitabı ve kitap dünyasından haftanın öne çıkan diğer haberleri... Yine yılla birlikte yayın dünyasına katılacak olan Tetes Kitap vesilesiyle günün konuğu da bu yeni yayınevinin kurucusu yazar Kaya Tanış.
2024-12-29
12 min
COSMO Kurdî
Rejîm rûxa- Kurd ewê çi bikin?
Rejîma Esad rûxa û desthilatdariya welêt ket destê Heyet Tahrir uş-Şam. Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava berdewam dike. Kurd ewê sibêroja Sûrî de çi rolê bilîzin? Em jî ji rêxistina civaka sivîl ji Civil Waves PÊL bi Ferhad Ehmê re li ser rûxana rejîmê û sibêja Sûrî de dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-12-13
58 min
COSMO TÜRKÇE – Almanya'da öne çıkan konularda bilgilendirici Türkçe podcast
Suriye’de durum belirsiz - Kürtler ne yapacak?
HTŞ'nin Suriye'de yönetimi ele geçirmesinin ardından ülkenin siyasi haritası yeniden şekilleniyor. Ülkedeki en önemli aktörlerden biri de Kürtler. Türkiye destekli Suriye Milli Ordusu’nun (SMO), YPG’nin kontrolü altındaki Menbiç’e girdiği, ancak hala çatışmaların sürdüğü belirtiliyor. Menbiç’in düşmesi Ankara’nın başarı hanesine yazılacak bir durum. Suriye’ye hakim olan karmaşık güç dengelerini gazeteci Murat Sabuncu ve Cosmo’nun Kürtçe yayınından Celil Kaya ile konuştuk. Mikrofonda Elmas Topcu ve Gökçe Göksu var. Von Gökce Göksu.
2024-12-10
32 min
COSMO Kurdî
Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere
Serokê MHP’ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Serokkomar Erdoğan jî careke din xwedî li vê bangê derket. Niha di rojevê de seredana endamên DEM Partiyê ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Öcalan heye. Em jî ji Rojnameger Îrfan Aktan dipirsin, ka ew vê pêvajoyê çawa dinirxîne û şert û mercên niha çawa dibîne ji bo destpêkirin û meşandina pêvajoyeke nû. Von Celil Kaya.
2024-11-29
34 min
COSMO Kurdî
Tirkiye: Aştî ya xapînok?
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP’ê Devlet Bahçeli banga xwe ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan dubare kir. Aliyê dewletê dixwaze PKK yekser çekan berde. Hevdem hikûmetê careke din qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek şîrove dike. Von Celil Kaya.
2024-11-15
45 min
COSMO Kurdî
Tirkiye: Pêvajoyeke din a aştiyê?
Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Tirkiye’yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.
2024-11-01
47 min
COSMO Kurdî
Scholz seredana Erdoğan dike
Di 5’emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye’yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey’yê û rewşa li herêmên dagirkî dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-10-18
42 min
COSMO Kurdî
Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê
Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-10-04
29 min
COSMO Kurdî
2. Salvegera kuştina Jîna Emînî
Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.
2024-09-20
34 min
COSMO Kurdî
Çîroka Stranekê: Welatê me Kurdistan e
Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan’ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.
2024-09-06
34 min
COSMO Kurdî
50 salên bi huner: Şivan Perwer
Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-08-23
34 min
COSMO Kurdî
Betlane mafê her zarokekî/ê ye
Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin. Von Celil Kaya.
2024-08-09
31 min
COSMO Kurdî
Lihevhatina Erdoğan û Esad
Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin. Von Celil Kaya.
2024-07-26
42 min
COSMO Kurdî
Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûr
(c) WDR 2024 Von Celil Kaya.
2024-07-12
36 min
COSMO Kurdî
Piştî Salan Dîsa Koma Amed
Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bin endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-06-28
30 min
COSMO Kurdî
Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan
Li Iraq'ê pêşniyara naskirina Êzîdiyan wekî miltteke cihê û komkirina 182 îmzeyên endamên parlamentoyê pêleke din a nîqaşan jî bi xwe re anî. Ev jî ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên Almanya’yê bi Dr. Îrfan Ortaç re, bi berdevkê Encûma Êzîdîyên Sûrî bi nivîskar û helbestvan Serhan Îsa re li ser vê mijarê dipeyivin. Herweha nivîskarê Êzîdî Newaf Mîro jî li ser vê nîqaşê dîtinên radigihîne. Von Celil Kaya.
2024-06-14
45 min
COSMO Kurdî
Zanîngeha Rojava: Yekemîn derçûyên Master'ê
Îsal cara pêşîn li cem Zanîngeha Rojava ji Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî çendîn kesan dereceya masterê wergirtin, ku di nav wan de jin jî hene. Em jî pêşî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-05-31
35 min
COSMO Kurdî
Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî
Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê "Dengê min tê te?" tê li dar xistin.Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dr. Dawit Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser edebiyata Kurdî ya sirgûnê dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-05-17
27 min
COSMO Kurdî
Shahmaran: Muzîka Kurdî ya Elektronîk
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-05-03
34 min
Oh sheet!
Video Game Music VS Classical Music w/ Amanda Kaya
Today I have a chat with @amandakaya , and we're talking about- the differences between video game music vs classical- prejudice in classical musicians towards vgm players- is there a place for VGM in concert halls and venues- influencer musicians vs concert artists- being a social media creator, niching down- fetishism on musicians's social media pagesConnect with Amanda:https://www.instagram.com/amanda.g.kaya/https://www.youtube.com/@UCczfSOAFxSTAi2CzCtumEjQ https://www.tiktok.com/@amandakayaguitar?lang=enMany of th...
2024-04-29
1h 21
COSMO Kurdî
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin Von Celil Kaya.
2024-04-19
24 min
COSMO Kurdî
Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan
Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir. Von Celil Kaya.
2024-04-12
26 min
COSMO Kurdî
30 saliya Civaka Kurdî ya Almanya'yê
© WDR 2024 Von Celil Kaya.
2024-03-22
28 min
COSMO Kurdî
HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî
© WDR 2024 Von Celil Kaya.
2024-03-08
33 min
COSMO Kurdî
Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vê rojê ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-02-23
37 min
COSMO Kurdî
Swêd radyoya Kurdî digire
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin. Von Celil Kaya.
2024-02-09
26 min
COSMO Kurdî
Almanya li dij rastgiran ser piyan e
Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin. Von Celil Kaya.
2024-01-26
27 min
COSMO Kurdî
Gurên Boz: Gefên li dij siyasetmedarên Kurd
Çalakiyên îstîxbarata Tirk ên li derveyî welat ev demek e, di rojeva Almanya’yê de ye. Lê belê herweha hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Vê dawiyê siyasetmedara herêmî ya ji Frankfurt’ê Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt. Von Celil Kaya.
2024-01-12
24 min
COSMO Kurdî
Pisîk çav venaxwin
© WDR 2023 Von Celil Kaya.
2023-12-29
32 min
COSMO Kurdî
Şer û Siyaseta Femînîst a Derve
Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e. Von Celil Kaya.
2023-12-15
34 min
COSMO Kurdî
Wergerandina Ulysses'ê
Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir ev roman bixwe wergerand bo Kurdî û parsal ji weşanên Avesta weşand. Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metsa eslî de bi dengen re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne. Von Celil Kaya.
2023-12-01
40 min
COSMO Kurdî
Almanya dixwaze Êzîdiyan dersînor bike
Herçend Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî Genozid anku nijadkujî nas kir jî hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Gelek Êzîdî dema ku diçin daîreyên biyaniyan, da ku îqama xwe dirêj bikin, yekser tên girtin û wan dişînin Abschiebehaft anku girtîgeha beriya dersînorkirinê. Li hember vê yekê jî bi dehan Êzîdî ji bo mehekê kon vedan li pêşiya Bundestag. Di 10’ê mehê de şandeyeke Êzîdiyan bi nûnerên SPD’ê re rûniştin û çalakî bi dawî hat. Von Celil Kaya.
2023-11-17
35 min
COSMO Kurdî
Rojava: Aboriya Civakî çi ye?
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin. Von Celil Kaya.
2023-11-03
37 min
COSMO Kurdî
Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan
© WDR 2023 Von Celil Kaya.
2023-10-20
29 min
COSMO Kurdî
Dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan
Rêxistina bi navê Kurdish European Society di çarçoveya projeyeke dîaloga di navbera olan de Kurdên Musulman û Êzîdiyan tîne cem hev. Mebest kar tê kirin, lêborîn û lihevhatin e. Von Celil Kaya.
2023-10-06
34 min
COSMO Kurdî
34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîka Bilal G. dike, him li ser hûgiliyên bûyerê û him jî qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin. Von Celil Kaya.
2023-09-23
40 min
COSMO Kurdî
34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîka Bilal G. dike, him li ser hûgiliyên bûyerê û him jî qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin. Von Celil Kaya.
2023-09-22
40 min
COSMO Kurdî
Li Dêrê Zorê çi diqewime?
© WDR 2023 Von Celil Kaya.
2023-09-08
36 min
COSMO Kurdî
100 sal şanoya Kurdî
Pirr nayê zanîn lê belê şanoya Kurdî xwedî dîrokeke zêdeyî 100 salî ye. Em jî bi şanoger Mîrza Metin re him li ser dîroka û sibêroja şanoya Kurdî dipeyivin him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike. Von Celil Kaya.
2023-08-25
38 min
COSMO Kurdî
Pisîk Çay Venaxwin
Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman a bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî Von Celil Kaya.
2023-08-11
32 min
COSMO Kurdî
Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an
© WDR 2023 Von Celil Kaya.
2023-07-28
38 min
COSMO Kurdî
NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir
Tirkiye'yê piştî 15 mehan vetoya xwe ya ser endametiya Swêd'ê ya li cem NATO'yê rakir. Îcar di endametiya Swêd’ê ya li cem NATO’yê serkeftina mezin ya kê ye? Û herweha di encama vê yekê de herî zêde kê wenda kir? Em van pirsan û çendîn pirsên din ji pisporê zanistên siyasî ji Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.
2023-07-14
32 min
COSMO Kurdî
Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin
Rêveberiya xweser piştî têkçûna Daişê ya li ser erdê bang li welatên peywendîdar û civaka navnetewî dikir, ku hevwelatiyên xwe yan bibin û bixwe darizînin yan jî piştgirî bidin, ku li Rojava Trîbunaleke Navnetewî were damezirandin. Bersivek ji wan nehat û Rêvberiya Xweser jî di vê dawiyê ragihand, ew nema li benda civaka navnetewî dimînin û ewê dest bi darizandina Daişiyên biyanî bikin. Von Celil Kaya.
2023-06-30
36 min
Adult Music
“Fabulous Frets”
In this episode, we discuss recordings of “Visages Baroques” (Deutsche Grammophon) by Raphaël Feuillâtre, “Paper Moon: Songs by Hadjidakis” (BIS) by Elena Papandreou, “Carlo Domeniconi: Sinbad - A Fairy Tale For Solo Guitar, Op. 49” (Naxos) by Celil Refik Kaya, “Chico Pinheiro and Romero Lubambo: Two Brothers” (Sunnyside) by Chico Pinheiro & Romero Lubambo, “Deep Breath” (Shifting Paradigm Records) by Kenny Reichert, and “Shaw’s Groove” (Origin Records) by Jason Keiser. The Adult Music Podcast is featured in: Feedspot's Best 60 Jazz Podcasts Episode 114 Deezer Playlist “Visages Baroques” (Deutsche Gramm...
2023-05-08
1h 57
COSMO Kurdî
TİP'ê çav berda dengên HDP'ê
Di 14’ê Nîsanê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî parlamentoyê tên li dar xistin. Heta niha hemû lîste û namzet jî misoger bûn û ji aliyê YSK’ê ve hatin pesend kirin. Lê belê wekî ku me hefteyên buhurî jî ragihandibû, endama Bloka Ked û Azadiyê TİP, li hin bajaran bi listeyên xwe dikeve hilbijartinan û dibe reqîbê lîsteyên Partiya Çep a Kesk. Di vî warî de li cem Kurdan ne tenê dilşikestin lê belê hêrsek jî heye. Di vî warî de em jî bi Rojnamager Irfan Aktan re dipeyivin. Von Celil Kaya.
2023-04-21
23 min
COSMO Kurdî
Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê
Di 14’ê Gulanê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin. Nazmet hêdî hêdî zelal dibin. HDP ji ber tirsa doza girtinê di bin navê partiya çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û ji bo serokkomariyê bixwe namzetek nîşan neda. Di 23’ê Adarê de Dadgeha Navnetewî ya Tahkîmê Milyar û nîv dolar cezayê père da Tirkiye’yê çima ku bêyî rizamendiya Bexda’yê nefta Kurdistan’ê difirot. Von Celil Kaya.
2023-04-07
53 min
COSMO Kurdî
Li Almanya'yê nijadperestiya dij Kurdan
© WDR 2023 Von Celil Kaya.
2023-03-24
42 min
COSMO Kurdî
Hilbijartinên Serokkomarî - Nêzîkbûna Enqere û Şam
© WDR 2023 Von Celil Kaya.
2023-03-10
28 min
COSMO Kurdî
Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin
Kurdên li Sûrî ji ber cudakariya li hember gilî û gazinan dikin, ku alîkariyên navnetewî nadin wan. Hevpeyvîna digel Yusuf Muhammed. Di derbarê travmaya erdhejê de heypevyîna digel dêrûnînas û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan. Romana dawî ya Bextiyar Elî Dagirkirina Tarîtiyê dibe şano. Hevpeyvîna digel derhêner Ihsan Othmann Von Celil Kaya.
2023-02-24
1h 00
COSMO Kurdî
Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê
Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ? Von Celil Kaya.
2023-01-13
25 min
COSMO Kurdî
Li Parîs'ê dîsa komkujî
Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane. Von Celil Kaya.
2022-12-30
20 min
COSMO Kurdî
Reva ji destê dadgerên Erdoğan
Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gihand Almanya’yê. Û ev serpêhatiya xwe kir pirtûk û bi Tirkî û Almanî weşand. Von Celil Kaya.
2022-12-16
39 min
COSMO Kurdî
Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike
Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. HSD’ê ragihand herî kêm 20 şervanên wan di encama êrîşan de jiyana ji dest dane. Von Celil Kaya.
2022-12-02
30 min
COSMO Kurdî
Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye?
Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçeya Güçlükonak a Şirnex’ê. Ji Amedê, nirxandinên rojnameger Hatice Kamer. Von Celil Kaya.
2022-11-18
40 min
COSMO Kurdî
Li Efrîn'ê çi diqewime?
Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurttir derxe pêşiya Esad? Em van pirsan, ji Washington‘ê ji rojnameger Sirwan Qiço bikin. Von Celil Kaya.
2022-11-04
39 min
COSMO Kurdî
Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî?
Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye. Von Celil Kaya.
2022-10-21
36 min
COSMO Kurdî
Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî
Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, berî ku were Almanya’yê. Von Celil Kaya.
2022-10-07
49 min
COSMO Kurdî
Yaşar Kemal bi Kurdî
Vê heftê mijara me yek ji mezintirîn nivîskarên wêjeya bi zimanê Tirkî Yaşar Kemal e, ku pirtûkên wî Kurdî jî tê de bo zêdeyî çil zimanan hatine wergerandin. Di vê beşê de emê guh didin nirxandinên rexnegîr û weşangeran û em herweha digel Wergêr û Rojhilatnas Bekir Şiwanî dipeyivin, ku pirtûkeke li ser vî nivîskarê mezin wergerandiye Kurdî Soranî. Wekî din fîlmsaz Sîrwan Rehîm ji me re him behsa belgefîlma ser Yaşar Kemal û him jî qonaxên jiyan û nivîskariya Yaşar Kemal dike. Von Celil Kaya.
2022-09-09
52 min
COSMO Kurdî
Wergerandina edebiyata zarokan
Çîrokên navdar ên cihanê her ku diçe bêhtir bi Kurdî tên wergerandin û gelek weşanxane jî wan geh wekî set geh yeko yeko çap dikin û digihînin dê û bavan. Vê dawiyê Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEK-MAL li ser wergerandina edebiyata zarokan rêze-kargeh li dar xistin, ku tê de pisporên zimanî û pedagojiyê, werger û herweha weşanger beşdar bûn. Von Celil Kaya.
2022-08-26
51 min
COSMO Kurdî
Nameyên ji şairekî ciwan re
Herkesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê Rilke bihistiye. Dr. Abdullah Incekan berhema wî ya bi navê Nameyên ji şairekî ciwan re wegerand Kurdî. Dr. Abdullah İncekan nivîskar, zimannas û pedagogekî Kurd e, ku ji zaroktiya xwe ve li Almanya’yê dijî. Wî li zanîngeha Duisburg-Essenê beşên Germanîstîk, Turkolojî û Pedagojîya Înterkulturel xwendine û Doktoraya xwe jî li zanîngeha Bamberg’ê di beşa Zimannasiya Gelemperî de li ser hin xalên zimanê Kurdî kiriye. Von Celil Kaya.
2022-08-19
40 min
COSMO Kurdî
Êrîşa Perex'ê: Tirkiye ket tengasiyê
Wezîrê Karên Derve yê Iraq'ê Fûad Husên roja 26’ê mehê li pêşiya Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bang li Tirkiye’yê kir, ku dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser axa Iraq’ê bîne. Civata Ewlekariyê, li ser banga Iraq’ê bi lezgînî kom bû, ku êrîşa roja 20’ê mehê ya ser seyrangeheke gundê Perex’ê ya Başûrê Kurdistan’ê nîqaş bike. Di encama vê êrîşê de zarok jî tê de 9 geştiyarên Ereb ên ji Naverast û Başûrê Iraq’ê hatibûn kuştin û 33 kesên din jî hatibûn kuştin. Von Celil Kaya.
2022-07-29
45 min
COSMO Kurdî
Almanya navên Kurdan dide MIT'a Tirk
Li Almanya’yê, ev 30 sal in, ku her komele yan dezgehek, ku navê ‘Kurdî’ li ser be, agahiyên wê bi awayekî otomatîk ji bo Dezgeha Parastina Destûrê (BfV) û Emniyeta Federal (BKA) tê şandin. Ev yek di dawiha meha Gulanê de li ser bersiva hikûmeta federal a ji bo pirsiyarnameyeke ya parlamentera ji Partiya Çep Gökay Akbulut derketibû holê. Daîreya Zanistî ya Bundestag dibêje, ev yek ne qanûnî ye. Von Celil Kaya.
2022-07-01
39 min
COSMO Kurdî
Dersînorkirina penaxwazên ji Tirkiye'yê
© WDR 2022 Von Celil Kaya.
2022-06-17
42 min
COSMO Kurdî
Erdoğan êrîşên nû yên ser Rojava ragihandin
Serokkkomarê tirk Erdoğan vê heftê êrîşên nû yên ser Bakurê Sûrî ragihandin. Vê carê hedef Menbic û Til Rifaat in. Ji Rûsya û DYE nerazîbûn hatin lê belê nayê zanîn ka ji ber muzakereyên endametiya Swêd û Fînlandiya ya li cem NATO Amerîka careke din lempa kes ji Tirkiye'yê veke. Rêvebirê rêxistina sivîl PÊL Ferhad Ehmê şîrove dike. Von Celil Kaya.
2022-06-03
46 min
COSMO Kurdî
Ji Erdogan bazariya NATO û Kurdan
© WDR 2022 Von Celil Kaya.
2022-05-20
29 min
COSMO Kurdî
Kazimî ji bo Erdoğan şerê wekaletê dike
Çavê cîhanê li Ukrayna'yê lê Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava û Başûrê Iraq'ê zêde kirin. Hevdem li ser daxwaza Tirkiye'yê artêşa Iraq'ê jî ev çend roj in bi çekên giran êrîşî Şingal'ê dike. Yekîneyên Berxwedanê yên Şingal'ê YBŞ jî bersiva êrişan dide û ji ber hevkariyê PDK'ê tawanbar dike. Dr. Sardar Saadî rewşê dinirxîne. Von Celil Kaya.
2022-05-06
38 min
COSMO Kurdî
Rehîneyên siyasî yên Erdoğan
© WDR 2022 Von Celil Kaya.
2022-04-22
41 min
COSMO Kurdî
Daişiyên vegeriyayî şîrîkê jenosîdê ne
Hikûmeta federal 10 Daişiyên jin û 27 zarokên wan ji Rojava rahiştin û anîn Almanya’yê. Lê belê ev ne yekem car bû. Almanya’yê ji Havîna 2019’an û vir çar carên din bi giştî 12 jinên Daişî û 42 zarok paş de anîne. Ev jin û zarok xeternak in? Darizandina daişiyên vegeriyayî çawa dimeşe? Ji Zentralrat der Ezide (ZED) Dr. Irfan Ortac rave dike. Von Celil Kaya.
2022-04-08
42 min
COSMO Kurdî
Tevî sistkirinan dîsa jî vaksîn
Em di pandemiyê de ketin qonaxeke nû û gelek tedbîrên pandemiyê jî yan hatin rakirin yan jî hatin sist kirin. Lê belê ev nayê wê wateyê, ku pandemî bi dawî bû. Li gor amarên Enstituya Robert Koch, di nav hefteyekê de 1 milyon û nîv haletên nû yên Coronayê hatin tomar kirin, ku ev rêje rekorek e. Von Celil Kaya.
2022-03-25
17 min
COSMO Kurdî
Şerê Ukrayna'yê û Rojavayê Kurdistan'ê
Şerê Ukrayna'yê berdewam dike. Nerazîbûna cîhanê ya li hember Pûtîn zêde dibe. Gelo ev şer dikare helwesta cihanê ya li hember Kurdên Sûrî biguherîne û fesendek bide wan? Dr. Yasin Sunca him sedem him jî encamên pêkan ên vî şerî şîrove dike. Von Celil Kaya.
2022-03-11
44 min
COSMO Kurdî
Dersên Kurdî: Modela Swêd'ê
21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê bû. Em jî vê heftê li ser dersên Kurdî yên li Almanya'yê hûr dibin û wê bi Swêd'ê, ku baştirîn mînaka li Ewropa'yê ye, didin ber hev. Mamoste Samîr Xidir Ebdî û Haydar Diljen mêvanên vê xelekê ne. Von Celil Kaya.
2022-02-25
1h 08
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî – 02.01.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (3/3)
© WDR 2022 Von Celil Kaya.
2022-01-02
59 min
COSMO Kurdî
COSMO Kurdî – 19.12.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (2/3)
© WDR 2021 Von Celil Kaya.
2021-12-19
46 min
sadovoww
Fırat Türküsü - İbrahim Tatlıses ve Ahmet Kaya - Canlı Performans
2020-12-03
05 min
sadovoww
İbrahim Tatlıses x Ahmet Kaya - Yine de yandı gönlüm - canlı performans
2020-12-03
03 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #14: SANAL GERÇEKLİK Mİ? GERÇEK SANALLIK MI?
Yarından Hikayeler yeni bölümünde kişisel VR deneyimlerimizden eğlenceli bir kesit bulacaksınız. Sanal gerçeklik mi yoksa gerçek sanallık mı diye sorduğumuz bu bölümde ikisini de düşün, tarafını seç! :) Keyifli Dinlemeler... Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle): Deniz Kozluklu, Evren Akal, İpek Doğramacı, Kaya Gökçe Dinçyürek, Okan Ulas Gezeroglu, Sule Civi, yesatalim, Aygül özbek, Cengiz , Gokdeniz, Ediz Kırman, İhsan Dişkan, Gursel Mutlu, Gürkan Akçay, Koray Al, Melis Aritman Alp...
2019-07-16
24 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #14: SANAL GERÇEKLİK Mİ? GERÇEK SANALLIK MI?
Yarından Hikayeler yeni bölümünde kişisel VR deneyimlerimizden eğlenceli bir kesit bulacaksınız. Sanal gerçeklik mi yoksa gerçek sanallık mı diye sorduğumuz bu bölümde ikisini de düşün, tarafını seç! :)Keyifli Dinlemeler...Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle):Deniz Kozluklu, Evren Akal, İpek Doğramacı, Kaya Gökçe Dinçyürek, Okan Ulas Gezeroglu, Sule Civi, yesatalim, Aygül özbek, Cengiz , Gokdeniz, Ediz Kırman, İhsan Dişkan, Gursel Mutlu, Gürkan Akçay, Koray Al, Melis Aritman Alp...
2019-07-16
23 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #13: ROBOT DA OLSA ANA ANADIR!
*** DİKKAT SPOILER İÇERİR!!! *** Robotlar annelik yapabilir mi? Yarından Hikayeler'in bu bölümünde I am Mother filmini konuştuk. SPOILER ALERT! Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle): Deniz Kozluklu, Evren Akal, İpek Doğramacı, Kaya Gökçe Dinçyürek, Okan Ulas Gezeroglu, Sule Civi, yesatalim, Aygül özbek, Cengiz , Gokdeniz, Ediz Kırman, İhsan Dişkan, Gursel Mutlu, Gürkan Akçay, Koray Al, Melis Aritman Alp, Ozgur AGCAKAYA, Ozgur Bozat, Tevfik Uyar, Zeynep Kiziltan, Çağrı Yalgın, Arman Sernaz, Evren Aslan...
2019-07-09
19 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #12: MARK ZUCKERBERG TELEFONUNUZU AÇAR MI?
*** DİKKAT SPOILER İÇERİR!!! *** Mark Zuckerberg telefonunuzu açar mı? Black Mirror 5. Sezon, 2 ve 3. Bölümü konuştuk. SPOILER ALERT! Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle): Deniz Kozluklu, Evren Akal, İpek Doğramacı, Kaya Gökçe Dinçyürek, Okan Ulas Gezeroglu, Sule Civi, yesatalim, Aygül özbek, Cengiz , Gokdeniz, Ediz Kırman, Gursel Mutlu, Gürkan Akçay, Koray Al, Melis Aritman Alp, Ozgur AGCAKAYA, Ozgur Bozat, Tevfik Uyar, Zeynep Kiziltan, Çağrı Yalgın, Arman Sernaz, Evren Aslankaraoğlu, Utku Sakallıoğlu, Berkan Alper Kaya, Ce...
2019-06-20
22 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #11: OYUN ARKADAŞINIZA AŞIK OLUR MUSUNUZ?
*** DİKKAT SPOILER İÇERİR!!! *** Oyun arkadaşınıza aşık olur musunuz? Black Mirror 5. Sezon, 1. Bölümü konuştuk. SPOILER ALERT! Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle): Deniz Kozluklu, Evren Akal, İpek Doğramacı, Kaya Gökçe Dinçyürek, Okan Ulas Gezeroglu, Sule Civi, yesatalim, Aygül özbek, Cengiz , Gokdeniz, Ediz Kırman, Gursel Mutlu, Gürkan Akçay, Koray Al, Melis Aritman Alp, Ozgur AGCAKAYA, Ozgur Bozat, Tevfik Uyar, Zeynep Kiziltan, Çağrı Yalgın, Arman Sernaz, Evren Aslankaraoğlu, Utku Sakallıoğlu, Berkan Alper Kaya...
2019-06-17
20 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #10: BİYOTERÖR VE NANOTEKNOLOJİK FELAKETLER
Çok tehlikeli bir virüs ya da süperbakteri dünyanın sonunu getirebilir mi? Peki ya kendi kendini üretebilen nano bir makine? Programda bahsettiğimiz bağlantılar --------------------------------------------------------------- Antibiyotik direnciyle ilgili Muhabbet Teorisi bölümü: https://www.youtube.com/watch?v=ZSsLO... Nanoteknoloji: http://www.acikbilim.com/2014/04/dosy... Hazırlayan ve Sunanlar: Emre Yorgancıgil ve Tevfik Uyar Kamera ve Montaj: Doğukan Güzelşen, Kübra Karacan Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle): Deniz Kozluklu...
2019-05-22
27 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #9: DÜNYA’YA ASTEROİD ÇARPARSA
Yemek Sepeti'nin sunduğu bu bölümümüzde Dünya'ya asteroid çarpar mı? 2018 yılında ABD kongresine sunulan rapordan notlar ve asteroid tehlikesiyle mücadele yöntemlerini konuştuk. Programda bahsettiğimiz bağlantılar --------------------------------------------------------------- Köksal Özer'in ilgili zinciri: https://twitter.com/stomodeum/status/... 2018 tarihli ABD Ulusal Hazırlık Planı: https://www.whitehouse.gov/wp-content/uploads/2018/06/National-Near-Earth-Object-Preparedness-Strategy-and-Action-Plan-23-pages-1MB.pdf Hazırlayan ve Sunanlar: Emre Yorgancıgil ve Tevfik Uyar Kamera ve Montaj: Doğukan Güzelşen, Kübra Karacan Bu yayınımızı ücretli aboneler...
2019-05-14
28 min
Açık Bilim Podcast
YARINDAN HİKAYELER #8: VAROLUŞSAL RİSKLER
Uzaylılar gezegenimizi istila eder mi? Dost ya da düşman olmaları için bir gerekçe var mı? Bu yayınımızda "uzaylı istilası" konusunu ele aldık. Hazırlayan ve Sunanlar: Emre Yorgancıgil ve Tevfik Uyar Kamera ve Montaj: Doğukan Güzelşen, Kübra Karacan Bu yayınımızı ücretli abonelerimiz sayesinde gerçekleştirdik (Patreon'da yer alan isimleriyle): Deniz Kozluklu, Evren Akal, İpek Doğramacı, Kaya Gökçe Dinçyürek, Okan Ulas Gezeroglu, Sule Civi, yesatalim, Aygül özbek, Cengiz , Gokdeniz, Ediz Kırman, Gursel Mutlu, Gürkan Akçay, Ko...
2019-04-16
30 min
girişimci sözlüğü
sübvansiyon / devlet destekleri nedir?
Devletler, ülke ekonomisini büyütmek amacıyla girişim şirketlerini cesaretlendirmeye çalışır, onlara destek olurlar. Bu bölümde bu destekleri ve girişimcilerin bu desteklere nasıl ulaşacaklarını konuşuyoruz. Sübvansiyon ya da halk arasındaki söylemiyle, devlet destekleri nedir?Bölümde bahsettiğim Başar Kaya'nın yazısı: https://medium.com/@basarkaya/kiminin-paras%C4%B1-kiminin-duas%C4%B1-melek-yat%C4%B1r%C4%B1m-vs-kamu-hibe-fonlar%C4%B1-de9fda3e19f7
2018-07-15
20 min
Classical Guitar Insider
Episode 73 Celil Refik Kaya
It’s Turkey Day!!! Not the day you burp and fart and watch two teams you don’t care about give each other dementia, Turkey Day with award winning Turkish guitarist and composer Celil Refik Kaya!
2016-03-11
1h 10