podcast
details
.com
Print
Share
Look for any podcast host, guest or anyone
Search
Showing episodes and shows of
Omer Faruk
Shows
Perxudres Podcast
#223. Mektûba Serdar Laçin û Ticareta Newrozê
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Serdar Laçin radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Newrozeka serê salên 2000î bû li Diyarbekir; qedexeyên ser Newrozan hê nû radibûn wan salan. Em sê zarok, ez Serdar û du dostên min Şiyar û û Rêzan, di wê Newroza serbest de me xwest em ji mezinên xwe biqetin û bi tena serê xwe bigerin. Me wer jî kir. Em ket...
2025-03-21
01 min
Perxudres Podcast
#222. Mektûba Guhdar N. û Mekteba Newrozê
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Em diçûn mekteba orte. Ne biçûk bûn êdî em, ne mezin bûn tam. Lê me tam zanibû mekteb wê roja Newrozê li me bûye zindan. Tew me bihîstibû Kawa wê were Newrozê û roja me ya herî pîroz û bi doz û zindana mektebê zindantir bibû. Hevalên sinifê tev me...
2025-03-20
01 min
Perxudres Podcast
#221. Mektûba Guhdar MW. û Donerên Newrozê
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar MW. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Serê salên 2000î ez zarok bûm. Bavê min wan salan roya Newrozê sibê zû radibû em kom û kulfet dibirin Riha. Em qandî diketin qada Newrozê, bavê min digo ‘’Pêçîyên xwe rake, pêçîyên xwe!''Min radikirin pêçîyên xwe yên zaferê û ez heta talîya Newrozê jî wer werga...
2025-03-20
02 min
Perxudres Podcast
#220. Mektûba Ferec Koyistanî û Gelabiyê Newrozê
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Ferec Koyistanî radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. “Dinya biçûk e” dibêjin. Lewre divê mirov zêde ecêbmayî jî nemîne ji gelek tiştan. Bihara 2023yan, min xwe di ser medyaya civakî re gihandibû mixaletiyekî bavê xwe, ku niha li Zanîngeha Rojava dersdar e.Şopandina li ser Facebookê têra min nekiribû. Min di...
2025-03-20
02 min
Perxudres Podcast
#217. Mektûba Guhdar D. û Sancîyên Newrozê
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. 20ê Adarê 1990. Dê û bavê min, ew û hevalên xwe tev jibo ku bi awayekî ‘’veşartî’’ Newrozê pîroz bikin, li Sûr ya Diyarbekir saloneka dawetê kîra dikin.Jibo neyên ferqkirin ji hevalên dê û bavê min yek dibe zava û yek dibe bûk. Xwedîyê salonê gava dibîne ku mesele ne dawet e, lê Newroz e dibêje...
2025-03-19
02 min
Perxudres Podcast
#216. Kobanî û Sirûca Newroza 2015an
Ezmanekî hêşin î hinek ewrên gewr û sipî lê, deyşta dipdirêj û kîpkesk û roya zer û sor li jor me dibişirî, bi çelengîyên xwe dikirin ku herkesê hatibû Newrozê bela û bêtara bi ser Kobanîyê de hatibû parîyekî bîr bike. Çi bigir şêni li Sirûcê nemabû, zar zêç û kal û pîr, tevî miletê ji derve, herkes hatibû li ser vî girê ku Kobanî xweş didî kom bûbû. Di wê qelebalixê de min ji nas û dostan xwe kes ne, lê tek bavê xwe yî li ser heftêyî xistiye û bi heyecana xortê...
2025-03-17
01 min
Perxudres Podcast
#214. Mektûba Guhdar P. û Sevgilîya Şeva Sar
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar P. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Însan en pir di nexweşîyê de dixwaze sevgilîyeka wî hebe.Bi şev saet dihat dehan, ketime xew li ser kanepeyê, paşê ez rabûm çûm odeya razanê.Nîvê şevê çûbû, ez şiyar bûm ji xew û min li dora nihêrî. Min dî sîya darên dûr li dîwêr ketiye.
2025-03-12
01 min
Perxudres Podcast
#212. Bihar û Berbanga Şiîrên Mewlûd Oguz
10.03.2025, Duşem Rojîya Remezanê ye. Min îro berbangê anî şiîrên Lîrîka Berbangê ya Mewlûd Oguz xwendin. Berê min hema di ser re çavek li şiîrên Lîrîka Berbangê xistibû, lê seba sir û sêhra şiîrên wê kitabê tam bibînim ferz bû ez wê xususî berbangê bixwînim ku min jî wer kir. Mewlûd Oguz di şiîrên Lîrîka Berbangê de bi ziman û zanîna xwe hem nola seydayê medreseyeka mezin e hem jî nola Stenbolîyekî se...
2025-03-10
01 min
Perxudres Podcast
#211. Mektûba Guhdar D. û Qedera Pembe
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Li erebeya xwe siwar dibim û muzîka xwe eyar dikim. Îro rojeka bi hizûr e: Ji Mehmet Atlı, ji İssa Hassan yanî, Gula Dil vedikim. Çiqas pir hez dikim ji vê muzîkê, min derd û kulên xwe bîrva kirine, diçim manîkura xwe. Xweş e, çi xweş e dinya, dinya piçek sar e lê ne xem e, na!
2025-03-08
02 min
Perxudres Podcast
#209. Çîrokên Digerim Nagerim Çîrok | Adar 2025
03.03.2025, DuşemMin îro Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê xwend, kitaba çîrokên Îmad Bernas. Hez dikim kitabên tenik yên bi hikmê xwendineka xweş di royekê diqedin. Eger tenikîya Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê deynim hêlekê û berê xwe dîsa bidim çîrokên wê ezê bêjim Îmad Bernas xusûsî bi sê m’yan nivîsîye; meş, muzîk, mekan. Di çîrokan de, ku ge-ge realîst in ge-ge surrealîst, karakterê Îmad Bernas guh li...
2025-03-04
02 min
Perxudres Podcast
#208. Cewabek bo Mektûba Guhdar Ş.
1ê Adarê 2025Guhdar Ş., Mektûba te ez pir kêfxweş kirim, min çend caran xwend, lê jiber karûbarên dinê û debarê ez ancax niha li te vedigerim, qûsirê menêre heyran. Ez berê ji Ulyssesa James Joyce ya Kawa Nemir û begefîlma Aylin Kuryel û Fırat Yücel destpê bikim. Min ew belgefîlm berê ji MUBIyê sêr kiribû, seba te min vekir carekê jî ji Zagros Film Festivalê sêr kir. Tê bîra min, sala 2014an min ser destpêka wê wergerê met...
2025-03-01
02 min
Perxudres Podcast
#207. Banga Ocalan li Meydana Daxqapîyê Çawa Deng Veda?
27.02.2025, Pêncşem Roya Banga Ocalan Li Diyarbekir li Meydana Daxqapîyê me. Hema bêje saetek berî ro here ava li Diyarbekir mektûba Serokê PKKê Abdullah Ocalan tê xwendin li Stenbolê û deng bi hoparlorên mest î mezin li vir bilind dibe. Berê bi Kurdîya Kurmancî sîyasetvanê sal û zemanan Ahmet Türk dixwîne mektûba Ocalan. Dîrekt ji destpêka mektûbê tê fehmkirin ku mektûb ji Tirkî hatiye tercûmekirin û ne mimkûn e bi wê Kurmancîyê tiştekî zelal jê we...
2025-02-27
02 min
Perxudres Podcast
#205. Belgefîlmeka Veysi Altay: Bîra Bîrnekirinê
26.02.2025, Çarşem, Piştî Nîvro Min vekir Bîr ya Veysi Altay ser kêr ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê bala xwe daye ser 7 kesên sala 1995an li Kerboranê hatine wendakirin. Belgefîlmê bi deng û dîmen û fotografên gazete û televîzyonên salên 1990î bi sebir û semax bîr pir rind kolaye. Jixwe ji bîrên salên 1990î ji êş û elemê pê ve tiştek dernakeve, lê tevî vê trajedîya mezin jî heta niha ji wan salan pir kêm belgefîlmên muh...
2025-02-26
01 min
Perxudres Podcast
#204. Bîrayên Bilal Korkut û Şiîrên Arjen Arî
26.02.2025, Çarşem, Berî Nîvro Serê sibê zû berî ez rûnim taştekê bixwim çayekê vexwim min vekir ji Zagros Film Festivalê, Bîraxane ya Bilal Korkut sêr kir.Piştî min fîlm vekir bi min wer hat ku ez di danekî şaş de fîlmê sêr dikim, lê min got de tiştek nabe, hele ka çi ji vê meselê derdikeve. Bîraxane bi şiîrên şairê şêrgele Arjen Arî hal û hikayetên karakterên welêt û yekî ji derveyî welêt raber dike. ...
2025-02-26
01 min
Perxudres Podcast
#203. Spasîyeka Zagros Zagros | Sibat 2025
24.02.2025, Duşem Îro jî biqede çar royên Zagros Film Festivalê dimînin. Gava min fîlmên festîvala îsal dîtibûn min qirar dabû ku ez heta roya talî ya festîvalê temamê wan fîlman sêr kim û wan bipodcastînim.Di vê festîvala onlayn de 20 fîlm hene bo mehekê û min di 15 royan de hema bêje nîvê fîlman, 11 fîlm sêr kirin û podcastandin. Herhal jiber ku min berê ti carî di demeka ewqas kin de ewqas f...
2025-02-24
01 min
Perxudres Podcast
#202. Xwînxwînî
23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili.Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband. Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne. Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min.
2025-02-23
01 min
Perxudres Podcast
#201. Bêjin Nebêjin Gotûbêjin | Sibat 2025
23.02.2025, Bazar, Berî Nîvro Min vekir Gotûbêjin ya Nimet Gatar sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê navê xwe ji projeya xwe ya şêrîn-şebab sitandiye. Bi projeyê fîlmên sînemaya Kurdan, ewên ku sînefîl jî pir caran nikanin zûbizû bibînin û temaşe bikin, bi teknîk û îmkanên mobîl çûne Dêrsim, Diyarbekir û Wanê û geh li malan û geh li salonan hatine ser perdeyê. Fîlm çûne, fîlm çûne wan bajaran lê bi tenê...
2025-02-23
02 min
Perxudres Podcast
#200. Li Hezkirina Meryem Semedi
22.02.2025, Paşîn Serê sibê rabûm min ji Zagros Film Festivalê, Karnica ya Meryem Semedi vekir, sêr kir. Fîlm ser kalemêrekî û pîrejîna wî ya bi Alzheimer çerx bûye. Zarokên wan dixwazin dîya xwe bişînin mala hemşîreyan ku ew di bin kontrolê de li wir bimîne, lê kalemêr bi cefa û wefa li ber xwe dide, pîrejina xwe bernade. Bi vê fîlmê dîn û dîwaneyên zarokîya min hatin bîra min. Wan çaxa...
2025-02-22
01 min
Perxudres Podcast
#198. Mahsum Taşkın Bixwîne Nexwîne Sînema | Sibat 2025
20.02.2025, Pêncşem Îro jî min Alf Leila Wa Leila ya Mahsum Taşkın sêr kir ji Zagros Fîlm Festîvalê. Fîlma sala 2020an min berê bihîstibû ji hevalên ji hêla Botanê, lê fersend çênebûbû ku ez rûnim sêr kim. Deng û dîmen, senaryo li hêlekê min zimanê Alf Leila Wa Leila ne îşê îşan pir hez kir. Ji fîlmê wer tê xanê ku Mahsum Taşkın seba karakterên fîlmê nekevin tirs û tat...
2025-02-20
01 min
Perxudres Podcast
#197. Dîrektorê Erd û Ezmanan
17.02.2025, Duşem Şev şikestibû, berbang bû hema bêje, min ji Zagros Film Festivalê vekir Director ya Azad Jafarpour û Morad Haghparast sêr kir. Di vê fîlma anîmasyon de Azad Jafarpour û Morad Haghparast bi senaryoyeka mehnedar mealen dibêjin gava dîrektor dest bi çêkirina fîlma xwe dikin, dibin karakterên fîlmê û dibin fîlma xwe bi xwe talîya talî. Muzîkê pir nizanim, lê di edebîyatê de jî wisa ye. Şair dibe şiîra xwe mesela, Flaubert dibe Madame Bovarya xwe.
2025-02-17
01 min
Perxudres Podcast
#196. Mezinên Morî Morî û Hepsa Derya Uygurlar
16.02.2025, Bazar Îro min ji Zagros Film Festivalê, Yavru Karınca sêr kir, Kurmorî yanî, yanî Baby Ant. Fîlma bi dîrektorîya Derya Uygurlar behsa dê û keçekê dike, bavkê malê di hepsê de. Di fîlmê de performansa keçka biçûk ya nav Deniz bala min kişand; ew keçka nav Almina Kahraman ku di çend fîlmên din de jî lîstiye. Derya Uygurlar bi fîlma sahne û sekansên wê ji hindur malê dernakevin kiriye ku...
2025-02-16
01 min
Perxudres Podcast
#195. Bi Nêrîna Evîn Berazî û Jawad Mourad Generalê Portrexwar
13.02.2025, PêncşemÎro anîmasyon: Min ji Zagros Film Festivalê Starting Over sêr kir.Starting Over senaryo û anîmasyona Jawad Mourad e û Evin Berazî dîrektorîya wê kiriye.Fîlm di 4 deqîqeyan de sîstema sedrên ji rastî û rasyonalîteyê dûr raber dike.Sedr, hikûmdarî yanî, her ku sert dibe ji aqil û mantiqê dûr dikeve, her ku ji aqil û mantiqê dûr dikeve hîn sert dibe. Gotinek heye, dibêjin kes newêr...
2025-02-13
01 min
Perxudres Podcast
#194. Ji Özgür Ülke Heta Azadiya Welat Çerx | Sibat 2025
11.02.2025, SêşemÎro jî min Çerx ya Metin Ewr sêr kir ji Zagros Film Festivalê.Metin Ewr, Çerx sala 2021an çêkiriye û fîlma xwe îthafî ‘’generalên biçûk yên Apê Mûsa’’ kiriye.‘’Generalên Biçûk’’ ji zar û zimanê Musa Anter ji salên 1990î vir ve ser tarîfkirina wan belavkarên Özgür Ülke û gazeteyên din yên li ser wê xetê tê gotin.Di zarokîya xwe de min ji wê xetê Özgür Gündem dixwend û dîsa ji wê xetê Azadiya Welat di gên...
2025-02-11
01 min
Perxudres Podcast
#193. Bi Dengê Şimşalê Meraq û Meqamên Zagrosî | Sibat 2025
09.02.2025, BazarMin îro ji Zagros Film Festivalê, 7 Symphonies of the Zagrosê sêr kir.Belgefîlm bi dîrektorîya Parviz Rostami ser heyata Nazif Moradweysi ye ku wî li Zagrosan 65 salan pife şimşalê kiriye.Fîq, ney, şimşal, bilûr, zirne enstrumanên pifkirinê ne. Di zarokîya min ya ne çiyayî lê deyştî de dengên bilûr û zirneyan hebûn.Zirne li ber devê gewendeyan bû, li def û dawetan dihat bihîstin.
2025-02-09
01 min
Perxudres Podcast
#192. Destpêka Zagros Film Festivalê: The Mountains
08.02.2025, Paşîn Min bi The Mountains ya Rebwar Mahmoudpour dest bi sêrkirina fîlmên Zagros Film Festivalê kir.Va festîvala onlayn îsal di sala xwe ya duduyan de ye.Fokûsa festîvalê par ser Kurdên Sûrîyê bû, îsal jî li dora Kurdên Îranê çerx dibe.Bi gotina kordînatorê festîvalê Simon Suleymani, par Rojava, îsal Rojhilat.Vegerim fîlmê: The Mountains ya ku ez bi xêra vê festîvalê pê hisiyam...
2025-02-08
01 min
Perxudres Podcast
#190. Azadîya Koma Dengê Azadî
30.01.2025, Pêncşem Kovara Deng, Adara 1992yan bi Koma Dengê Azadî re roportajek kiriye. Jiber ku wextekê min li Fedî, li wê albuma Koma Dengê Azadî pir û pir guhdarî kiribû, min roportaj bi meraqeka ‘’ka çi gotine û çi negotine wê çaxê’’ xwend. Roportaj hîn pir berî ‘’Fedî’’yê, piştî ku Koma Dengê Azadî albuma xwe ya pêşî ‘’Hêvî’’ derxistiye, hatiye kirin. Di roportajê de tiştekî pir bala min kişand. Koma Dengê Azadî dibêje, di komê de 7 kes hene û ji wan 2 mihendis in, 1 îşçî ye, 1 konservatuar, 2 lîse û 2 jî unîversîteyê dixwînin. Qey wan çaxan dostanî û danûs...
2025-01-30
02 min
Perxudres Podcast
#188. Marûf Xeznedar, Ema Sazbend û Blind Guardian
28.01.2025, Sêşem Min îro pêşgotina Dîroka Edebîyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar xwend. Ez di kitabên tarîxê de, di ewên akademîk de gava pêşgotinê dibînim û serencama hazirkirina wan kitaban, spasîyan filan dixwînim, kêf li min ne îşê îşan xweş dibe. Xeznedar di destpêka gotina xwe ya pêşî de dibêje ‘’Şiîr li ba min ji asîman dihat xwarê, şair jî kesek wisa bû ku ji terefê Xwedê ve hatibû şandin.’’ Vê goti...
2025-01-28
01 min
Perxudres Podcast
#187. Saet Sê Kêm Selîm Temo: Hilbe Kobanî | Çile 2025
‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket. Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît. Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend.Carê ji destpêkê heta dawîyê, carê jî ji dawîyê heta destpêkê; her c...
2025-01-26
01 min
Perxudres Podcast
#186. Çep û Çeleng Eren Keskin | Meha Yekê 2025
Eren Keskina bi karên xwe yên hiqûqî tê naskirin di roportajeka xwe ya sala 2022yan de dibêje jinên polîtikaya çep çima li xwe nanêrin, çima xwe xweşik, xwe çeleng nakin, ew ti carî fehm nake. Li ser vê pirsa xwe Eren Keskin dîsa bi xwe cewabê dide, dibêje mêran ji xwe re şeklek daye jinên polîtîkaya çep û jinan jî qebûl kiriye û tim wisa maye. Bi vê pirsê bi vê cewabê re wer tê xanê ku Eren Keskin bi qasî micadeleya xwe...
2025-01-25
01 min
Perxudres Podcast
#184. Bûk û Berfeka Pûk | Meha Yekê 2025
Di gêncîya min de ‘‘yara min’’ bi rîtm û retorîka xwe û bi dengê koroya NÇMê straneka şahîyê bû, ez pê şa dibûm, radibûm reqsê: çavê reş û belek tevde kil dane, bejna yarê zirav e wekî leylan eStran dîsa eynî stran, rîtm û retorîk dîsa eynî rîtm û retorîk, koro dîsa eynî koro, lê qey wext derbaz bû, qey ez serwext bûm:yarê li me barî berfeka pûk e, yarê min bihistî tu bûyî bûk eHavîn b...
2025-01-09
01 min
Perxudres Podcast
#183. Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk 🥼
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcat e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan e hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din. Ser salên li onkolojîyê bêjim: Berî her ti...
2025-01-02
02 min
Perxudres Podcast
#182. Deh Muzîkên Min - 2024 🎶
Spotifyê, ew platforma populer ya muzîk û podcastan, lîstên 2024an eşkere kirin. Her çiqas min sala 2024an gorey 2023yan a pir ji YouTube Musicê li stran û kilaman guhdarî kiribe jî seba tarîxa xwe ya şexsî ezê behsa lîsta xwe ya Spotifyê bikim ku her ro du ro çav û guhên min li ser wê platformê ne. Qeydên Spotifyê raber dikin ku min sala 2024an tewr zêde li Meçhul ya Sercan Öztürk guhdarî kiriye. Vê muzîka enstrumantal ez pir êşandim. Qey ez hinekî mazoşîst im ku min z...
2024-12-31
06 min
Perxudres Podcast
#181. Îskender | Meha Donzdehan 2024
Îskender, navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min.Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû.Kesî nedigot Hezretî Îskender, bi referansên Îslamî got...
2024-12-28
02 min
Perxudres Podcast
#180. Mektûba Guhdar YZ. û Beytarê Mirîşkan 🐓
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar YZ. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me. Merheba! Eger ez karibim îja mektûbê bibim serî dê bibe mektûba min a ewil. Çinku heta vê lehzê qet fikra min çênebû ez mektûbekê binivîsim, bişînim. Qaşo min çend caran xwe ceriband lê ti tişt jê derneket. Qe hevalên min ên mektûbî jî çênebûn. Ên hin kesan hebûn, nizam...
2024-12-19
04 min
Perxudres Podcast
#179. Stêrkên Beyraqên Sûrîyê û Straneka Eyşe Şanê 🎶
Dinê di talîya 2024an re ji Sûrîyê dît ku beyraqek çito bi bayê bezê dikeve xwarê û li şûna wê çito yek radibe, li ba dikeve. Hema bêje temamê mîr, wezîr û kizîrên dewletên dinê bi pêşveçûn û serketina muxalîfên bi salan di Îdlibê de asê mabûn şok bûn. Dema muxalîfan beyraqa xwe li Şama paytext bilind kir dewletên giregir dest bi danûstandinan kirin ku wê beyraqê bi rêkên resmî nas bikin. Muxalîfên piştî herb...
2024-12-13
03 min
Perxudres Podcast
#178. Roya Rûtîn, Mirin û Nesimi 🎶
Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse û hewadîs çi ne, ne çi ne li dinê. Dibînim, dixwînim ku Makbule Çimen, xanima Nesimi Çimen rehmetî bûye. Nesimi Çimen, sala 1993yan li Sêwasê dema dîndarên radîkal ar berdane Otela Madımakê, tevî 34 hevalên xwe canê xwe ji dest daye. Wê çaxê, Makbule Çimen jî li wê otelê bûye; ji şewata mezin, bi birînan sax filitiye. Li fotografeka Nesimi Çime...
2024-12-12
01 min
Perxudres Podcast
#177. Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor ✉️
Dembaş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me. Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm. Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime. Hîs bi min re, tirsek ket orta dilê min, e...
2024-11-28
02 min
Perxudres Podcast
#176. Ellahê Mala Meta Min 🎶
Li hewşa mala meta min a Emîne, berî ro ji nîvro here esir sîya dareka hêjirê ye dinya salên 1990î. Hizûr û dinya, gulên rengrengî ne dîsa bînên wer xweş wer xweş bi xwe re anîne.Bînên wer xweş wer xweş di şûşeyan de şerbet in, wext hatiye wextan, çi wext in. Hema dema êvar dadikeve erdê, bi çizeçiz radyoyeka Eyntab e ber bi Sirûcê ve dadixîne perdê. adın senin gaffar iken
2024-11-21
01 min
Perxudres Podcast
#175. Felek Çi Feleka Abdullah Balak 🎶
felek sen ne feleksenbağrım ettin elek senaldın gülyüzlü yarim daha neme gereksen elbet yüzüm gülecekbülbül güle erecek bu karanlık günlerin bir gün sonu gelecek ağla gözlerim sızla gözlerim beni felek vurmuştur yanar gezerimben felek vurgunuyam ağlar gezerim Abullah Balak (1938 - 2017) felek tu çi felek î çiqas xerab î te singê min qulqulî kir, kir seradî
2024-11-14
01 min
Perxudres Podcast
#172. Parçek Şiîra Aşık Sümmani 🎶
dünyayı sevenler veli değildircanı terkedenler deli değildirinsanoğlu gamdan hâli değildirher birini bir efkara yazdılar Aşık Sümmani (1861 - 1915) ewên ji dinê hez dikin ne welî neterka canan dikin ne dîn û delî neînsanên însan ji xeman ne xalî neew her yek li efkarekê nivîsîne bi tercûmeya Omer Faruk Baran Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/parcek-siira-ask-summani?r=4iwpnx&utm_campaign=post...
2024-11-02
00 min
Perxudres Podcast
#171. Çanakkale û Çeneqqele 🎶 | Meha Dehan 2024
Di vê xelekê de Ruhi Su, mirîdên şêxên Kosan û Çanakkale û Çeneqqele hene. bo xatirayên bavê min yê rehmetî ku sala 1965anli Geliboluyê eskerekî 22 salî bû.Süleyman Nazifê Diyarbekirî sala 1909an di yaziyeka xwe de rêber û rayedarên Osmanliyan dide ber top û tîran.Di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje Kurd bi tercîhên xwe ketine bin hikmê Osmanliyan û dibêje yek îstîsna ne têde wan di çar sed û çend salan de tim zilm û heqaret dîne.Hem mehnedar û hem m...
2024-10-31
03 min
Perxudres Podcast
#170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo ⚠️
Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene. Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî.Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne.Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li se...
2024-10-29
03 min
Perxudres Podcast
#169. Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan
Di vê xelekê de bi sê zimanan lihevhatina du malên xwînî heye. Jibo temamê nivîsê tu dikarî vê lînkê bitikînî. Foto: Ji çepê ber bi rastê ve İbrahim Halil Yıldız, Cevdet Yılmaz û Ferit Şenyaşar li Quranê guhdarî dikin. Riha - 2024. Eger tu dixwazî bultena Perxudres Podcastê were ser e-maila te ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî bibî abone. Bulten belaş e. Hemî xelekên vê podcastê li ser Youtute jî hene. https://www.youtube.com/perxudres Ser şor, şîret û teklîfên din tu her tim dikarî ji edîtorê podcastê re binivîsî. omerfarukbaran@hotmail.c...
2024-10-27
00 min
Perxudres Podcast
#168. İsmail Safa Çi Kes Bû, Bû Çi Kes?
Di vê xelekê de ser wî İsmail Safayê çend gotin hene ku tê gotin bi sermaya Sêwasê miriye. Şair İsmail Safa, ku di edebiyata Tirkî de bi hez û hewesa xwe ya li ser qafîyeyan tê naskirin, di şiîreka xwe de bi gotinên mehnedar behsa Ereb, Laz û Kurdan dike.Di şiîrê de, ji Tirkî ber bi Kurdî ve, bi tercûmeyeka me ya hema çitolêhato wanî dibêje İsmail Safa: Ereb û Kurd ne Laz bûnmirîşk ciliq ne qaz bûnbeq nikane mange be li dêve nê qezazbûn Ew şairê bi...
2024-10-24
01 min
Perxudres Podcast
#167. Ahmet Kaya - Nabim Yara Te
Tercûmeya bi Kurdîli dera hanê dara zeytûnê rûne li bin vexwe qehwêbikişîn titûnê min bîr bike, bavêj ji hişên xwenabim yara te, biterikîn vê hatinûçûnê de yela canê min, de haydê canimê min şêrê min, şînanay lo şînanay şêrê min Orîjînala bi Tirkî zeytin yaprağı yeşildibinde otur kahve pişir benden sana yar olmaz aklın başına devşir haydi balım, haydi canım şinanay aslan yarim St...
2024-10-19
00 min
Perxudres Podcast
#165. Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Î. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Merheba, Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû. A rast ez çûm jî, lê min...
2024-10-10
04 min
Perxudres Podcast
#163. Bi Dengê Nazan Öncelê Mektûban Bişewitîn
mektûban bişewitînji stranan biqeherbigirî bi hesretandest ji ber xwe bikişîn tenêbûna xwe bibînû bitirse bi kînbira hûr bibe qelbê tetew li şûna xwe bimirnaletan bibarîngava ez ketim bîra te li her telefonê tu binêr here her carê tu derî vekebira ez werim bîra te nizam tu li ku yî kuçûme bajarekî dûr gava tarîya êvarê daketez werim bîra te Nazan...
2024-10-01
01 min
Perxudres Podcast
#162. Sermaye
ne mal û milkên mezin, ne gerdena stûr û ne jî te dabin ser hev bi zîv û zêran kember, xelas nakin te, qebra reş û tarî wê rokê îlem bêje hele tu jî bi virda wer, law Imero ketime bextê te naxwazim rext û textê te, hem madem tu dixwînî gelek şiîr û hikaye, bibîn û bîr meke, ne pir pere ye bi tenê rindî ye ji te re dimîne sermaye.Omer Faruk Baranbi dengê Dede Osman û bi muzîka Sinem Kasetçilik
2024-09-26
01 min
Perxudres Podcast
#161. Li Ber Besrawî û Berazîyên Din
Di vê xelekê de li ser Reîsê Kêtikîyan Besrawî û Berazîyên din çend gotin hene. Fotografa li qapaxê di ebata tam de Besrawî li ortê û du kesên din in û ew bi destê dîplomatî Îngiliz T. E. Lawrance hatiye kişandin. Tê texmînkirin ku sala fotografê 1913 e. Fotograf ji kitaba Anthony Sattin ya ser Lawrance hatiye girtin. Sosyolog Ziya Gökalp di kitaba xwe ya ser eşîretên Kurdan de bi tarz û telefuza zimanê Tirkî dibêje li Sirûcê Alaadinli, Ketikanlı, Picanlı, Dınai, Didanlı, Şeddadi û Şeyhanlı hene û dibêje ji temamê wan re Berazî tê gotin. Gorey tarîxçîyên Riha...
2024-09-19
03 min
Perxudres Podcast
#160. Bi Fırat û İbrahim Tatlıses Girîyekî Hezîran 1997
📺 Di vê xelekê de ser Fıratê, ku salên 1997-1998an li ser ekranên Star TVyê bû, çend gotin hene. Ji vê lînkê tu dikarî li muzîka vê podcastê guhdarî bikî: İbrahim Tatlıses - Fırat 📸 Fotografa li qapaxê: MuzikPlay - Youtube Eger tu ji meseleyên muzîkê hez dikî meseleyeka din heye li ser Perxudres Podcastê: Tu dikarî ji vê lînkê li ''I, E, Ê û Skandaleka Kahtalı Mıçe'' guhdarî bikî. ✉️ Ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî -maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te.
2024-09-12
04 min
Perxudres Podcast
#158. Agustos 31 - II
✍️ Di vê xelekê de şiîreka edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran heye. 🔗 Eger te ji vê şiîrê hez kir şiîreka din ya nola vê heye li ser Perxudres Podcastê: Ji vê lînkê tu dikarî herî li Agustos 31 - I guhdarî bikî. 🎧 📸 Fotografa li qapaxê: Omer Faruk Baran ✉️ Ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî e-maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te. 👁️ Bê YouTube nabe elbet. Temamê podcastên li vir li ser Youtube jî hene. https://www.youtube.com/perxudres 🧣 Perxudres Podcast li ser Facebo
2024-08-31
00 min
Perxudres Podcast
#156. I, E, Ê û Skandaleka Kahtalı Mıçe
Muzîsyen Kahtalı Mıçe di xatirayên xwe de dibêje navê wî ji zarokîya wî vir ve Miçê ye, kinkirina navê Mustafa. Kahtalı Mıçe dibêje berê li ser kasetan navê wî bi ‘’ı’’, wek Kahtalı Mıçı hatiye nivîsîn, lê dibêje rokê dostê wî yê nola wî muzîsyen İbrahim Tatlıses gotiye ‘’La oxlim Miçê, va çi ‘ı’ ye, navê te ne Mıçı ye ku, Mi-çê, binêr ‘e’, ’e’be lazim e herfa li talîya navê te’’ ‘’Li ser vê şora İbrahim Tatlıses’’ dibêje Kahtalı Mıçe, ‘’Min go rast e, lazim e wer be’’ û dibêje ‘’mi...
2024-08-22
04 min
Perxudres Podcast
#145. Şewata Ewraqi Metruke | Hezîran 2024
Fîş û faturayên cotkarî û çandinîyê, çend fotokopîyên tapûyên erdan.Deftereka qaba wê sor, li ser Kabe hatiye neqişandin, têde xerîte û krokî hene, destxeta xoceyekî, behsa Ayetel Kursî û Weduha kiriye, behsa Sûreya Tariq.Afîşa daweta mewlûdekê, belgeyên garantîyê, heb û derman, rapor û reçeteyên doktoran.Barek pelgên teqwîmên dînî, şiîreka Nabî sankî, ji sala 1999an îmsaqîyeka rojîya Remezanê, îd li serê sala 2000î rast hatibû..Mesrefên tadîlatekê, danûstandinên bi dostan re, di zerfekê de mîswaqek, kartvîzîtên hekîm û hosteyan, kartvîzîtên dik...
2024-06-13
02 min
Perxudres Podcast
#143. Zimanê Riha, Diyarbekir û Mêrdînê Tirkî Ye
Qralê Danîmarka Frederikê Pêncan sala 1761an bi fermanekê ji qefîleyeka aliman dixwaze ku herin li welatên şerqî bigerin û detayên gerên xwe ro bi ro li defterên xwe qeyd bikin. Di qefîleyê de yek ji wan eskerekî berê, 6 kes hene ku ew serê sala 1761an ji Kopenhagê bi rê dikevin û havînê digihînin Stenbolê.Elçîyê Danîmarka, seba qefîle li erdên Osmanliyan rihet û serbest bigere bi ûsil û qaîdeyên wî zemanî kaxeteka îznê hazir dike û Siltan Mistefayê Sisêyan jî mora xwe li kaxetê dixe. Ji qefîleyê 2 kes li Yemenê, 3 jî li ser rîy...
2024-05-30
02 min
Perxudres Podcast
#134. Fîlmeka Ser Kuştinê | Qasim 2023
Fîlmeka Ser Kuştinê ji dekaloga Krysztof Kieslowski nola navê xwe fîlmeka ser kuştinê ye. Di fîlmê de Kieslowski bi senaryoyeka sade his û hesasîyetên ser sûc û cezayan raber dike. Gêncekî boş û betal dibe qatil di fîlmê de û avûqatekî nû dest bi meslekê kiriye avûqatîyq wî dike. Sûc û ceza ji Habîl û Kabîl vir ve hene û heta niha jî kesî nedîye ku cezayên jibo sûcan têne dayîn dinê xweştir kirine. Hinekên ser sûc û cezayan serên xwe êşandine, dibêjin m...
2023-11-28
01 min
Perxudres Podcast
#133. Dizên Traktoran | Meha Yanzdehan 2023
Sînefîlan, kesên ser sînemayê dinivîsin, dişixulin çend caran ji min re gotibûn ku tiştekî meke here “Bisiklet Hırsızları”yê sêr ke. Bi navê xwe yê orîjînal î Îtalyanî Ladri Di Biciclette, ku mehneya wê Dizên Pisiqlêtan e û fîlmeka sala 1948an e, ancax talîya 2023an re bû nesîbê min ku ez rûnim wê sêr bikim. Piştî sêrkirina Dizên Pisiqlêtan min jî heqek da wan sînefîlan ku vê fîlmê di tarîxa sînemayê de datînin cihekî muhîm. Mîna ez kitabekê bixwînim min fîlm bi he...
2023-11-27
03 min
Perxudres Podcast
#131. Bikujin Yarên Xwe
Kill Your Darlings, ku mehneya wê Bikujin Yarên Xwe ye, bi navê xwe bala min kişand. Fîlma 2013an, ji 1944an behsa Allen Ginsberg û derdora edebîyatê ya Unîversîteya Columbia dike. Allen Ginsberg û hevalên wî bi şor û şiîrên xwe salên 1950 û 1960î bûne rêberên Beatnîkan. Beatnîk piştî du herbên mezin yên dinê li mehneya heyatê gerîyane ku tecrûbeyên bi eşq û evîn û eroînê ti carî têra wan nekirine. Yasax ne xema Beatnîkan bûne û wan bi eserên xwe hikûmet, kapîtalîzm, tabû û statuko rakirine û li erdê xistine...
2023-11-26
01 min
Perxudres Podcast
#128. Yazmesora Min - Selvi Boylum Al Yazmalım
Selvi Boylu Al Yazmalım, ku fîlmeka sala 1977an e, klasîkeka sînemaya Tirkan tê qebûlkirin. Fîlm di zarokîya min de car caran derdiket televîzyonê, bes ti carî fersend çênebû ku ez fîlmê ji sêrî heta talîyê tam sêr bikim. Ku ez bi edebîyatê ketim û elimîm fîlm ji esereka Cengiz Aytmatov e min nîyet kir ku ez orîjînala eserê bixwînim, lê ew jî wer nebû qismet. Çend ro berî payîza 2023yan biqulibe zivistanê min v...
2023-11-24
01 min
Perxudres Podcast
#124. Bekar Anne û Payîn | Qasim 2023
‘’Bekleyiş’’ ya Aslı Akdağ, ku mehneya wê ‘’payîn’’ e, fîlmeka ser dayikbûnê ye. Aslı Akdağ qirar daye ku bêyî ku bibe bûk bibe dê û di vê midetê de çi hatiye serê wê bi kamerayê qeyd kiriye, daye qeydkirin. Bi Îngilizî ‘’single mom’’ e Aslı Akdağ, bi Tirkî ‘’bekar anne’’; li cem me hîn eybeka mezin e ku jinek bêyî ku mêr bike, bêyî ku bibe bûk rabe bibe dê.Ez î çûk bûm hîn, zar bûm. Êvarekê em li derve dilizîne, qirecirek, dengê polîsan hat...
2023-11-22
02 min
Perxudres Podcast
#122. Fîlmeka Ser Eşqê
Krotki Film O Milosci ya Krzysztof Kieslowski ku ji dekaloga wî fîlmeka ser eşqê ye heyecan û hezeyanê raber dike. Di fîlmê de heyecan heyecan e ku bi meraqê çêdibe û hezeyan jî hezeyan e ku bi eşqê xwe dide der. Eşq û meraqa Kieslowski bi xwe însan e û kameraya wî di vê fîlma ser eşqê de dibîne ku însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne. Kin bibirim, gêncek di fîlmê de bi dûrbînê li mal û mehrema jinekê dinêre û dide dû dilê xwe dûra: Kaos, kaoseka...
2023-11-20
01 min
Perxudres Podcast
#121. Heyatên Bohem û Qehwe | Qasim 2023
Aki Kaurismaki bi La Vie De Boheme fîlmeka ser heyata bohemên Parîsê çêkiriye. Fîlma reş û sipî ya sala 1992yan bi muzîsyen, resam û nivîskarekî hal û hikayetên heyatên boheman raber dike.Di fîlmê de xizanî û perîşanîya boheman bi romantîzeka rengîn û bi mîzaheka îşê entelektuelan heye. Ê muzîsyen mesela dibêje Balzac royê 70 fîncan qehwe vedixwarine. Payîza 2023yan ez jî bi qehweyan ketim. Latte matte, kortado mortado, sert sivik qehwe çi heye min ceriband. Seba ez dest bi cixarê nekim min xwe li qehweyan girt, lê hinek cixarekêş dibêjin wê qehwe mecbûr bi te c...
2023-11-19
01 min
Perxudres Podcast
#120. Mesaja Guhdar H. û Şiîrek
19ê meha 11an ya 2023yan Guhdar H. ji Whatsappê tevî fotografekê mesajek şand. Di fotografekê de, li deftereka spîral şiîreka min hatibû nivîsîn û di mesajê de wanî nivîsîbû Guhdar H.: Silav Ömer, hêvî dikim tu rind û silamet bî 🪷 Hevaleka min heye niha di 57 salîya xwe da biryar da ku hînî Kurmancîya ku ji bîrkirîye bibe, min jî rabû “Zilfên Zelîxayê” ji re şand, gotîye “tüylerim diken diken oldu” û di heyeta xwe da yekem car metnek bi zimanê xwe nivîsîye. Eynî royê, 19ê meha 11an ya 2023yan min jî cewab nivîsî. Guhdar H., Saxî û...
2023-11-19
03 min
Perxudres Podcast
#118. E-maila Guhdar L. û Romana Georges Perec
17ê meha 11an ya 2023yan e-mailek şand Guhdar L. Di e-mailê de wanî nivîsîbû: Silav ! Ji nameya aciz bûm, nivîsa min qet ne xweşik e ya. Tu pir behsa şevên bêxew dike. Xewên demên berê jixwe nema nin, kengî xewnên me yên rengîn qediya , xewên me jî di nava şevan de herimî.. Tu romana " Uyuyan Adam Georges Perec” xwendiye gelo ? Eger tu nexwandibe dikari li ser Mûbiye, fîlmên wê heye di sala 1974. Fîlmek xweş e, te’ma romanê xweş daye û nizanim ez dibêjim tê ji wî karekter î zêde tiştan...
2023-11-17
00 min
Perxudres Podcast
#117. Dinyayeka Din û Un Autre Monde
Un Autre Monde ya Fransî, ku bi Kurmancî mehneya wê Dinyayeka Din e, fîlmeka ser kapîtalîzm û bêmerhmetîya wê ye. Fîlm, kapîtalizm însanan çito diguvişîne, wan çito ji nas û dostên wan dûr dixîne, ji plazayan bi dîyalogên dirêj raber dike. Jiber wan dîyalogên dirêj min hinekî bi zorê fîlm heta talîyê sêr kir. Tam min dikira fîlm berda ku min ji xwe re go zati qesta fîlmê jî raberkirina van dîyalogan e. Her şîrketek nola dewletekê ye, nola dewletê sîstema her şîrktekê heye û nola ya dewletê h...
2023-11-17
01 min
Perxudres Podcast
#115. Kitab û Fîlma Martin Eden
Martin Eden ya Jack London ji zarokîya min vir ve li ber çavê min diket, lê wer nedibû qismet ku ez bixwînim. Payîza 2023yan, royeka bi baran min qirar da ku ez rûnim ji MUBIyê qe nebe fîlma Martin Eden sêr kim. Min fîlm vekir û xwe li ber dirêj kir ku çend sahneyên pêşî hatin bîra min. Herhal berê min fîlm vekiribû, nîvçe hiştibû. Rind e min go, rind e ez îcar biqedînim. Ji qesweta barana payîzê bû ji fîlmê bû çi bû, nîvê fîlmê de ez xilmaş bûm, xew...
2023-11-16
02 min
Perxudres Podcast
#113. E-maila Guhdar L. û Stîla Nivîsan
Guhdar L. 14ê meha 11an ya 2023yan bi e-mailê mektûba xwe ya duduyan şand. Di mektûbê de wanî nivîsîbû: Silav! Ez L :) Min podcasta te gohdar kir. Wexta nivîsa xwe bi dengê te gohdar kirim xoşa min çû. Ji bo peyvên te bi dilê germ zor spas dikim. Min merak kir eceb min kê/kî aniye bîra te:) Ez dixwazim carcaran dilê xwe vala bikim bi vî şiklî gelo ji bo te dibe pirsgirêk? Vê gavê li xwe baş binêre Ömer Faruk Baran. 15ê meha 11an ya 2023yan, piştî şeveka bêxew dîsa, min berbanga sibê min cewab n...
2023-11-15
03 min
Perxudres Podcast
#111. Bîr Bikira Berî Baranê
Berî Baranê ya Milco Mancheski, ku fîlmeka sala 1994an e, bi senaryoya xwe ya saxlem û bi muzîkên xwe tesîreka tam li min kir. Fîlm behsa meseleyên etnîk û dînî yên hêla Balkanan dike; meseleyên etnîk û dînî, meseleyên ku her zemanî ji xwînrijandinê re zû zemînê çêdikin. Jiber ku di fîlmê de fotografçiyek heye, fotograf hene ez bi fîlmê hinekî ser hikayeta xwe jî fikirîm. Sala 2014, 2015 û 2016an min ew herbên jiber meseleyên dînî û etnîk çêbûbûn teqîb kirin. Fotografên ji meydanên herbê hîsiy...
2023-11-14
02 min
Perxudres Podcast
#110. Qirara Veqetînê
Qirara Veqetînê, bi Tirkî, Ayrılma Kararı ya Park Chan-wook bi navê xwe bala min kişand di MUBIyê de. Park Chan-wook bi vê fîlma romantîk û dramatîk sala 2022yan li Cannesê xelat sitandiye; ne seba xelatê lê seba navê wê min vekir, sêr kir fîlm. Fîlmê jiber qelebalixîyê ez westandim hinekî di serî de, sankî ber bi talîya fîlmê ve meseleya wê ji hev derket û ez ancax ketim atmosferê. *** Bi Qirara Veqetînê ez kanim bêjim sedsala 21ê înternet xist her derê û pê re şubhe jî ket her dilî: Di vê sedsalê de sedeqat, samîmîyeta...
2023-11-12
01 min
Perxudres Podcast
#109. GetContact Îfşa Dike
Nav GetContact, aplîkasyonek heye, raber dike ku numareya te di telefonan de bi çi navî hatiye qeydkirin. Min jî bi meraq aplîkasyon danî, numareya xwe têde nivîsî û dî ku ez bi çi navan hatime nivîsin. Ömer Faruk Baran, carê kin carê dirêj, carê navê pêşî jê kêm, carê navê duduyan, bi temamê kombînasyonên navên min hatiye nivîsîn, behsa wan nekim. Di qeydekê de li kêleka navê min emojîyeka kenê hatiye danîn.😀 Hela hela, kî ye min meraq kir. Ez ji kenê hez dikim elbet, carna krîz têne min ji kenê, lê navê ku di telefonê de emojîy...
2023-11-11
01 min
Perxudres Podcast
#107. Ömer Faruk Baran - CV 2023
Omer Faruk Baran li Sirûcê hat dinê. Wî mekteba pêşî û lîse li Sirûcê xwend. Li İstanbul Teknik Üniversitesi İnşaat Fakültesi, İstanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi, İstanbul Üniversitesi Sosyoloji, Dicle Üniversitesi Hukuk Fakültesi xwend, lê ji wan tiyan mezûn nebû. Albert Camus tesîreka mezin li salên gêncîya wî kir. Bi tesîra kitaba Itala Calvino ya ser bajaran sala 2013an derbazî Diyarbekir bû û dest bi heyateka li dora Sûrê kir. Di pêşbirkên şiîr û çîrokan de xelat sitandin. Roportajên li bloga wî deng d...
2023-11-09
01 min
Perxudres Podcast
#103. Tagirtî | Eylûl 2023
şibêtê şairekî ez jî diwestim ji nişka ve berêvareka berêvarkî deng ta-girtî dil dagirtî bi trawmayanberêvareka berêvarkî ez jî diwestim ji nişka ve şibêtê şairekîOmer Faruk Baran
2023-09-21
00 min
Perxudres Podcast
#100. Agustos 31 - I
Agustos 31 - Iguhar e ketiye gustîl e çûye xizêm e daye dû ye şikestiye cînciq cînciq cînciq şikestî bêje sîya gemîyekê derya denizên xelkê kê gotibû sewta me tune loma siûda me jî guhar e ketiye gustîl e çûye xizêm e daye dû yeşikestiye cînciq cînciq cînciq şikestî li meydana...
2023-08-31
00 min
Perxudres Podcast
#94. Çelenga Çavfetan
Di vê beşê de straneka Riha, besteyeka Mehmet Özbek heye. Stran: Kazanci Bedih ve Seyfettin Sucu Eşliğinde Şanlıurfa Sıra Geceleri Vol. 1 Lînka Orîjînala Stranê: https://open.spotify.com/track/4ehqcXZlL9VfdQS5e5Jast?si=2d8b43c3580c4603 Çelenga Çavfetan çiya gewr bûn bi berfan yarê naşîne xeberan ya were ya mektûb rê ke xelas ke min ji van xeman tu yî çelenga çavfetan tu yî çelenga çavfetan derda davêjî ser derdan ji destî te herim kû lê naterkînî şer û herban li çîyan çi binefş e di destên te de meyşûşe ezê çi bikim bêyî te...
2023-07-27
03 min
Perxudres Podcast
#85. Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî
Taman, patrome, mutribe, lûl, soring, derzî, parza û vaksîn û çend kelîmeyên din. Xebatkarên medyaya Kurdî di pandemîya vîrusa korona de da ku nebêjin ‘’aşi’’ hezar teqle avêtin û li şûna ‘’aşi’’yê çêşîd çêşîd nav gotin. Lê ku medyayê Kurdî çi got jî ji devê milet tim ‘’aşi’’ derket û tim ‘’aşi’’ li milet ket. Elbet a medya Kurdî refleksa parastina zimên bû li hember zalimîya zimanê Tirkî bêmehne. Bes refleks carna dibe kompleks, meseleyên zil î zelal jî li nêv hev dixin û wan diherimînin û berdidin.Mele Evdirehman Uçama...
2023-06-01
01 min
Perxudres Podcast
#75. Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê
Serhildana Şêx Seîd bi derketina belgeyên nû ra reng û rûyê xwe çîşkek be jî parçek be jî diguherîne her carê. Ew serhildana sala 1925an li gor hinekan hereketeka paşverû ye, hinek jî wê wek îtirazeka milî dihesibînin; ser vê meselê lihevkirineka tam heta niha jî çênebûye. Lê çi gundî çi xwendî hema bêje ji her sinifê Kurd, Şêx Seîd wek şexsekî zengîn û efendî dibînin. Bavê nivîskar Malmîsanij, ku ew jî bi Şêx Seîd ra rabûye, di roportajekê da ser şêx...
2023-04-13
01 min
Perxudres Podcast
#66. Perxudres Podcast dikê bi fitarekê 1 salîya xwe pîroz bike
Kesên dixwazin werin fitara li Diyarbekir gerek e pêşde nav û telefona xwe ji info@perxudrespodcast.com re binivîsin. Edit - Mijdar 2023: E-maila aktif ya Ömer Faruk Baran: omerfarukbaran@hotmail.com
2023-03-18
01 min
Perxudres Podcast
#64. Hilbijartinên Tirkîyê - 2023: Destpêk
Omer Faruk Baran dê atmosfera hilbijartinên Tirkîyê yên 2023yan bo Botan Timesê binivîse.
2023-03-10
01 min
Perxudres Podcast
#60. Psîkolojîya dixtorekî li Adiyamanê | Sibat 2023
Di vê beşê de bi qasî mirîyan sax û silametên şikestî hene. Doktorê xeber daye nexwestiye navê wî eşkere bibe. Fotografa li qapaxê, bi deklanşora edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran li Adiyamanê hatiye kişandin.
2023-02-23
01 min
Perxudres Podcast
#41. Qaçaxçîyên Kovara Hawarê
Kovara Hawarê ya li Sûrîyê sala 1932yan derketiye û doma wê heta 1943yan çûye, him li binxetê him li serxetê tesîr çêkiriye û êdî ser wê mît û rîwayatên têra xwe ecêb hene. Tê zanîn ku belavkarê Kovara Hawarê Ehmed Kurdî ye û wî ew kovar ji hêla Sûrîyê bi qaçaxî derbazî hêla Tirkîyê kiriye. Li gor gotina Ehmed Kurdî, kovar bi destê Musa Anter jî ji herêma Mêrdînê derbazî Stenbolê bûye. Yusuf Serhad Bucak, kurê Kürt Hakim Faik...
2022-12-15
01 min
Perxudres Podcast
Arjen Arî - Bihar
Arjen Arî, şêrgeleyê şiîra Kurdî di 30.10.2012 de xatir ji dinê xwest. Şagirtê şorên Arjen Arî, Omer Faruk Baran mîna ku mewsim ne payîz, lê bihar be wî bi şiîreke ji “Şêrgele” yad dike. ❤️
2022-10-30
00 min
Perxudres Podcast
#32. Hele Yar Zalım Yara Arjen Arî
...di bin serê te de balgih e zendeke minyê din li te pêçayî, koremarli keviyên Dîjle stirana ‘hele yar’!xweş-hest im Bihar, sermest im Bihar!tu Bihar, dor bihar û ez bi har...Arjen ArîEdîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran di vê şiîrê de li gor rîtma xwe ya xwendinê ''zalim yar'' li misraya sisêyan û ''û'' li li misraya pêncan zêde kiriye. Qeyda Cotmeha 2022y...
2022-10-27
01 min
Perxudres Podcast
#30. Muzîkeka Derbeder: Nola Birîndaran
Nav Samet Özdemir, gêncek di destan de gîtar bi sûkên Stenbolê ketiye û ji milet dipirse ka ew ji wî dixwazin ew kîjan stranê bêje. Xaloyekî nola serxoşan tê xanê bi keder û keser bi dilê şikestî yê şewat daye ser sewta wî dibêje ''Duydum Ki Bensiz Yaralı Gibisin..'' Samet Özdemir li ser vê gotinê şok dibe û bi xalo re distrê wê strana bi Tirkî. min bihîstî dûr ji min nola birîndaran î ne digirî ne dikenî nola...
2022-10-13
01 min
Perxudres Podcast
#22. Odeyên Zer û Sezen Aksu | Agustos 2022
Ji muzîka Sarı Odalar ya Sezen Aksu hez dikim: Hîn ez î zar bûm dema ew muzîk cara siftih li guhê min ketibû, tesîr li dilê min kiribû, tesîreka tam. Ez pir pêda ketim û min stran ji Tirkî bi stîla xwe çerxe Kurmancî kir: Di vê stranê de Sezen Aksu bi hêrs û herb dibêje ''Ez ji heyata te çûm oxlim, de di şûna min ke yekê eger kanî..'' Bes ne gotinên stranê, lê navê stranê meraq çêkirin ji min ra. Jibo ''Sarı Odalar''ê ez dib...
2022-08-18
01 min
Perxudres Podcast
#21. Cahit Sıtkı Tarancı - Xeman Pirs | Agustos 2022
Omer Faruk Baran va şiîra li Diyarbekirê li mala xwe ya nêzîkî Cahit Sıtkı Tarancı Sokakê şeveka havîna 2022yan tercûme kiriye.
2022-08-11
00 min
Perxudres Podcast
#18. Rûken Be Sezen Aksu û Gülümse Kemal Burkay | Temûz 2022
''Rûken be, bila ewr biçin.'' Va gotina bi Kurmancî û tercûme belkî di serî de bi serê xwe nikanibe sînyalekê bide bîra me û belkî mehneyekê, metaforekê çêneke li pêş çavan. Lê gava ez bi Tirkî di ser forma orîjînal re bêjim ‘’Gülümse, bulutlar gitsin’’ bo kesên guh dane ser dengê Sezen Aksu ewê bi xêra bişirîneka şêrîn ya jan têda ji qelşên zemanê çûyî çend xatira werin xwe bidin ser bîran‘’Gülümse’’, strana Sezen Aksu ku s...
2022-07-21
04 min
Perxudres Podcast
#17. Xatirayên Zimanekî Birîndar, Bîr-4:Fragmanên Qehrê
Di vê beşê de bîra 4an ya xatirayên zimanê birîndar yê Omer Faruk Baran hene. https://youtube.com/c/perxudres
2022-07-15
17 min
Perxudres Podcast
#16. Xatirayên Zimanekî Birîndar, Bîr -3: Pekaka û Pekeke
Di vê beşê de bîra 3yan ya xatirayên zimanê birîndar yê Omer Faruk Baran hene. https://youtube.com/c/perxudres
2022-07-07
12 min
Perxudres Podcast
#15. Xatirayên Zimanekî Birîndar, Bîr - 2: Çar Alfabe
Di vê beşê de bîra 2yan ya xatirayên zimanê birîndar yê Omer Faruk Baran hene. https://youtube.com/c/perxudres
2022-06-30
12 min
Perxudres Podcast
#14. Xatirayên Zimanekî Birîndar, Bîr-1: Kerb û Derb
Di vê beşê de bîra 1ê ya xatirayên zimanê birîndar yê Omer Faruk Baran hene.
2022-06-23
14 min
Perxudres Podcast
#13. Edip Karahan Bir Zamanlar Anadolu'da | Hezîran 2022
Rêber û rewşenbîrên Kurdan bi salan e muzîsyenên Tirkan bi dizîya muzîka Kurdî sûcdar dikin. Ew rêber û rewşenbîr bo piştrastkirina îdîayên ser dizîyê her çiqas bi nimûne bi sedan stranên Kurdî û Tirkî didin ber hevdu jî ne li mehkemeyan ne jî li nêv milet netîceyeke çê û çak û bi tesîr bi dest naxin. Bê mehne, bi ser de muzîka Tirkî li nêv Kurdên li hêla Îraqê û li hêla Sûrîyê ro bi ro populertir dibe: Mîsal, li...
2022-06-16
03 min
Perxudres Podcast
#7. Paramparça û Telîf û Teoman | Gulan 2022
Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran, Gulana 2022yan di vê xelekê da bi Paramparça ya Teoman ra, bi şeklekî mîzahî û mecazî behsa parçebûna heyat, şexsîyet û sîyaseta xwe kiribû. Jiber heqên telîfê, Spotifyê, ew xeleka Perxudres Podcastê serê sala 2025an rakir. Baran ser meseleyên telîfê heq dide Teoman, heq dide Spotifyê û bêyî bikeve telîfê, bêbangkirin dibêje, paramparça û ew, qeyda Hezîrana 2025an di restorekirina xelekên berê de datîne şûna qeyda Gulana 2022yan. Omer Faruk Baran
2022-05-04
00 min
Perxudres Podcast
#4. Kê Mayakovsky Kuşt? | Nîsan 2022
Şair, nivîskar, senarîst, grafîker, resam, rojnamevan Vladimir Mayakovsky gorey otobîyografîya xwe havîna 1894an de li gundê Bexdadî yê bajarê Kutays yê Gurcistanê hat dinê.Mayakovsky piştî zarokîyeka nehs, xwendekarîyeka berbad, li dû mirina bavê xwe bo ji heyeta xwe ya xizan bifilite, sala 1906an bi dê û xwişkên xwe re berê xwe da Moskowê.Wî li pansîyona dewletê ya ku heqê wê mehê 10 ruble bûn lê dîsa jî li gor wî pir biha bû, feqîrên nola wî û sosyalîst nas kirin. Sala 19...
2022-04-14
08 min
Perxudres Podcast
#3. Tolstoy: Gundî Çito Dimirin? | Nîsan 2022
Di vê xelekê de bi pirseka Tolstoy gundî û bajarîyên Rûs hene. Fotografa li qapaxê: Tolstoy li ber sikratê ye, 1910. Wikimedia.
2022-04-07
07 min
Perxudres Podcast
#2. Mektûba Kader Küçükçayır: Barek Sitirî | Adar 2022
Di vê xelekê da mektûba Kader Küçükçayır heye bi tercûmeya Omer Faruk Baran. Serdar Canan ser Hekarîyê hin malumat dan ku kêrî tercûmeyê hatin, silav û spasîyek bo wî. Resima li qapaxê: Claude Monet. Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîneÛ ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te. #kurdishpodcast #kürtçepodcast
2022-03-31
06 min
Psikolojik
BİZİM - Radyo Tiyatrosu #2
Psikolojik Podcast’ in bu bölümünde daha önce yayınlamış olduğumuz ''TUTSAK'' isimli radyo tiyatrosu oyunumuzun devamı niteliğinde olan ''BİZİM'' isimli oyunumuz ile karşınızdayız. Oyuncular: Ezgi Erarslan ve Kemal Ağar. Yazan ve yöneten Ömer Faruk Aykut. İyi dinlemeler...
2021-09-01
22 min
Psikolojik
TUTSAK - Radyo Tiyatrosu #1
Psikolojik Podcast’ in bu bölümünde bir Radyo Tiyatrosu ile karşınızdayız. Oyunumuzun adı TUTSAK. Oyuncular: Ayşegül Kurumahmut ve Elif Kurumahmut. Yazan ve yöneten Ömer Faruk Aykut. İyi dinlemeler...
2021-08-31
27 min
Psikolojik
1. Yılımızı Kutluyoruz
İlk yayınımızı yüklediğimiz günden bu yana geçen 1 yılda ne kadar çok şey oldu? Ayşegül, Tolga ve Ömer Faruk hep birlikte son 1 yılı değerlendiriyor.
2021-04-19
24 min
PsychoLogical
Introduction to PsychoLogical
This is a short intro about the podcast and the host Ömer Faruk Aykut.
2020-06-28
01 min
Psikolojik
Gaspar Noé İzlemeli Miyim?
Bu bölümde Enter the Void izleyip izlememek üzere karar vermekte olan Ömer Faruk'a , Tolga'nın Gaspar Noé tavsiyelerini bulacaksınız.
2020-04-24
04 min
Spotify'de Olmayanlar
Yeşilbaşlı Gövel Ördek
Ömer Faruk
2020-04-18
02 min